Kampanyaya “Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê” aşkere kir ku di 129emîn hefteyê de li 58 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin.

Kampanya “Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê” di hefteya 129emîn a çalakiyan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji dema destpêkirina wezîfeya Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan û vir ve di nava 2 salan de herî kêm 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku rejîma Îranê ji bo astengkirina çalakiyên şermezarkirinê yên civakî darvekirinê weke cezayekî bi kar tîne û hat bibîrxistin ku hefteya derbasbûyî li Girtîgeha Adilabad a li Şîrazê jineke 52 salî hatiye darvekirin.
Her wiha diyar bû ku di çarçoveya doza Qada Alihani ya li Îsfahanê de têkildarî 12 girtiyên siyasî biryara darvekirinê hatiye dayîn.
Kampanyayê diyar kir ku 10ê Tîrmehê li qawişa jinan a li Girtîgeha Evînê hêzên ewlekariyê êrîş birine ser girtiyên siyasî û bang li raya giştî kir ku ji bo girtiyên ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn dengê xwe bilind bike.
Îranê di 2025an de herî kêm 1639 kes bi darve kiriye
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandin. Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.
Li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.
48 jin hatin darvekirin
Li gorî raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.