Endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaoglu: Mafê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nayên dermankirin. Di girtigehan de pêkanînên wek îşkence û miemeleyên xirap berdewam dikin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan(Kanûna Paşîn – Hezîrana 2026an) ya derbarê binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn de li avahiya xwe bi daxuyaniyekê aşkere kir.
Endamên komaleye tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaogluyê xwend.
Berfîn Babaogluyê diyar kir ku wan derbarê girtîgehên, Afyon, Bolvadîn, Çorum, Sungurlu, Eskîşehîr, Karabuk, Kirikkale, Kirşehîr, Sîncan û Yozgatê rapor amadekirine.
Berfîn Babaoglu diyar kir ku di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêdebûnê û wiha got:
“Berdanên bişert bi awayekî kêfî tên astengkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê wek dadgeheke 2emîn bi kar tînin. Mafê tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nayên dermankirin. Di girtigehan de pêkanînên wek îşkence û muameleyên bêrûmetî berdewam dikin. Li ser girtiyan lêgerînên nav dev û bi kelemçeyê ve dermankirin tê ferzkirin. Ew yek jî ji bo gihiştina dermankirinê astengî derdixe pêşiya girtiyan. Di girtîgehan de sepanên tecrîdê û astengkirina mafên civakî didomin. Di girtigehan de girtiyên 4 sal in di bin tecrîde de ne hene. Girtiyên li Girtîgehên Girtî yên Ewlehiyên Bilind û Tîpa S dimînin, ji aliyê derûniyê ve pirsgirêkên giran dijîn. Mafê zimanê dayikê yê girtiyan tên astengkirin.”
Berfîn Babaogluyê anî ziman ku ew di serî de bang li Wezareta Dadê û hemû nûnerên îdarî û darazê dikin ku van gavan li xwarê hatine rêzkirin, biavêjin:
- Girtiyên ku di bin şert û mercên girtigehê de nikarin bigihêjin tedawiyê divê ji bo van çareseriyên din bên dîtin. Divê li ber nexweşiyên wan cezayên wan bêne paş ve xistin.
- Divê sepanên weke lêgerîna nava dev û lêgerinê tazî bi dawî bibin û sewqkirinên girtiyên nexweş neyê dereng xistin û girtiyên nexweş divê di girtigehên nêzî malbatên xwe de werin girtin.
- Divê gihiştina girtiyan ava paqij û xwerinên rêkûpêk neyê astengkirin û xwe gihiştina malzemeyên hijyen û paqijiyê pêkan bibe.
- Divê girtiyên nexweş di şert û mercên paqij de bigihêjin saziyên tenduristiyê û sepanên muaneyên bi kelempçeyê dawî bibe.
- Divê ji bo êrişên di serê sibe û şev dibin de kiryarên wek zirarê didin tiştên girtiyan û tundî li wan tê kirin lêpirsînên rêkûpêk werin kirin.
- Divê astengiyên bi keyfî yên li pêşiya axaftin, werzîş û atolyayan bi dawî bibin.
- Divê girtigehên wek Ewlehiyên Bilind a Girtî (YGC) û Tîpa S ê ku ji bo tecrîde hatiye avakirin an gav bi gav werin girtin an jî şert û mercên wan werin sereraskirin.
- Divê mafê parastina bi zimanê dayikê bi zagonan were bikeve bin ewlehiyê û nivîsandinên bi Kurdî divê neyê astengkirin.
- Divê kotayên pirtûkan û qedexekirinên xwe gihandina rojname, kovar û televîzyonê bi dawî bibin.
- Divê kiryarên Lijneya Çavderî û Îdareyê yên wek nirxandina ‘rewşa baş’ bi dawî bibe.
- Divê daxwaza girtiyên nexweş ên dixwazin girtigehên nêzî malbatên xwe bin, pêk were, divê sepanên surgunê dawî bibe.
- Divê derbarê daxwaznameyên ku girtî dişînin û aqûbêta wan de agahî ji girtiyan re bê dayîn.
- Divê zagon li gor rûmeta mirovahiyeyê bên çêkirin.
- Divê biryarên Navendên Îdareya Çavderiyê ku dibe sedemên şewitandina înfazê ji holê rabe.”



