Mehmet Sait Yildirimê ku dilê wî sekinîbû, dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku 75 salî ye û krîza dil derbas kiribû. Înîsiyatîfê xwest ku Yildirim demildest were berdan.

Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.

Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa “poşmanî” li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.

Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.

Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.

Yildirim ji 24ê Tebaxê vir ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê.

Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”. Di 24ê Tebaxê de careke din 3 mehan hate taloqkirin.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 625emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Înîsiyatîfê li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku çend roj berê li Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê krîza dil derbas kiribû.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “dermankirin maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hate berzkirin.

Hevseroka ÎHDa Enqereyê Sevîl Turgutê daxuyanî xwend.

Xeterî li ser jiyana wî heye

Sevîl Turgutê diyar kir ku nexweşiyên Mehmet Saît Yildirim girantir bûne û wiha got:

“Mehmet Saît Yildirim ev 31 sal in di girtigehê de tê ragirtin. Ev demeke dirêje nexweşiyên wek dil û demar, hîpertaniyon, KOAH, fitiqa stû û nexweşiyên din lê peyda bûne. Ev nexweşiyên wî jiyana wî ya rojane asteng dike. Rewşa tenduristiya Saît Yildirim di 24ê Tebaxa 2026an de bi derbaskirina krîza dil gihîşt asteke girantir. Di heman rojê de bi Desteya Çavderî û Îdareyê re hevdîtin kiriye û piştre dema ku vegeriyaye odeya xwe krîza dil derbas kiriye. Piştre wî rakirine nexewşxaneyê û stend lê dane. Ev rewşa wî ya dawî jî nîşan dide ku êdî rewşa tenduristiya Yildirim di bin xetereyê de ye.”

Sê car in berdana wî tê taloqkirin

Sevîl Turgutê bi bîr xist ku ev berdana Mehmet Saît Yildirim ev bû sê caran tê taloqkirin û rewşa tenduristiya wî li ber çavan nayê girtin. Sevîl Turgut diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim 75 salî ye û li hemberî jiyana wî rûmeta mirovahî nayê girtin. Sevîl Turgut da zanîn ku divê Mehmet Saît Yildirim di Sibata 2025an de bihata berdan lê ev yek tê dirêjkirin û ev yek rewşa jiyan û tenduristiya wî dixe talûkeyê. Sevîl Turgut anî ziman ku divê Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan û li cem malbata xwe dermankirina wî bi awayek rêk û pêk bê kirin.

Çi bûbû?

Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.

Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.

Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi “fermana Wezaretê” de di hucreya yekkesî de tê girtin.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.

Çavkanî: Ajansa Welat, MA, bianet

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.