Kesên nasnameyên wan nediyar, li Reqayê kurdan direvînin û ji wan pereyên pir dixwazin. Wan dibin cihên ne diyar, îşkenceyê li wan dikin. Ji ber vê rewşê gelek malbatên kurd ji Reqayê bar kirine.

Reqa, piştî ku HSDyê ji destê DAIŞê rüzgar kir, Foto: Hawarnews
Elî Mihemed* demeke berê saet di 11.00ê nîvro de dema ji mala xwe derket, li ber deriyê xwe wesayîteke reş a bê plaqe dît. Çend kes ji wê wesayitê dakevin. Ser û rûyê xwe bi rûpoşan girtibûn û çek di destên wan debûn.
Ji Mihemed xwestin bi wan re biçe. Mihemed bi wan re kete wesayitê û bi rê ketin.
Beriya bi rê bikevin telefon û alavên din ên Elî Mihemed li cih hiştin ango bi xwe re nebirin.
Di meh û nîva dawiyê de nêzîkî 10 kes bi vî rengî li Reqayê, bajarê Sûriyeyê hatin revandin.
Kesên nasnameyên wan nediyar saet di 11.00ê nîvro de diçin ber malên berê diyar kirine, ji wê malê yê mêr direvînin. Dibin bi rojan îşkenceyê li wan dikin û paşê fotografên wan ji malbatên wan re dişînin da ku ji bo wî berdin pereyan bidin.
Dema wan direvînin, ser û çavê wan digirin, wan dixin begaja erebeyê. Bi rojan li wir dihêhin. Paşê dibin cihên nepen. Dest û lingên wan girêdayî, bi rojan birçî dihêlin.
Ew kesên tên revandin, hemû jî kurd in.
Ji bajarê Reqayê du kesên ku bûne şahidên van bûyeran ji niha+ê re diyar kirin ku piştî ev bûyer dest pê kirine kurd ji Reqayê bar dikin. Li gorî herdu kesan armanca revandinê ew e ku kurd li Reqayê nemînin.
Ji ber ewlehiyê wan kesan, nexwestin em navên wan binivîsin. Her weha ji ber heman armancê me navê kesên ku hatine revandin, guherandin.
Piştî serê salê ji sedî 70yê Taxa Kurdan vala bûye
Reqqa li bakurê Sûriyeyê li ser Çemê Firatê dikeve. Bajarekî stratejîk e. 160 kîlometre dikeve rojhilatê Helebê. Dîrokeke wê ya kevn heye. Gelek şaristanî li vir bicih bûne.
Bajar di navbera salên 2014 û 2017an de bû paytexta DAIŞê. Ji ber şer û pevçûnan wêran bû. Di sala 2017an de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya DYAyê ev der rizgar kir. Ji bo rizgarkirina wê operasyon bi mehan domand. Di encamê de bi hezaran DAIŞê teslîm bûbûn û ew li kampan bicih kiribûn.

Reqa, Foto: Google maps
Heta Kanûna Paşiyê ya 2026an jî di bin kontrola HSDyê de bû. Piştî dawaiya sala 2025an û destpêka sala 2026n hêzên rejîma demkî ya Şamê êrîşî deverên kurdan kirin, di Kanûna Paşiyê ya 2026an de ev dever radestî artêşa hikûmeta demkî hate kirin.
Li gorî serjimêriya sala 2011 û 2012an a beriya serweriya DAIŞê, li Reqqayê nêzî 60 hezar kurd bicih bûn. Piştî şerê Sûriyeyê û serdema DAIŞê, gelek kurdan ji vir bar kirin. Lê piştî HSDyê ew dever bi dest xist, beşek ji wan vegeriyan cih û warên xwe.
Piştî artêşa hikûmeta demkî di destpêka êrîşî deverên kurdan kirin, dîsa kurdan ji vir koç kirin. Bi taybet her du sê rojên destpêka vî şerî, li bajêr kurd neman. Lê paşê dîsa beşek ji wan vegeriyan.
Li gorî zanyariyan li Taqa Kurdan a Reqayê ji sedî 70yî kurdan bar kirine. Li tevahiya Reqayê, beriya niha rêjeya Kurdan ji sedî 40ê bajêr bû. Ji sedî 60 jî ereb bûn. Lê niha ji sedî 5 yan jî 10 kurd mane.
“Dibêjin kurd li vir mêvan in”
Mahmûd Derwîş* piştî hate revandin û bi dana pereyan serbest bû, weke yên din neçar ma û ji Reqayê bar kir. Lewre kesên ew revandin jê re gotin dema tu li vir bimînî em ê te bikujin.
Hinek kes bi revandin û kuştina malbatê tên tirsandin. Dema bar kir xaniyê xwe yê bihayê wî bi 60 cezar dolarî bû, neçar ma û bi 40 cezar dolarî firot.
Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe diyar bike got ku hemû kesên koç kirine mal û milkên xwe bi erzanî ji dest xwe derdixin û neçarî koçberiyê dibin.
Çavkaniyeke din diyar kir ku gel dest pê kiriye, genim û cehê xwe, mal û milkê xwe, dikanên xwe, wesayitên xwe difiroşin: “Milet dibêje li şûna canê xwe bidim, bila malê xwe bidim.”
Li gorî nirxandina çavkaniyekê, ew kesên vî karî dikin dibêjin, “Kurd li vir mêvan in” û divê ji vir bar bikin.
Wan serdema rejîma Beasê bibîr xist ku di wê demê de projeye “Kembera erebî” bi pêş ketibû û kesên ereb anîbûn û li cih û warên kurdan bicih kiribûn. Bi vê jî dixwestin demografiya cografiya kurdan biguherînin.
Çavkaniyekê bûyerên li Reqayê pêk tên dişibîne vê projeyê û dibêje ew armanc û ev armanc heman tişt in.
Di nava hefteyek 10 rojan de bi kêmanî telefonî 3 kesan kirine da ku ji Reqayê koç bikin.
Hikûmeta demkî çi dike?
Li gorî zanyariya çavkaniyekê bi tenê komeke yên mirovan direvînin. Lê li gorî çavkaniyeke din du sê kom in.
Tê îdiakirin ku dema tên, xwe weke endamên asayîşê didin nasîn. Ji ber wê jî kes nikare ji wan re tiştekî bibêje.
Her weha bi telefonên ku jimareyên wan xưa nabin an jî bi yên ji derveyî Sûriyeyê telefon dikin.
Dema wan direvînin destpêkê pereyên zêde dixwazin. Ji yek kesên ku hatiye revandin jê 250 hazar dolar xwestine. Hinek kes bi 20 hezar, 30 hazar dolarî karîne xwe rizgar bikin.
Ev pere bi rêya sîstema cereyan a bi navê Sham Cash ve tê şandin ku sîsteme resmî ya Sûriyeyê ye.
Sham Cash çi ye?
Sepana bi navê Sham Cashê, ji bo dabeşkirina mûçeyan, dayîna fatoreyan û veguhastina pereyan bûye rêbaza ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tercîh dike.
SMEX, saziya mafên dijîtal diparêze di meha Nîsana 2025an de derbarê Sham Cashê de lêkolînek kiriye. Li gorî vê lêkolînê:
Sepana Sham Cash a ku ji bo karmendên dewletê bûye neçarî, di warê ewlehiya dîjîtal de fikarên bilez derdixe holê.
Di meha Rêbendanê de, bi bêdengî ferman ji karmendên Sûriyeyê re hat dayîn ku ji bo girtina mûçeyên xwe sepaneke bi navê “Sham Cash” daxin.
Sepana Sham Cash tenê bi rêya malpera sepanê dikare were daxistin û di firoşgeha iOSê de nîn e. Ev jî tê wê wateyê ku sepan ne ewle ye, ji ber ku sepanên di firoşgehên fermî de cih digirin divê di testên pejirandina ewlehiyê yên tund re derbas bibin.
Nûçeyên medyayê yên di meha Rêbendanê de her wiha nîşan didin ku sepan bi veguhastinên “Bankaya Çam” a li Îdlibê re, ku ofîseke pevguhertina pereyan a li Tirkiyeyê qeydkirî ye û di qada navneteweyî de nayê naskirin, girêdayî ye. Fonên ku bi rêya Sham Cashê tên veguhastin, di Bankaya Navendî ya Sûriyeyê an jî sîstema bankavaniya cîhanî re derbas nabin.
Dema ku gihîşt meha Nîsanê, sepan bû mecbûrî. Lê belê sepan bi xerabûnên teknîkî, têkiliyên darayî yên gumanbar û kêmbûneke fikarbar a şefafiyetê hatiye tohmetkirin. Dema ku bêhêvîtî di nava bikarhêneran de zêde bû, Yekîneya Analîza Edlî ya SMEXê lêkolîn kir bê ka bi rastî çi diqewime.

Pêşvebirê nenas ê li pişt Sham Cashê
Nebûna ti agahiyên vekirî ji raya giştî re derbarê şîrketa li pişt Sham Cashê de, di warê zelalbûn û hesabpirsînê de rê li ber fikarên cidî vedike. Ji ber ku pêşvebirekî naskirî an qeydkirî nîne, di rewşa binpêkirina daneyan, sextekarî an jî wendakirina darayî de saziyek ku bibe berpirsyar nîne.
Di sepanê de her wiha ti nîşaneyên eşkere yên Mercên Bikaranînê, Siyaseta Nepenîtiyê an qada desthilatdariya qanûnî nînin; ev jî serîlêdana li rêyên qanûnî hema bêje nemimkun dike.
Ji ber ku têkiliya Sham Cashê bi şîrketeke rewa an jî piştrastkirî re nîne, protokolên ewlehiyê nayên nirxandin; ev jî rîska xerabkirina amûrên bikarhêneran bi nermalavên xerab (malware) an nermalavên sîxurî (spyware) bi awayekî berçav zêde dike.
Ji ber ku xwediyekî wê yê bi fermî qeydkirî nîne, bikaranîna xirab an firotina daneyên hesas ên bikarhêneran, ku agahiyên kesane, agahiyên darayî û dîroka danûstandinan jî di nav de, nayê şopandin û kontrolkirin.
Çavkaniyan ji niha+ê re diyar kirin ku ger ev rêbaz ji hêla hikûmeta demkî ve hatibe pejirandin, dema ev grup kesekî direvînin û bi rêya vê rêbazê pereyan distînin, hikûmet dikare wan peyda bike.
Komîteyek hatiye avakirin
Li gorî zanyariyan rêveberiya kurdan ji bo vê rewşê komîteyeke ji sê kesan ava kiriye. Ev komîte armanc dike ku vê rewşê bişopîne û pirsgirêkan çareser bike.
Li gorî daneyên komîteyê dane, heta niha 4 hezar malbatên kurd ji Reqayê koç kirine. Beşeke ji wan çûne Kobaniyê. Beşek jî li Hesekê bicih bûne.
Çavkaniyekê destnîşan kir ku hejmara kesên tên revandin, gef li wan tê xwarin û dixwazin koç bikin, ji van hejmarên fermî zêdetir in. Lewre hin kes hene naxwazin navên wan belav bibin û ji ber wê jî behsa revandin an jî gefxwarinê nakin.
*Navên kesên ku hatine revandin ji ber ewlehiyê, hatine guhertin. Fotograf û dîmenên wan kesên ku hatine revandin, ji ber ewlehiyê necatine belavkirin.



