Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir

Nivîskar, Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin, koça dawî kir. Nimêja cenazeyê dê îro di saet 13.00an de li Mizgefta Uluyê bê kirin û piştre dê li Goristana Yenikoyê bê definkirin.

Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana demeke dirêj bû bi nexweşiya KOAHê ketibû. Zana li nexweşaxaneya ku lê dihat dermankirin di saet 18:35an de koça dawî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameya cenazeyê eşkere kir. Di parvekirina li ser hesabê Xê yê şaredariyê de hatiye ragihandin ku ji bo Mehdî Zanayê ku di navbera salên 1977-1980î de şaredarê Amedê bû, dê îro saet di 11.00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin merasîma bîranînê bê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nimêja cenazeyê dê îro di saet 13.00an de li Mizgefta Uluyê bê kirin û piştre cenaze dê li Goristana Yenikoyê bê definkirin.

Her weha piştî definkirinê dê li Mala Şînê ya Licêyiyan tazîye bên qebûl kirin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Em hemû gelê xwe vedixwînin merasîma bîranînê û birêkirina Mehdî Zana ya ber bi rêwîtiya wî ya dawî.”

DEM Partî: “Serê gelê Kurd sax be”

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ser saxiyê belav kir. Di peyamê de weha hatiye gotin:

“Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarê doza gelê Kurd Mehdî Zana koça dawî kiriye. Serê malbatê û gelê Kurd sax be. Wî di temamê emrê xwe de ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe da, berdêlên giran dan. Deynê me ye, em ê aştiya birûmet ava bikin û diyarî giyanî wî bikin.”

Her weha Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê jî ji bo Mehdî Zana peyamên ser saxiyê weşandin.

Peyama Bakirhan weha ye:

“Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be. Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be.”

Peyama Tulay Hatimogullariyê jî weha ye:

Em ji ber koça dawî ya Şaredarê berê yê Amedê, siyasetmedarê Kurd ê hêja û çalakvanê dilsoz Mehdî Zana pir xemgîn in. Em ê Mehdî Zana her tim bi têkoşîna wî ya ku ji bo maf û azadiya gelê xwe da û bi mîrateya hêja ya ku li pey xwe hişt, bi bîr bînin.

Ez sersaxiyê li Leyla Zana, malbata wî ya hêja, hezkiriyên wî û gelê Kurd dikim.

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim. Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû. Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan. Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”

Peyama Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim. Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê. Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be.”

Talebanî: “Mehdî sembola wêrekiya gelê me bû”

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi boneya koça dawî ya “Mehdî Zana” peyameke sersaxiyê weşand. Talebanî weha got:

“Xanima rêzdar û têkoşer Leyla Zana
Malbata serbilind ê rêzdar Mehdî Zana

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya xebatkarê dêrîn, rêzdar Mehdî Zana, em ji kûrahiya dil xemgîn û dilgiran bûn.
Rêzdar Mehdî sembolekî polayîn yê berxwedêrî, wêrekî û helwesta mêrxasiyê ya gelê me bû û temenekî tijî serwerî di oxira ziman, nasname û mafên rewa yên gelê Kurd de bexşî.
Ji destdana ev zilamê mezin ji bo her Kurdekî xemeke kûr û êşeke mezine. Xebata we ya rêzdar û ya birêz Mehdî rûpelekî tijî rûmete ku tu carî ji dilê vê neteweyê dernakeve.
Em sersaxiyê ji we re dixwazin û wekî hertim em xwe hevparê xema we dibînin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê pak ê rêzdar Mehdî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide we û malbat û hevalên wî.”

Peyama Qubad Talebanî

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî bi boneya koça dawiya “Mehdî Zana” peyameke sersaxiyê arasteyî “Leyla Zana” û hemû gelê Kurd kir:

“Mehdî Zana, siyasetmedarekî naskirî û nîştimanperwerekî mezin ê Kurd bû. Bi bihîstina nûçeya koça dawî yê vî têkoşerê aştixwaz ê Kurd, em xemgîn û dilteng bûn. Bi vê boneyê, em ji kûrahiya dil hevxemiya xwe arasteyî hevjîna wî xanim Leyla Zana û hemû gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û xewn û hêviyên wî ji bo gelê Kurd û çespandina aştiyê li hemû herêmê pêk bîne.”

Mehdî Zana kî ye?

Mehdî Zana di 20ê Kanûna Pêşîna 1940an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye.

Siyasetmedar Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de bû Şaredar û Serokatiya Şaredariya Amedê kir. Zana yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû ku weke siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.

Mehdî Zana di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana di sala 1965an de bû serokê TÎPê yê navçeya Farqîna Amedê.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Zana ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.

Zana di Girtîgeha Amedê ya Bi Hejmar 5an de ma ku bi îşkenceyan dihat naskirin ma. Her weha Zana bi giştî 16 salan di girtîgehan de ma.

Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / RêyaAzadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.

Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Siwêd û Almanyayê jiya. Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.

Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî. Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye. Ji vê zewacê du zarokên wan hene.

Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.

Pirtûkên wî ev in:

Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê – Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal – Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.