Li Fransayê bi hezaran kes li dijî tundkariyê meşiyan

Li Fransayê piştî kuştina Lyhanna ya 11 salî, li seranserî welêt çalakî hatin lidarxistin û zêdeyî 60 hezar kes ji bo tundkariya li dijî jin û zarokan meşiyan.

Piştî kuştina Lyhanna ya 11 salî li seranserî Fransayê şeva Duşemê, 216 xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi giştî 60 hezar û 400 kes beşdarî xwepêşandanan bûn.

Lêbelê li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî, di çalakiyên li paytext Parîsê de nêzî 2 hezar û 900 kes cih girtine.

Xwepêşanderan diyar kirin ku giliyên ji ber tundiya li hemberî jin û zarokan zêde nayên cidîgirtin û bang li saziyên dewletê kir ku berpirsyarî bigirin.

Piştî cînayeta Lyhanna, Serokwezîrê Fransayê ragihand ku ew ê hevdîtinên têkildarî pêşnûme qanûneke ji bo têkoşîna li dijî tundiya zayendî, bi lez bikin.

Hat ragihandin ku hikûmet wê ji bo nirxandina tedbîrên nû yên têkildarî parastina zarokan, di asta wezîran de civînan li dar bixe.

Wê giliyê dewletê bike

Li aliyê din, dayika mexdûrekê ku beriya niha ji ber îstismara li zarokekê giliyê bersûc kiribû, diyar kir ku ew ê giliyê Wezîrê Dewlet û Edaletê jî bike.

Konseya Darazê ya Bilind a Fransayê jî li ser zêdebûna rexneyên ji bo saziyên darazê, daxuyaniyek da. Konseyê ji ber bûyerê hedefgirtina hemû endamên darazê rexne kir û diyar kir ku dadger di bin şert û mercên zehmet de, wezîfeyê dimeşînin.

Çi bûbû?

Lyhanna zarokekê 11 salî bû û di 29ê Gulana 2026an de li bajaroka Fleurance ku Başûrê Rojavayê Fransayê ye winda bûbû. Her weha piştî hefteyekê cenazeyê wê di sîloyeke genim de hate dîtin. Têkildarî bûyerê mêrekî bi navê Jerome Barella ku 41 salî ye hate desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de derket holê ku navê Barella berê jî di îdîayên îstismara zayendî ya li ser zarokan de derbas bûye. Li gorî belgeyên dozgeriyê, di salên 2017 û 2022an de têkildarî heman mijaran giliyê Barella hatiye kirin, lêbelê bêencam mane.

Her weha hat destnîşankirin ku di Tebaxa 2025an de, bi îdîaya ku Barella zarokekî 10 salî îstismar kiriye giliyê wî hatiye kirin. Tevî ku dosya ji aliyê polîsan ve di meha Kanûna Paşîn de ji dozgeriyê re hatibû şandin jî, hat zanîn ku gumanbar heta roja windabûna Lyhannayê li ber lêpirsînê neketîye.

Piştî belavbûna van hurgiliyên nerazîbûnên gel li dijî pergala dadweriyê dest pê kir û li gelek deveran xwepêşandan hatin kirin.