UNHCR: 5,4 milyon kes ji ber şer û tundkariyê koçber bûne

Li gorî rapora UNHCRê hejmara penaberan li seranserê cîhanê ji sedî 3 kêm bûye û gihiştiye 41.6 milyonî. Her wiha nêzî 46 hezar kes bêwelat in û li 24 welatên cuda hemwelatîbûn bi dest xistine.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) raporek têkildarî koçberiyê weşand. Di raporê de hatiye gotin ku li tevahiya cîhanê koçberiya bi darê zorê sala borî yekem car kêm bûye.

Li gorî raporê, sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundkarî, zilm û binpêkirina mafên mirovan neçar mane ku ji malên xwe derkevin. Her weha rêjeya vegera ji bo welatê xwe jî zêde bûye.

Bi tevahî 14.7 milyon kes vegeriyan e welat an herêmên xwe yên ku lê dijîn. Ji van, 4.4 milyon penaber in û 10.3 milyon kes jî ji welatên xwe koçber bûne ne.

Li gorî raporê hejmara penaberan li çaraliyê cîhanê ji sedî 3 kêm bûye û gihiştiye 41.6 milyonî. Her wiha nêzî 46 hezar kesên bêwelat li 24 welatên cuda hemwelatîbûn bi dest xistine.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide destpêşxeriyên nû yên ku armanca wan çareserkirina pirsgirêka demdirêj a koçberiyê ye û diyar kir ku koçberî pir caran rêbazek ji bo jiyanê ye, lê heke çareseriyên domdar neyên dîtin, ew dikare bibe şêwazek jiyanê ya mayînde.

Vegera bi dilxwazî

Di raporê de hat destnîşankirin ku vegera bi dilxwazî ​​rêbaza herî bibandor e di çareserkirina krîzên penaberan de û rê li ber vegera bi milyonan kesan vedike da ku bi ewlehî û rumet vegerên malên xwe.

UNHCRê teqez li ser pêwîstiya zêdekirina gihîştina penaberan bo perwerde, lênihêrîna tenduristiyê, xizmetguzariyên darayî û bazarên kar kir û diyar kir ku ev gav dê alîkariya penaberan bikin ku bibin xwedî dewlet û beşdarî aboriya welatên mêvandar bibin.

Mekanîzmayên çareseriyên mayînde

UNHCR bal kişand ser barê zêde yê li ser welatên ku penaberan dihewînin û ji civaka navneteweyî piştgirî û veberhênana darayî ya mezintir xwest. Rêxistinê her wiha diyar kir ku divê mekanîzmayên çareseriya mayînde yên wekî bernameyên ji nû ve bicihkirinê, yekbûna malbatan, destûrên kar û alîkariyên perwerdehiyê werin berfirehkirin.

Her wiha rêxistinê teqez kir ku penaberî û parastina navneteweyî mafên bingehîn ên mirovan in û di heman demê de hişyarî da ku bi milyonan mirov hîn jî di salên nezelaliyê de ji bo jiyanê têdikoşin.

WHO: 304 mîlyon koçber hene

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (DSÖ/WHO), li seranserê cîhanê 304 mîlyon koçberên navneteweyî hene û ji wan 170 mîlyon karkerên koçber in.

Nêzîkî 117 mîlyon kes bi neçarî ji cîh û warên xwe bûne. Hat diyarkirin ku ji wan 49 mîlyon zarok in û 2,3 mîlyon kes jî wekî penaber hatine dinyayê.

Li gorî daneyên DSOyê yên ku ji 93 welatan berhev kirine; tenê di ji sedî 42yê welatan de ji bo koçber û penaberan planên amadekariyê yên rewşa lezgîn hene. Tenê ji sedî 40ê wan, derbarê xizmeta entegrasyona çandî de perwerdeyê didin xebatkarên tenduristiyê. Rêjeya welatên ku daneyên tenduristiyê yên girêdayî koçberiyê bi awayekî sîstematîk kom dikin, di asta ji sedî 37an de dimîne.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji plana sala 2025an a ku bi 10,6 mîlyar dolarî hatibû amadekirin, tenê ji sedî 23yê wê hat fînansekirin. Hat destnîşan kirin ku ev rewş dibe sedem ku zêdetirî 12,8 mîlyon kes mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê yên jiyanî winda bikin.