Di budçeya parastinê de xalên têkildarî Îran, Hêzên Peşmerge, HSD, Îraq û Sûriyeyê bal kişandin.

Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) di rûniştina 22ê Tîrmeha 2026an de Qanûna Erkdarkirinê ya Parastina Neteweyî ya Sala Darayî(NDAA) ya 2027an pesend kir. Ev projeyasa bingeha daxwaza Pentagonê ya 1,5 trilyon dolaran a lêçûnên parastinê pêk tîne.
Di budçeya parastinê de xalên têkildarî Îran, Hêzên Peşmerge, HSD, Îraq û Sûriyeyê bal kişandin. Projeyasa desthilatê dide budceya parastinê ya 1,15 trilyon dolaran. Tê pêşbînîkirin ku 350 milyar dolarên mayî jî ji bo rewşên awarte werin veqetandin.
Projeyasa bi 216 dengên “erê” û 212 dengên “na” hat qebûlkirin.
Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van her pênc welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî; ev jî ji sedî 58ê lêçûnên giştî yên cîhanê pêk tîne. Pişka 15 welatên pêşîn jî derket ji sedî 80yî.
DYA, bi lêçûneke 954 milyar dolarî cihê xwe yê di rêza yekem de parast, lê lêçûnên wê li gorî sala 2024an ji sedî 7,5 kêm bûn. Lêçûnên leşkerî yên Çînê bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûn û bi texmînî gihiştin 336 milyar dolarî. Lêçûnên Rûsyayê jî ji sedî 5,9 zêde bûn û gihiştin 190 milyar dolarî; ev jî dibe ji sedî 7,5ê Berhema Navxweyî ya Gelemperî (BNG) ya Rûsyayê.
HSD û Pêşmerge
Projeyasa destnîşan dike ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê, ji şertên budceyê yên li ser Îraqê cuda ye.
Her wiha piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de heta dawiya sala 2027an tê dirêjkirin.
Ji aliyê din ve, alîkariyên ji bo Îraqê bi şertê çekdanîna milîsan ve hatin girêdan. Di projeyasayê de cezayên li ser teknolojî û pîşesaziya parastinê ya Îranê jî hatin xurtkirin.
Piraniya Komariyan piştgirî da projeyasayê lê pêvajoya yasayî hîn temam nebûye. Demokratên li Senatoyê bi taybetî ji ber şerê Îranê û zêdebûna lêçûnên leşkerî li dijî projeyasayê derdikevin.
Daxwaza Pentagonê
Budceya parastinê ku ji aliyê Meclisa Nûneran ve hat qebûlkirin, çarçoveya polîtîkayên parastinê yên Amerîkayê yên sala darayî ya 2027an diyar dike.
Pentagonê bi giştî daxwaza 1,5 trilyon dolaran a lêçûnên parastinê kir.
Ev pere wiha dabeş dibe:
· 1,15 trilyon dolar ji bo budceya bingehîn a parastinê ye.
· 350 milyar dolar jî ji bo fonên zêde yên rewşên lezgîn û pêdiviyên leşkerî yên çaverênekirî tê veqetandin.
Projeyasa hîn nebûye yasa. Ji bo vê yekê divê Senato jî heman metnê qebûl bike û paşê Donald Trump wê îmze bike.
Li Meclisa Nûneran hinek madeyên ku nû li projeyasayê hatin zêdekirin bûn sedema nîqaşan.
Hinek ji van madeyan ev in:
· Dê destûr were dayîn ku leşker û personelên sivîl ên li baregehên leşkerî dixebitin çekan hilgirin.
· Fînansekirina neştergeriyên guhertina zayendê û tedawiyên têkildarî wan ên di pergala tenduristiya leşkerî de tê astengkirin.
· Yasaya Hilberîna Parastinê heta sala 2031ê tê dirêjkirin.
· Ji bo çêkirina keştiyên nû yên şer 500 milyar dolar tên veqetandin.
Mijara Îranê
Projeyasa ji Meclisa Nûneran derbas bû lê li Senatoyê hat rawestandin. Senatorên Demokrat bi taybetî li dijî berdewamiya operasyonên leşkerî yên li Îranê û zêdebûna bilez a lêçûnên parastinê derdikevin.
Serokê Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran Mike Rogers li ser mijarê got:
“Di vê projeyasayê de madeyên ku her kes li ser wan li hev nake hene. Lê divê em fêm bikin ku ev tenê gaveke ji pêvajoya dirêj a yasadanînê ye.”
Joe Wilson ku yek ji endamên kevn ê Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran e da zanîn ku projeyasa ne tenê rêkxistineke budceyê ye, di heman demê de peyameke siyaseta derve jî hildigire.
Joe Wilson li ser vê yekê wiha got:
“Rejîma Îranê û hevrikên me yên din wêrektir dibin. Ev yasa vê peyamê dide ku Amerîka li hemberî her hewldaneke dijminane ya li dijî welatê me û hevpeymanên me amade ye.”
Wilson qal kir ku projeyasa alîkariyên ewlehiyê yên ji bo Ukrayna, Sûriye, Îraq û Gurcistanê jî li xwe digire û ev yek beşek ji stratejiya “bi rêya hêzê aştî”yê ye.
Alîkariya ji bo Îraqê didome lê bi şert e
Li gorî projeyasayê, perwerde, alav û piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an tê dirêjkirin.
Lê ji sedî 75ê fona ewlehiyê ya ku ji bo Îraqê hatiye veqetandin dê neyê dayîn.
Ev pere dê wê demê serbest bibe ku Wezîrê Parastinê ji Kongreyê re raporekê bişîne û diyar bike ku ev şert hatine bicihanîn:
· Ji bo çekdanîn û belavkirina komên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê gavên cidî werin avêtin.
· Desthilata Serokwezîrê Îraqê ya li ser hemû hêzên çekdar were xurtkirin.
· Lêpirsîn û cezakirina wan komên ku êrişî berjewendiyên Amerîka û Îraqê dikin.
Budceya Pêşmergeyan
Yek ji madeyên herî girîng ên projeyasayê jî li ser Hêzên Pêşmergeyan bû.
Li gorî metna yasayê, astengiyên budceyê û şertên ku ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine danîn dê ji bo Hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê neyên bicihanîn.
Ev sererastkirin nîşan dide ku Amerîka piştgiriya xwe ya leşkerî û darayî ya ji bo Pêşmergeyan, ji nîqaşên milîsên li Bexdayê cuda dinirxîne.
Piştgiriya ji bo HSDyê wê bidome
Projeyasa destnîşan dike ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hevbeşên wê yên li Sûriye û Rojavayê yên di têkoşîna li dijî DAIŞê de didome.
Li gorî vê yekê, piştgiriya perwerde, alav û operasyonan a ji bo HSDyê dê heta dawiya sala 2027an bidome. Projeyasa her wiha dayîna pereyan ji bo wan welatên hevpeyman ên ku piştgiriyê didin operasyonên Amerîkayê jî li xwe digire.
Ji xeynî van tiştan, veguhastina her girtiyekî Guantanamoyê ya ji bo Sûriyeyê jî tê qedexekirin. Di projeyasayê de Îran di nav “welatên dijmin ên biyanî” yên Amerîkayê de tê dabeşkirin.
Li gorî vê yekê:
· Bikaranîna madeyên xav an jî teknolojiya bipêşketî ya bi çavkaniya Îranê, di pîşesaziya parastinê ya Amerîkayê de tê qedexekirin.
· Piştgirî tê dayîn ku bi Îsraîlê re li dijî dronan teknolojiyên parastinê û pergalên parastina asmanî werin pêşxistin.
Projeyasaya ku ji Meclisa Nûneran derbas bû dê niha li Senatoyê were gotûbêjkirin. Piştî ku her du alî li ser metneke hevpar li hev bikin, dê yasa ji bo erêkirinê pêşkêşî Serok Donald Trump were kirin.
Li gorî daneyên sala 2025an ên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navdewletî ya Stockholmê (SIPRI) ku bazirganiya fermî ya çekan a navneteweyî dişopîne; xercên leşkerî yên cîhanê ji sedî 2,9 zêde bûne û gihîştin 2 trilyon û 887 milyar dolarî. Ev asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha tomar kiriye û ev 11 sal in ku xercên leşkerî yên cîhanê li pey hev zêde dibin.
Li gorî rapora SIPRIyê ya Nîsana 2026an; xercên leşkerî yên cîhanê di 10 salên dawî de (2016-2025) ji sedî 41 zêde bûn. Rêjeya xercên leşkerî di nav dahata cîhanê de, di sala 2024an de ji sedî 2,4 bû, lê di 2025an de derket ji sedî 2,5an. Li cîhanê li serê her kesî 352 dolar xercê leşkerî dikeve.
Di raporê de hat diyarkirin ku; her çend xercên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kêm bûbin jî, ji ber bilindbûna herî zêde a li Ewropayê û zêdebûna li Asya û Okyanusyayê, xercên giştî yên cîhanî derketin jor. Heke em DYAyê hesab nekin, xercên leşkerî yên cîhanê di sala 2025an de ji sedî 9,2 zêde bûne.
Li Ewropayê ji sedî 14 zêde bûye
Li gorî SIPRIyê; di sala 2025an de xercên leşkerî li hemû herêman zêde bûne, tenê li parzemîna Amerîkayê kêm bûne. Zêdebûna herî balkêş li Ewropayê çêbû. Xerca leşkerî ya giştî ya welatên Ewropayê ji sedî 14 zêde bû û derket 864 milyar dolarî.
Ev, asta herî bilind e ku SIPRIyê heta niha ji bo Ewropayê tomar kiriye. Xercên li vê herêmê di navbera salên 2016 û 2025an de bûne du qat; rêjeya zêdebûnê wekî ji sedî 102 hat hesabkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên vê zêdebûnê şerê Rûsya-Ûkraynayê ye; her wiha guman û nediyariya endamên NATOyê ya li ser garantiyên ewlehiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Lêçûnên leşkerî yên 29 endamên NATOyê yên li Ewropayê, di sala 2025an de gihişt 559 milyar dolarî. Li gorî rapora SIPRIyê, ji van welatan 22an lêçûnên xwe yên leşkerî bi kêmî ve derxistin ji sedî 2ê.
Li Ewropayê di zêdekirina xerciyên leşkerî de herî zêde Almanya, Polonya, Îtalya, Îspanya û Ûkrayna derketin pêş. Lêçûnên leşkerî yên Almanyayê ji sedî 24 zêde bûn û gihiştin 114 milyar dolarî; bi vî rengî Almanya di asta cîhanê de derket rêza çaremîn. Lêçûnên Polonyayê ji sedî 23, yên Îtalyayê ji sedî 20 û yên Îspanyayê jî ji sedî 50 zêde bûn. Lêçûnên leşkerî yên Ûkraynayê bi zêdebûneke ji sedî 20î gihişt 84,1 milyar dolarî.
Di sala 2025an de pênc welatên ku herî zêde lêçûnên leşkerî kirine; DYA, Çîn, Rûsya, Almanya û Hindistan bûn. Lêçûnên van her pênc welatan bi giştî gihişt 1 trilyon û 686 milyar dolarî; ev jî ji sedî 58ê lêçûnên giştî yên cîhanê pêk tîne. Pişka 15 welatên pêşîn jî derket ji sedî 80yî.
DYA, bi lêçûneke 954 milyar dolarî cihê xwe yê di rêza yekem de parast, lê lêçûnên wê li gorî sala 2024an ji sedî 7,5 kêm bûn. Lêçûnên leşkerî yên Çînê bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûn û bi texmînî gihiştin 336 milyar dolarî. Lêçûnên Rûsyayê jî ji sedî 5,9 zêde bûn û gihiştin 190 milyar dolarî; ev jî dibe ji sedî 7,5ê Berhema Navxweyî ya Gelemperî (BNG) ya Rûsyayê.
*Çavkanî: Pukmedia, Rûdaw, Rojnews


