Çalakiya ji bo girtiyên nexweş ku li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin 10 roj li pey xwe hişt. Di çalakiyê de bang li Wezareta Dadê hat kirin ku girtiyên nexweş berdin.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 10’an de domandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Hevserokên MED-TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Piştî daxuyaniyê, çalakiyê dest pê kir.
Di çalakiyê de girseyê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin. Her wiha beşdaran pankarta bi nivîsa “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” vekir.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zakî Îrmez di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku girtiyên nexweş nikarin bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê û wiha got: “Divê Wezareta Dadê dengê malbatên girtiyên nexweş bibihîse û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em îro çalakiya xwe bi dawî dikin, lê heta hemû girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya îro bi dawî bû. Çalakî dê sibe jî li ber Wezareta Dadê bidome.
“Divê Wezareta Dadê û rayedarên dewletê dengê dayikan bibihîsin û demildest girtiyên nexweş berdin. Em destûr nadin ku hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe meclisê de axivî. Malbatên girtiyên nexweş, dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Eylul Kapkaç ku piştî 30 salan hat berdan jî tev li komcivîna DEM Partiyê ya vê hefteyê bûn.
Her wiha bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan Koma Jinan a DEM Partiyê jî tev li komcivînê bû. Di komcivînê de jinan wêneyê jinên girtî yên nexweşin rakirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de xêr hatina Dayikên Aştiyê û jinên tev li koma jinan a DEM Partiyê ku yekêm partiya koma jinan li dardixîne, kir. Tulah Hatîmogullari bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de dixwazin mafên jinan bên naskirin û wiha got:
“Jinên Êzidî ji bo jinên winda yên Êzidî têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye û silav dikin. Her wiha em bi jinên Elewî yên Sûriyeyê jî di nava piştgiriyê de ne û jinên hatinê qetilkirin bi bîr tînin. Em girtiyên LGBT+ re jî silavên xwe li vir dişinin. Di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokhan de ji hemû jinên girtî re jî silavên xwe dişînin.”
“Em dev ji peymana Stenbolê bernadin”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan dixwazê jinan mehkumî zilam bike û ev tişt anî ziman:
“Desthilat bi polîtîkayên ‘Parastina malbatê’ mafê jinan desteser dike. Lê çi diparêze? Jin rastî tundî û kuştinê tên. Em li vir bang li desthilatê dikin; Hûn nikarin bi van polîtîkayan jinan biparêzin. Em ji we dipirsin; Çima jin rastî tundî û kuştinan tên? Çima lêpirsînên bi bandor nayên meşandin? Ciwanên me yên diçin zanîngehê rastî kuştin û windakirinan tên lê kujerên wan nayên dîtin. Malbat bi salane dipirsin; Çi bi serê Gulistan Dokuyê hat?, mirina Rojwelat Kizmaz çima nayê ronîkirin. Kujerê Rojîn Kabaîş çima nayê dîtin? M.O. çima beraat kir. Çi bi Narîn Guran hat? Lê bila baş bizanibin heta dawî em ê li pêy van dosyayan bin. Di meha Cotmehê de 20 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Êdî ew bûye qirkirina jinan. Desthilat bi vekişîna peymana Stenbolê û qanûnên jinan diparêzin yek bi yek ji holê radike. Bi rakirina mafê nafaqayê destkêftiyên jinan tune dike. Lê bila baş bê zanîn em ê destkêftiyên xwe teslîmî polîtikayên we nakin. Em dev ji peymana Stenbolê jî ji mafê xwe yê nafaqayê jî bernadin û van polîtikayan qebûl nakin.”
“Divê wezareta Jinan bê avakirin”
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin careke din budçeyê de bê par hatine hiştin û wiha got:
“Duh ez li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bûm. Rewşa jinên kedkar pir xirab bû. Lê desthilat dengê civakê nabihîse. Ji jinên malbatî ku nikarin debara xwe bikin tenê 2 hezar alikariyê didin û fedî nakin û propagandaya wê dikin. Dê bi 2 hezaran çi bikire. Ji bo daxwazên me bi cih werin em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Weke DEM Partî em dibêjin divê di hemû budçeyan de jin ber bi çav bên girtin û ji bo jinan budçe bê veqetandin. Her wiha divê Wezareta Jinan bê avakirin. Pêdiviya jinan bi sedeqeyê nîn e, lê pêdiviya jinan bi aboriyeke xweser heye. Divê mafê jinên astengdar bêyî muhtacî malbatê bibe bê misogerkirin. Her wiha divê budçe ji bo aştî, jin, karker, ciwan, xwendekar û hemû kesan bê veqetandin. Lê di vê budçeyê de ew tune ye.”
“Demildest girtiyên nexweş berdin”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku derfeta aştiyê herî zêde di vê serdemê de heye û wiha pê dê çû:
“Divê budçe ji bo civakî kirina aştiyê were veqetandin. Ji bo perwerdehiya mafê zimanê dayikê were veqetandin. Ji bo wê jî em ê hertim bêjin; Nan, aştî û azadî. Li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêdetir bûne. Li girtîgeha Sîncanê 4 jinên edlî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên jin ên siyasî ku nexweşin nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê. Newroz Bozkurt nexweşa penceşêrêye û ji ber ku tedawî nehatiyê kirin rewşa wê giran e. Tevî vê jî nayê berdan. Evîn Zapsû penceşêra asta 4an e lê dîsa nayê berdan. Ez ji wan dipirsim; Hûn li benda mirinê ne? Her wiha berdana girtiyên siyasî jî tê astengkirin. Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş werin berdan di çalakiyê de ne. Ez têkoşîna wan jî silav dikim û dibêjim; Têkoşîna we têkoşîna me ye. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin heta ew encamekê bigirin dê li ber Wezareta Dadê bin. Divê Wezareta Dadê û rêyedarên dewletê dengê dayikan bibihîse û demildest girtiyên nexweş berde. Em destûr nadin hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”
“Em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin”
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin ji bo civakîkirina aştiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Jin kirdeyên sereke yê vê pêvajoyê ne. Jinan bi avakirina Înisiyatîfa Pêdiviya min bi Aştiyê heye pêvajoyê li benda dewletê nahêlin. Jinan bi avakirina komîsyonekê ew pêvajo ji înisiyatîfa zilaman re nehişt. Em jî serkêftinê dixwazin. Jin dibêjin divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê. Divê êdî ew qanûn ji astengiya teyît û tespîtê derbas bike û bikevê meriyetê. Misogeriya destkêftiyên jinan aştî ye. Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û demildest birêz Ocalan koordînatoriyê bike û dest bi xebatan bike. Her wiha divê rojnamegerên jin, parêzer û siyasetmedar bikaribin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyeta me jî silavên xwe bi rêya heyetê şand û em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişinin.”
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku 75 salî ye û krîza dil derbas kiribû. Înîsiyatîfê xwest ku Yildirim demildest were berdan.
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.
Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa “poşmanî” li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.
Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.
Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.
Yildirim ji 24ê Tebaxê vir ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê.
Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”. Di 24ê Tebaxê de careke din 3 mehan hate taloqkirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 625emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Înîsiyatîfê li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku çend roj berê li Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê krîza dil derbas kiribû.
Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta “dermankirin maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hate berzkirin.
Sevîl Turgutê diyar kir ku nexweşiyên Mehmet Saît Yildirim girantir bûne û wiha got:
“Mehmet Saît Yildirim ev 31 sal in di girtigehê de tê ragirtin. Ev demeke dirêje nexweşiyên wek dil û demar, hîpertaniyon, KOAH, fitiqa stû û nexweşiyên din lê peyda bûne. Ev nexweşiyên wî jiyana wî ya rojane asteng dike. Rewşa tenduristiya Saît Yildirim di 24ê Tebaxa 2026an de bi derbaskirina krîza dil gihîşt asteke girantir. Di heman rojê de bi Desteya Çavderî û Îdareyê re hevdîtin kiriye û piştre dema ku vegeriyaye odeya xwe krîza dil derbas kiriye. Piştre wî rakirine nexewşxaneyê û stend lê dane. Ev rewşa wî ya dawî jî nîşan dide ku êdî rewşa tenduristiya Yildirim di bin xetereyê de ye.”
Sê car in berdana wî tê taloqkirin
Sevîl Turgutê bi bîr xist ku ev berdana Mehmet Saît Yildirim ev bû sê caran tê taloqkirin û rewşa tenduristiya wî li ber çavan nayê girtin. Sevîl Turgut diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim 75 salî ye û li hemberî jiyana wî rûmeta mirovahî nayê girtin. Sevîl Turgut da zanîn ku divê Mehmet Saît Yildirim di Sibata 2025an de bihata berdan lê ev yek tê dirêjkirin û ev yek rewşa jiyan û tenduristiya wî dixe talûkeyê. Sevîl Turgut anî ziman ku divê Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan û li cem malbata xwe dermankirina wî bi awayek rêk û pêk bê kirin.
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi “fermana Wezaretê” de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.