“Divê Wezareta Dadê û rayedarên dewletê dengê dayikan bibihîsin û demildest girtiyên nexweş berdin. Em destûr nadin ku hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe meclisê de axivî. Malbatên girtiyên nexweş, dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Eylul Kapkaç ku piştî 30 salan hat berdan jî tev li komcivîna DEM Partiyê ya vê hefteyê bûn.
Her wiha bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan Koma Jinan a DEM Partiyê jî tev li komcivînê bû. Di komcivînê de jinan wêneyê jinên girtî yên nexweşin rakirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de xêr hatina Dayikên Aştiyê û jinên tev li koma jinan a DEM Partiyê ku yekêm partiya koma jinan li dardixîne, kir. Tulah Hatîmogullari bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de dixwazin mafên jinan bên naskirin û wiha got:
“Jinên Êzidî ji bo jinên winda yên Êzidî têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye û silav dikin. Her wiha em bi jinên Elewî yên Sûriyeyê jî di nava piştgiriyê de ne û jinên hatinê qetilkirin bi bîr tînin. Em girtiyên LGBT+ re jî silavên xwe li vir dişinin. Di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokhan de ji hemû jinên girtî re jî silavên xwe dişînin.”
“Em dev ji peymana Stenbolê bernadin”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan dixwazê jinan mehkumî zilam bike û ev tişt anî ziman:
“Desthilat bi polîtîkayên ‘Parastina malbatê’ mafê jinan desteser dike. Lê çi diparêze? Jin rastî tundî û kuştinê tên. Em li vir bang li desthilatê dikin; Hûn nikarin bi van polîtîkayan jinan biparêzin. Em ji we dipirsin; Çima jin rastî tundî û kuştinan tên? Çima lêpirsînên bi bandor nayên meşandin? Ciwanên me yên diçin zanîngehê rastî kuştin û windakirinan tên lê kujerên wan nayên dîtin. Malbat bi salane dipirsin; Çi bi serê Gulistan Dokuyê hat?, mirina Rojwelat Kizmaz çima nayê ronîkirin. Kujerê Rojîn Kabaîş çima nayê dîtin? M.O. çima beraat kir. Çi bi Narîn Guran hat? Lê bila baş bizanibin heta dawî em ê li pêy van dosyayan bin. Di meha Cotmehê de 20 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Êdî ew bûye qirkirina jinan. Desthilat bi vekişîna peymana Stenbolê û qanûnên jinan diparêzin yek bi yek ji holê radike. Bi rakirina mafê nafaqayê destkêftiyên jinan tune dike. Lê bila baş bê zanîn em ê destkêftiyên xwe teslîmî polîtikayên we nakin. Em dev ji peymana Stenbolê jî ji mafê xwe yê nafaqayê jî bernadin û van polîtikayan qebûl nakin.”
“Divê wezareta Jinan bê avakirin”
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin careke din budçeyê de bê par hatine hiştin û wiha got:
“Duh ez li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bûm. Rewşa jinên kedkar pir xirab bû. Lê desthilat dengê civakê nabihîse. Ji jinên malbatî ku nikarin debara xwe bikin tenê 2 hezar alikariyê didin û fedî nakin û propagandaya wê dikin. Dê bi 2 hezaran çi bikire. Ji bo daxwazên me bi cih werin em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Weke DEM Partî em dibêjin divê di hemû budçeyan de jin ber bi çav bên girtin û ji bo jinan budçe bê veqetandin. Her wiha divê Wezareta Jinan bê avakirin. Pêdiviya jinan bi sedeqeyê nîn e, lê pêdiviya jinan bi aboriyeke xweser heye. Divê mafê jinên astengdar bêyî muhtacî malbatê bibe bê misogerkirin. Her wiha divê budçe ji bo aştî, jin, karker, ciwan, xwendekar û hemû kesan bê veqetandin. Lê di vê budçeyê de ew tune ye.”
“Demildest girtiyên nexweş berdin”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku derfeta aştiyê herî zêde di vê serdemê de heye û wiha pê dê çû:
“Divê budçe ji bo civakî kirina aştiyê were veqetandin. Ji bo perwerdehiya mafê zimanê dayikê were veqetandin. Ji bo wê jî em ê hertim bêjin; Nan, aştî û azadî. Li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêdetir bûne. Li girtîgeha Sîncanê 4 jinên edlî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên jin ên siyasî ku nexweşin nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê. Newroz Bozkurt nexweşa penceşêrêye û ji ber ku tedawî nehatiyê kirin rewşa wê giran e. Tevî vê jî nayê berdan. Evîn Zapsû penceşêra asta 4an e lê dîsa nayê berdan. Ez ji wan dipirsim; Hûn li benda mirinê ne? Her wiha berdana girtiyên siyasî jî tê astengkirin. Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş werin berdan di çalakiyê de ne. Ez têkoşîna wan jî silav dikim û dibêjim; Têkoşîna we têkoşîna me ye. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin heta ew encamekê bigirin dê li ber Wezareta Dadê bin. Divê Wezareta Dadê û rêyedarên dewletê dengê dayikan bibihîse û demildest girtiyên nexweş berde. Em destûr nadin hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”
“Em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin”
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin ji bo civakîkirina aştiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Jin kirdeyên sereke yê vê pêvajoyê ne. Jinan bi avakirina Înisiyatîfa Pêdiviya min bi Aştiyê heye pêvajoyê li benda dewletê nahêlin. Jinan bi avakirina komîsyonekê ew pêvajo ji înisiyatîfa zilaman re nehişt. Em jî serkêftinê dixwazin. Jin dibêjin divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê. Divê êdî ew qanûn ji astengiya teyît û tespîtê derbas bike û bikevê meriyetê. Misogeriya destkêftiyên jinan aştî ye. Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û demildest birêz Ocalan koordînatoriyê bike û dest bi xebatan bike. Her wiha divê rojnamegerên jin, parêzer û siyasetmedar bikaribin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyeta me jî silavên xwe bi rêya heyetê şand û em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişinin.”



