Li gundê Bazirgana Giyadîna Agiriyê, di navbera xebatkarên şîrketa GESê ku bêyî belgeyên fermî ketin qadê û gundiyan de alozî derket. Gundiyan gotin: “Ev biryareke siyasî ye, em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Li gundê Bezirgana navçeya Giyadîna Agiriyê, di navbera xebatkarên şîrketê û gundiyan de li dijî projeya GESê ya ku tê xwestin were çêkirin, alozî derket.
Piştî projeyên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) yên ku dihat xwestin li Gimgim û Kanîreşê werin pêkanîn, vê carê jî projeyên Santrala Enerjiya Rojê (GES) yên ku tê xwestin li navçeya Giyadînê ya Agiriyê werin çêkirin, hatin rojevê. Gundiyan diyar kir ku ji bo projeya GESê ya ku tê xwestin li gundê Bezirganê were pêkanîn, xebatkarên şîrketê bêyî ku belgeyên wan ên fermî hebin ketine qadê. Gelê herêmê yê ku bide zanîn ew vê projeyê qebûl nakin, berteka xwe didomîne.
Altindag: “Nerîna gundiyan nehat girtin”
Salih Altindag ji gundê Bezirganê yê Giyadînê ye, derbarê gefa projeya GESê ya li herêmê de ji Niha+ re axivî.”
Altindag diyar kir ku bêyî nerîna gundiyan were girtin, hewl didin projeya GESê bixin meriyetê. Altindag bertek nîşana destûrdana vê projeyê da û bal kişand ser pirsgirêkên kadastroyê yên li ser erdên gund.
Altindag destnîşan kir ku ji ber xebatên kadastroyê yên ku beriya salan li gund hatine kirin, di sînorên erdan de şemitîn çêbûne û weha got: ‘Parsel ketine nav hev. Beşek ji projeyê dikeve ser çêrgehê û beşek jî dikeve ser zeviyên çandî yên şexsan.” Altındag pirsî, “Heta ku erdên gund nehatine nûkirin, bi çi mafî destûr dane projeyeke weha?” û anî ziman ku ji ber projeyê, rêya çûyîna ajalan a bo çêrgehê jî hatiye girtin.
“Aşkere ye ku ev biryareke siyasî ye”
Altindag da zanîn ku her çiqas qada navborî cihê herî baş ê çêrandina ajalan e jî, ji bo vir rapora ‘erdê rût û bêber’ hatiye amadekirin. Altindag diyar kir ku ew dixwazin ev rapor were lêkolînkirin û wekî gundî li dijî vê projeyê ne.
Altindağ bal kişand ser ku her çend destûra avadaniyê tune ye jî xebatên avakirine berdewam dikin û got, “Aşkere ye ku ev biryareke siyasî ye”. Her weha Altindag bang li rayedaran kir û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin:
“Em wekî gundî, bêyî ku zirarê bidin mal û canê kesî, dê têkoşîna xwe bidomînin. Ev dikare bibe 9 sal ango 49 sal, lê dê heta dawiyê bidome.”
Oduk: “Ji Wanê heta Qersê hemû herêm hatiye dorpêçkirin”
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdoğan Oduk têkildarî mijarê diyar kir ku Agirî jî di nav de, hemû herêma Bakûrê Serhedê hewl tê dayîn ku bibe qada Santrala Enerjiya Rojê. Oduk da zanîn ku ev rewş tenê bi navçeyekê re sînordar nîne; hemû çergeh, qadên derbasbûna ajalan û herêmên ku pir tavê digirin, ji sermayeyê û projeyên GESê re hatine vekirin.
Oduk destnîşan kir ku ev rewş ne tenê li Agiriyê, li gelek herêmên mîna Wan û Qersê yên ku rûniştina wan kêm e û pir tavê digirin jî rû dide û weha got: “Hemû herêm ji sermayeyê re hatine vekirin û niha li ser hemû qadan êrişeke pir cidî heye. Niha di serî de Wan, ji Wanê dest pê dike û li seranserî wê xetê heta Qersê, hema bêje hemû qad bi santralên enerjiya rojê hatine dorpêçkirin.”
Her weha Oduk bal kişand ser ku proje di sînorên xwe yên destpêkê de namînin û her ku diçe tên firehkirin û mînaka ku li Artemêta Wanê qewimiye bi bîr xist:
“Bifikirin ku li ser erdekî 1000 donimî dest pê kirine, du-sê sal şundê hûn dinêrin ku qad derketiye 2000 donimî. Mînak, hinek proje niha li ser kaxezê wekî erdekî donimek xuya dikin. Lê bi wê re sînordar namînin. Şîrket her sal destûra firehkirinê digire. Ji ber vê yekê, mirov nikare rûberekî zelal jî bibêje.’
Oduk anî ziman ku enerjiya tê hilberandin ji bo berjewendiya gelê herêmê nayê bikaranîn û parast ku pêvajoyên ÇEDê (Nirxandina Bandora li ser Jîngehê) jî bi awayekî şefaf nayên meşandin. Oduk îdia kir ku ev pêvajo di ser mixtaran re an jî bi veşartina ji gel tê meşandin û ev nirxandin kir: “Ji bo gel hilberîneke enerjiyê tune ye. Mixabin ji bo ku çend şîrket û sermayedar qezenc bikin, ev hemû qad pêşkêşî şîrketan hatine kirin.”
Her weha Oduk axaftina xwe weha bi dawî kir: “Sibe yan du sibe, dema ku karibin daristanan bînin asta ku dixwazin, yanî dema ku şewitandin û kirin xwelî, wê derê jî dê veguherînin GESan.”



