Nerazîbûnên li dijî projeya JESê ya ku tê plankirin li Gimgim û Kanîreşê werê çêkirin, didomin. Di 24 Nîsanê de li Gimgimê û di 25ê Nîsanê de li Kanîreşê li dijî projeya JESê wê mîtîngên ekolojiyê bên kirin. Welatiyên herêmê ji bo beşdariya mitîngan bang kirin.

Li navçeyên Gimgima Mûşê û Kanîreşa Çewligê, ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş.yê ve ku navenda wê li Amerîkayê ye, du projeyên cuda yên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) dê werin çêkirin. Pispor û şêniyên herêmê balê dikşînin ser vê yekê ku ev proje dê ne tenê xwezayê, di heman demê de jiyana li herêmê jî tune bikin.
Projeyên navborî, dê bandoreke rasterast li ser 22 gundên di navbera Kanîreş û Gimgimê de bikin. Welatiyên herêmê li dijî vê projeyê wê du mîtîngên mezin li dar bixin. Mîtînga Gimgimê di 24ê Nîsanê de û ya Kanîreşê jî wê di 25ê Nîsanê de were li dar xistin.
Kanîreş
Li gundên Qerxabazar, Aynik, Lîcik, Şorik, Çêrmûk û Siqavêlan ên navçeya Kanîreşa Çewlîgê, ji aliyê Şîrketa Anonîm a IGNIS H2 ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ve, di çarçoveya xebatên “Lêgerîna Çavkaniyên Enerjiya Jeotermal” de tê plankirin ku bi kêmanî 25 bîrên sondajê werin vekirin. Şîrketa ku di 3ê Cotmeha 2025an de pêvajoya ÇEDê (Nirxandina Bandora li ser Jîngehê) dabû destpêkirin, di 1ê Nîsanê de bersiva erênî wergirt. Li dijî rapora “ÇED guncaw e” welatiyên herêmê amadehiya vekirina dozê dike.
Gimgim
Her weha heman şîrket dixwaze di nav sînorên gundê Xwarika Gimgimê de jî dê projeyên JESê pêk bîne û wê bandorê li 16 gundan bike.
Gundên ku li Gimgimê li ber JESê kevin ev in: Tanzik, Tatan , Hemug , Çorsan, Xwarik, mezraya Dewreşêlî, Qasiman, Ameran, Zengena, Mengel, Kuzik, Civarkan, Caneseran, Xaşxaş, Uskira, Şorik, Şeman , Gadizan, Badan.

Di 24 Nîsanê de li Gimgimê û di 25ê Nîsanê de li Kanîreşê li dijî projeya JESê wê mîtîngên ekolojiyê bên kirin. Welatî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo beşdariya mitîngan bang kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan(DEM Partî) Omer Faruk Hulaku, Sumeyye Boz û Ayten Kordu û her wiha gelek siyasetmedar û aktivîstên ekolojiyê beşdarî mitîngê bibin.
“Em xwezaya xwe radestî tu kesî nakin”
Yek ji şêniyên gundê Qerxabazarê Mahsûn Avci diyar kir ku axa ku ew lê dijîn ji hêla dîrokî û olî ve ji bo wan bi qîmet e û got:
“Ev qada jiyana me ye. Ji ber vê yekê em li dijî wê ne. Ji ber vê, em li dijî projeya JES’ê ne. Ji ber ku ew madeyên zirardar derdixe û erdê wêran dike. Em ê di 24’ê mehê de bi xwişk û birayên xwe yên li Gimgimê mitîngekê li dar bixin. Em li benda hemû gelê xwe ne. Her wiha di 25’ê mehê de li Kanîreşê mitîngek me heye. Em li benda xwişk û birayên xwe yên li wir jî ne. Îro roja hevgirtin û biratiyê ye. Divê em li dijî kesên ku axê wêran dikin bisekinin.”
Her weha Halîl Harmanci jî diyar kir ku li Qerxabazarê kes JESê naxwazin û got ku ew naxwaze ev proje xwezayê wêran bike û got:
“Em ê gundê xwe terk nekin. Em ê heta mirinê, heta dawiyê li ber xwe bidin. Sedema ku çav berdana erdnîgariya me, bedewiya wê ye. Li gundê me sewalvanî û av heye. Me zarokatiya xwe li vir derbas kir. Em naxwazin ew bên gundê me.”
Mehmet Harmanci jî bi Niha+’yê re axivî û diyar kir ku berxwedana wan a li dijî talankeran nû dest pê dike û got: “Di rûmeta mirovahiyê de ma tiştek wisa ye heye ku axa xwe, ava xwe, xwezaya xwe û mala xwe ji bo rûxandinê radestî kesî bike. Bila bizanibin axa me, xwezaya me rûmeta me ye. Ew çi bikin jî vê qadê û xwezayê em nadin wan û ew jî talan nakin. Piştî mîtîngê em ê xebatên xwe bidomîne, me di warê hiqûqî de serlêdanên pêwîst kirin.”
Harmanci ji bo beşdariya mîtîngê jî bang li welatiyan kir ku beşdarî mîtîngê bibin û xwedî li rûmeta xwe derkevin. Divê em av, xweza û ajalan ji van talankeran biparêzin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê bi bîr xist ku qanûnên derbarê avhewa û madenê de bilez hatine derxistin û diyar kir ku ev biryar yekûna tercîhên siyasî ne. Sumeyye Bozê bi bîr xist ku xweza di bin navê enerjiya domdar de ji bo berjewendiyên şîrketan tê pêşkêşkirin û got ku qanûn li gorî daxwazê li ser gel tên ferzkirin.

“Werin em hemû ber bi Gimgimê “
Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Ûmût Yilmaz, bal kişand ser xetera ku proje bibe sedema wêraniyeke mezin. Yilmaz diyar kir ku ev mitîng dê li Tirkiye û Herêmê yekemîn mitînga mezin a ekolojiyê be û got:
“Em li her deverê amadekariyan dikin. Em bang li hemû xelkê Mûşê dikin; werin em hemû ber bi Gimgimê ve biherikin û li dijî vê wêrankirina jîngehê dengê xwe bilind bikin. Tiştê ku îro li wir dest pê dike, dê rê li ber karesatekê veke ku dê li seranserê herêmê belav bibe.”
“Divê em pêşî li wêrankirinê bigirin”
Endamê Şaxa OHD a Mûşê Îsmaîl Mazlum Saysal destnîşan kir ku proje ne tenê gefê li wêrankirina çavkaniyên bingehîn ên debarê dixwe, di heman demê de zirarên cidî dide xwezayê jî û got ku proje ji bo qezenca şîrketan xizmetê dikin. Saysal bi bîr xist ku ji gelek deverên Tirkiyeyê dê kes beşdarî mitînga Gimgimê bibin û got:
“Ez difikirim ku divê em dengê xwe bi tundî li dijî JES a plankirî bilind bikin. Divê em bi hev re bin. Wekî OHD a Mûşê, em gelê xwe vedixwînin mitîngê.”
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilganê jî banga beşdarbûna mitînga Gimgimê kir û got:
“Wekî ku hûn dizanin, mitînga ekolojiyê a mezin, ya yekem a bi vî rengî li Tirkiye û Kurdistanê, dê di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê ji bo protestokirina JES a plankirî bê lidarxistin. Em we hemûyan vedixwînin ku bi hesasiyet nêzî bibin û beşdar bibin, da ku pêşî li wêrankirina ekolojiyê li Gimgimê, herêmên din ên Herêmê û li seranserê Tirkiyeyê bigirin. Em di 24’ê Nîsanê de li benda hemû gelê xwe ne ku bên Gimgimê.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan, destnîşan kir ku mirov beşek ji xwezayê ne û bi bîr xist ku piştî qanûna avhewayê ya ku ji aliyê Meclisê ve hatiye derxistin, li gelek bajaran ruxsetên madenê hatine dayîn. Aslan bi bîr xist ku xebatên lêgerîna zêr li Giyadînê û projeya JES’ê ya li Gimgimê dê zirarê bidin herêmê û got: “Ya ku divê em îro bikin ev e ku em li dijî vê jeotermalê bisekinin. Wek DEM Partî û saziyên demokratîk, em ê bi beşdarbûneke xurt di mitînga ku dê di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê bê lidarxistin de li dijî wêrankirina xwezayê bisekinin.”
Bandora Erdhejê

Xeta şikesteka(FAY) Kanîreşê, li navçeya Kanîreşa Çewligê xaleke hevbeş e ku her du xetên mezin, anku Xeta Şikesteka Bakurê Anadoluyê (KAF) û Xeta Şikesteka Rojhilatê Anadoluyê (DAF), digihîjin hev. Ev herêm, li ser xeta Kanîreş-Çewlig-Goynûkê di rêgeza rojhilat-rojava de dirêj dibe; bi xetên KAF, DAF û ya Gimgimê re dibe yek û koridoreke bixetere pêk tîne ku ji Erzincanê heta Marmarayê diçe.
Şîrket amadehiyê dike ku di meha Gulanê de, li gundê Xwarik ê Gimgimê (ku nêzî 25 kîlometre dûrî Qerxabazarê ye) li ser heman xetê yekemîn sondajê lê bide.
Sîsmologên ku xetên şikestekan lêkolîn dikin, balê dikşînin ku di valahiya sîsmîk ya Qerxabazarê de enerjiyeke mezin berhev bûye û dibe ku erdhejeke bi mezinahiya herî kêm 7 pileyî çêbibe. Her wiha ji bo projeyê tenê li gundê Qerxabazarê wê 8 hezar û 139 metreçargoşe qad were bikaranîn. Proje wê çêrgehan dagir bike û çandinî û sewalkariya ku çavkaniya sereke ya debara herêmê ye, tune bike. Dîsa ji ber projeyê, cihên pîroz ên welatiyên Kurdên Elewî yên li Kanîreşê wê bandoreke neyînî bibînin.
Bandorên projeyên JESê ên li ser hawirdor û jiyanê
Her çend enerjiya jeotermal wekî “enerjiya paqij” were naskirin jî, dema ku li ser xetên şikestekê (fay) û nêzî gundan bi awayekî bêserûber tê avakirin, dibe sedema van metirsiyên li jêr:
- Kîmyewî: Di dema sondajê de gazên wekî hîdrojen sîlfur ($H_2S$) û metalên giran (wekî arsenîk û bor) derdikevin. Ger ev kîmyewî tevlî ava bin erdê bibin, çavkaniyên ava vexwarinê û çandiniyê jehrî dikin. Gihayan dikuje û dibe sedem ku tevahî zindî bi nexweşiyên kronîk û xeternak bikevin.
- Germahiya Avê: Ava ku ji bin erdê tê derxistin pir germ e; ger ev av bi baldarî neyê kontrolkirin, dikare ekosîstema çem û kaniyan xira bike, çavkaniyên xwezayî zuha bike û gihayên endemîk di binî de bikujin.
- Ji ber ku Gimgim û Kanîreş li ser xaleke herî krîtîk a xetên şikestekê (KAF û DAF) ne, sondajên kûr û derxistina avê dikare bibe sedema erdhejên biçûk an jî fişarê li ser xetên şikestekê zêde bike.
- Mêrg û Zozan: Ev proje li herêmên ku heywandarî lê tê kirin tên avakirin. Dûmana santralan û bîna xirab (wekî bîna hêkên pûç) bandoreke neyînî li ser tenduristiya heywanan û mêşhingivan dike.
- Gaza Karbonê: Santralên jeotermal gaza $CO_2$ berdidin hewayê ku ev jî dibe sedema guherîna avhewayê li wê herêma taybet.
- Koçberî: Pispor dibêjin ku bi xirabûna çandinî û heywandariyê, dibe ku xelkê gundên derdorê (22 gund) neçar bimînin ku ji warê xwe koç bikin
Derbarê Ignis H2ê de
Şîrketa Ignis H2 Energy di sala 2021an de hatiye avakirin û navenda wê ya sereke li Houstonê (DYA) ye. Ev şîrket bi piştgiriya binesaziya Geolog International kar dike û di warê lêgerîn, sondaj û pêşxistina enerjiya jeotermal de pispor e.
Li Tirkiyeyê, bi taybetî li herêmên wekî Kanîreş-Yedisûyê (Çewlig) û Gimgimê (Mûş) projeyên santralên jeotermal birêve dibe. Armanca fîrmayê ew e ku bi tecrûbeya xwe ya ji sektora petrol û gazê girtiye, enerjiya jeotermal wekî çavkaniyeke bingehîn a enerjiya paqij bikar bîne. Şîrket li Tirkiyeyê (bi buroya xwe ya Îzmîrê re), li Ewropa û li seranserê cîhanê projeyên enerjiya domdar pêş dixe.



