Li Amedê Rojnamegerî: Tu her wiha ji tiştên te nenivîsandine jî berpirsiyar î

Rojnameger Veysi Polat, Öznur Değer, Murat Bayram û Faruk Balıkçı bi salan e li Amedê di bin her cure zextan de dixebitin, sînor û zehmetiyên rojnamegeriya li bajêr nirxandin.

Çavkanî: DFG

Belgefilma 140journosê ya bi navê “Şeytantepe” ku li ser kuştina Narin Güran hatiye amadekirin, nîqaşên kevin ên derbarê zor û zehmetiyên rojnamegeriya li Amedê de careke din geş kirin.

Di salên 1990î de li Amed û herêmê, rojnameger bûn qurbaniyên kuştinên “kiriyar nediyar”, hatin desteserkirin, îşkencekirin û girtin; belavkirina rojnameyan hat qedexekirin. Di salên 2000î de her çend kuştinên “kiriyar nediyar” mîna berê nebin jî, vê carê bi destê daraz û hêzên ewlehiyê karê rojnamegeran hat astengkirin. Bi girtin, sirgûn û hepsên malê rojnameger ji pîşeya xwe hatin dûrxistin; radyo, TV û malper hatin girtin û bi sedan rojnameger bêkar man.

Veysi Polat: Rastiya li qadê hişk e

Veysi Polat di sala 1991ê de li Amedê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Ew û xalê wî Hafız Akdemir (nûçegihanê Özgür Gündemê) bi hev re rastî êrîşeke çekdarî hatin. Di sala 1992an de neçar ma biçe Stenbolê. Piştî 21 salan vegeriya Amedê û saziya nûçeyan a herêmî Aborî ava kir.

Veysi Polat (Yê mîkrofon di dest te)

Polat diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê, daraz, hesasiyetên civakî û dînamîkên herêmî qada tevgera rojnamegeran pir teng dike:

“Li bajarekî ku pirsgirêka Kurd rasterast bandorê lê dike, divê tu li ser her nûçeyê çend caran bifikirî û her hevokê bipîvî. Tu ne tenê ji tiştên te nivîsandine, ji tiştên te nenivîsandine jî berpirsiyar î.”

Polat ferqa navbera Amed û bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi “giraniya pîşeyê” pênase dike û got ku bi guherîna cografyayê re rîsk û barê rojnamegeriyê jî diguhere.

Nûçeya ji herêmê tê, çawa tê guhertin?

Li gorî baweriya Polat agahiyên ji herêmê diçin navendê (Stenbol/Enqere), di parzûnên polîtîk û îdeolojîk re derbas dibin û tên guhertin: “Nexasim di medyaya navendî de, refleksa ‘zerar nedana têkiliya bi desthilatdariyê re’ dibe asteng ku nûçe wekî xwe were dayîn. Ev jî dibe sedema sansureke eşkere an jî ‘perdekirineke’ sofîstîke.”

Polat mînaka kaşkirina cenazeyê Hacı Lokman Birlik bi bîr anî û diyar kir ku medyaya navendî rastiyên herî rût ên herêmê yan nerm dike yan jî bi temamî winda dike.

Doza Narin Güran: Berî hemû kesî weşandina nûçeyê ne girîng e

Polat destnîşan kir ku heger bûyereke mîna ya Narinê li Stenbolê çêbibûya, dê herikîna nûçeyan kontrolkirî û birêxistin bimeşiya. Lê li Amedê torên têkiliyan (belavkirina agahiyan ji aliyê polîs û darazê ve bi rengekî nepen) ji refleksên rojnamegeriyê bêtir derketin pêş: “Agahiyên ku parçe bi parçe tên serviskirin, li şûna ku civakê ronî bikin, zêdetir ji bo arastekirina raya giştî xizmetê dikin. Ya girîng ne nûçegihaniya herî bilez e, ya herî rast e.”

Öznur Değer: Amed qedera nivîsandî vediguherîne têkoşînê

Öznur Değer beriya 6 salan li Amedê dest bi pîşeya xwe kir. Ji bo wê, rojnamegeriya li vir tê wateya derxistina çîrokan ji nav polîtîkayên “şerê taybet”.

Değerê got ku Amed her çend tê xwestin ku sosyolojiya wê were guhertin jî, bajarekî têra xwe polîtîk e:

“Ji zarokên kaxezan kom dikin heta Dayikên Aştiyê, ji malbatên li ber girtîgehan heta jinên ku ji bo ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên girtin… vir her bi awayekî din ‘yê din’ e.”

Öznur Değer

Değerê bal kişand ku wekî rojnamegerên jin, ew her tim di navbera emniyet, dadgeh û girtîgehê de ne. Her wiha got ku li qadê rojnamegerên ku herî zêde ji aliyê polîsan ve tên astengkirin jin in. Derbarê doza Narinê de jî niha axivî: “Medyaya ku li Amedê şev û roj li pey magazînê bû, heger ev bûyer li Stenbolê bûya dê li ser kujeran bisekinîna.”

Murat Bayram: Polîsên ku tenê bi rojnamegeran re mijûl dibin hene

Murat Bayram ê rêveberê Botan Internationalê ye, diyar ku li Amedê tu bixwazî nexwazî nasnameyeke te ya polîtîk ava dibe. Hem hikûmet hem jî komên civakî yên kurd te wekî amûreke propagandayê dibînin.

Murat Bayram

Bayram diyar kir ku zext li Amedê pir eşkere ne:

“Li Stenbolê tu dikarî di nav qelebalixê de winda bibî. Lê li Amedê komeke taybet a polîsan heye ku her rojnamegerî bi nav û nîşan nas dike û wan dişopîne.”

Bayram her wiha behsa pirsgirêka zimanê kurdî di medyayê de kir. Wî got ku Saziya Îlanên Çapemeniyê (BİK) û Google Ads piştgiriyê nadin kurdî û nûçegihanên kurdî mîna ku bi dildarî bixebitin tên dîtin û keda wan a aborî nayê dayîn.

Faruk Balıkçı: Di medyaya herêmî de tu di ‘metbexê’ de yî

Faruk Balıkçı ku di gelek saziyên neteweyî û navneteweyî de xebitiye, Amedê wekî “navenda herêmê” dibîne. Li gorî wî, rojnamegerên li vir ji ber şerên li Iraq û Sûriyeyê bûne “nûçegihanên şer”.

Faruk Balıkçı

Balıkçı ferqa navbera medyaya herêmî û ya neteweyî wiha tîne ziman:

“Di medyaya neteweyî de navend (Stenbol) nûçeyê teşe dide. Lê di medyaya herêmî de tu di metbexa kar de yî. Tiştê tu dibînî, tu dikarî bi azadî û bi dilê xwe binivîsî.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.