Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ji ber li Îranê darvekirin û êrîşên li ser hêzên kurdî berdewam dikin bang li raya giştî ya navnetewî kir ku “zextên pirtir bixin ser rejîmê û pêwendiyên dîplomatîk ên li gel wê ragirin.”

Êrîşên Îranê yên li ser partiyên kurdî
Piştî şerê 28ê Sibatê yê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de, hevdîtinên agirbestê di navbera van hêzan de destpêkiribûn û di 7ê Nîsanê de agirbest hatibû ragihandin. Ev agirbest heta îro berdewam e.
Lê di demeke wiha de, rêveberiya dewleta Îranê, dest ji darvekirinên kurdan û mixalifên din ên rejîma Îranê û êrîşên li ser hêzên kurdî berdewam dikin..
Ji ber vê rewşê Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Dezgeha tepeserkirinê ya Komara Îslamî, ji bo veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û ewlehiyê, pêleke nû ya îdamkirina girtiyên siyasî li Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye.”
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komela Xebatkarên Kurdistana Îranê û Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Xebat) di 22ê Sibata 2026an de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê damezrandin.
Hevpeymanî armanc dike ku ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê têbikoşe, mafê çarenivîsê yê gelê Kurd bi cih bîne û li Rojhilatê avahiyeke demokratîk û neteweyî saz bike ku xwe dispêre îradeya siyasî ya netewa Kurd.
Hevpeymanî di demeke wisa de ava bû ku Îranê navendên partiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi fûze û dronan dikir armanc. Hevpeymanî, hewldana dîrokî ya yekîtiyê ya tevgera siyasî ya Rojhilatê ku bi dehsalan perçebûyî ma, xurt û berbiçav dike. Partiya Komela ya di bin serokatiya Abdullah Mohtadî de, destpêkê neket nava hevpeymaniyê. Lê di 4ê Adara 2026an de beşdarî hevpeymaniyê bû.
Hevbendiyê darvekirin û êrîşên nû bi gotina “pêla nû ya tepeserî û zordariyê ya li dijî têkoşerên azadîxwaz bi taybetî di girtîgehan de” binav kir û got ku “ev ne bûyereke asayî ye û divî neyê hiştin ku wekî tiştekî normal bê dîtin. Ew îdam û kuştinên siyasî, komkujiyeke rêkxistî ne û ji bo hemûyan eşkere ye ku Komara Îslamî van îdaman ji bo tirsandina zêdetir a civakê û wekî mertalekê ji bo mayîna xwe ya di desthilatê de bi kar tîne.”
Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên li dijî partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:
“Tepeserkirin û îdamên di nava welat de û berdewamiya mûşekbarankirina partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, di demekê de zêdetir dibin ku rejîm li qada navneteweyî û di şer û aloziyên li gel Amerîka û Îsraîlê de rastî şikestên stratejîk û qelsbûna kûr a ewlehiyê bûye. Lewma, wekî her car, stûyê xwe li bin qeyranan kiriye û li derveyî welat bi afirandina aloziyan û li navxweyê welat jî bi kuştin û zordariya zêdetir hewl dide xwe rizgar bike.”
“Çeka tolhildanê ye”
Daxuyaniya Hevbendiyê bi van gotinan berdewam dike:
“Di heman demê de, berdewamiya tawanên Komara Îslamî, ew jî di dema agirbesteke demkî ya li gel Amerîka û Îsraîlê de, belgeyeke bêguman e ku rejîmê şerê xwe yê li dijî azadîxwazan, mafxwazan û neraziyên navxweyî ne tenê ranewestandiye, belkî hemû derfetan, bi taybetî vê agirbestê jî, ji bo jinavbirina fîzîkî ya neyarên xwe bi kar tîne.
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê bawer dike ku bilindkirina darên sêdareyê ji bo kesên ku bi tohmetên bêbingeh ên “sîxûriyê” ji bo biyaniyan yan “şerê çekdarî” li dijî rejîmê hatine girtin, di rastiyê de çeka tolhildanê ye li dijî xelkê têkoşer û mafxwaz. Ev rejîma xwînmêj di hemû temenê xwe de hewl daye bi îdamkirina têkoşerên siyasî, berdêla têkoşîn û berxwedanê li dijî desthilata xwe ya hovane zêde bike û mafxwaziya neteweyên Îranê û bizavên siyasî û medenî bitewîne. Lewma divê civaka navneteweyî îdamkirina sedan girtiyan di salekê de li Îranê tenê wekî «binpêkirina mafên mirovan» nebîne; pêwîst e van kiryaran wekî “tawana şer” û “tawana li dijî mirovahiyê” nas bike û helwest û biryarên bi-kereste (pratîk) li dijî van cinayetên rejîmê hebin.
“Biryarên tund li dijî rejîmê derxin”
“Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê herwiha radigihîne ku her dîplomasî, her gotûbêj û her cure agirbestek li gel Komara Îslamî, eger pêşî li zordariya navxweyî ya li Îranê û îdaman û binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan ji aliyê vê rejîmê ve negire, ne tenê dibe handan ji bo Komara Îslamî ku berdewam be li ser siyaseta kuştin û qirkirina xelkê azadîxwaz, lê derfetê ji bo dirêjkirina temenê wê rejîma xwînmêj û tepeserker jî çêdike.
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê daxwazê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamentoya Ewropayê û hikûmetên demokratîk dike ku ji bo rawestandina tawan û cinayetên Komara Îslamî, zextên pirtir bixin ser rejîmê û pêwendiyên dîplomatîk ên li gel wê ragirin. Herwiha pêwîst e pirsa tepeserkirina navxweyî ya li Îranê û îdaman bibe mijareke bingehîn di Encûmena Ewlehiyê ya NY de û biryarên tund li dijî rejîmê bên derxistin. Bêguman, eger berdêla îdaman û zordariya navxweyî li ser Komara Îslamî -çi siyasî û çi aborî- zêde nebe, reftar û siyaseta rejîmê li navxweyê welat nayê guhertin.
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê herwiha daxwazê ji neteweyên Îranê û partî û aliyên siyasî yên opozîsyona Komara Îslamî dike ku bi yekrêzî û komxebatiya xwe ya di kiryarê de, polîtîkayên rejîmê paşve bixin. Em piştrast in ku xelkê Kurdistanê jî bi rêkxistina pirtir a rêzên xwe û bi têkoşîn û berxwedana xwe, wekî her car bersiva polîtîkayên rejîmê didin.”