25Ê MİJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA Lİ DİJÎ TÛNDKARİYA Lİ SER JİNAN

25ê Mijdarê: Li bajarên Kurdan jin li dijî tûndkariya mêran li qadan bûn

Duh 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan bû. Bi vê boneyê li Tirkiyeyê û bajarên Kurdan bi hezaran jin û LGBTİ+ li dijî tûndkariyê li qadan bûn.

Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan de bi pêşengiya Platforma 25ê Mijdarê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Amed, Mûş, Colemêrg, Îdir, Agirî, Qers, Dîlok, Wan, Riha û Meletiyê li dijî tûndkariya mêran li qadan bûn.

Stenbol

Li Stenbolê Platforma 25ê Mijdarê ya Jinan, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî, bi druşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” meşek li dar xist. Jin li ber Tunela Taksîmê kom bûn.

Fotograf: Zeynep B. Eşmek /Nihaplus

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoğlu, Hevberdeka giştî ya HDKê Meral Daniş Beştaş, rêveber û endamên partiyên siyasî, Aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn.

Di meşê de jinan dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin û pankarten “Kuştina jinan polîtîk e ”, “Jin bi tekoşînê azad dibin”û wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hilgirtin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Dema Jinan Lavîn Bîlge Kardaş ve hat xwendin

Fotograf: Zeynep B. Eşmek / Nihaplus

Lavîn Kardaş anî ziman ku her roj ew bi kuştineke din a jinan şiyar dibin û got:

”Jin winda dibin, ji hêla mêrên ku wan gelek caran gilî kirine têne kuştin û mirina wan biguman tê nîşandan. Biryarên dûrxistinê û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicîhanîn. Hêzên qanûnê û darazê mêran diparêzin û bi sûcdarên mêr ên tundiyê re hevkariyê dikin. Mêrên ku jinan dikujin bi bêcezatiyê têne xelat kirin. Daraz jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin ceza dike. Jinên kudixwazin dev ji mêrên ku bi salan e rastî tundiya wan hatineberdin, ku daxwazên wan ên parastinê tevî serî li hêzênewlehiyê dane jî hatine redkirin.”

Fotograf: Zeynep B. Eşmek / Nihaplus

Lavîn Kardaş diyar kir ku pêrgala mêr-serdest bi polîtîkayên xwe yên şer jiyana jinan dike armanc û got:

“Li bajarên Kurdan, dewlet bi danîna mêrên biûnîfomeyan; polîtîkayên şerê taybet li dijî jinan pêk tîne. Çeka dewletê vediguhere tundiya zayendî li dijî jinan. Em mafên xwe, jiyana xwe û kolanên ku hûn hewl didin ji me re teng bikin diparêzin. Em hêrs û dengê xwe dikin yek; em piştgiriya xwe û têkoşîna xwe xurt dikin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Îzmîr

Platforma Jinan a Îzmîrê (İKP), Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek partî û rêxistinên jinan ji ber deriyê Basmaneyê ya Kulturparkê li hev civiyan û heta Rêya Kibris Şehîtlerî bi pankartên wekî “Bi hêza xweser û îradeya azad niha dema jinan e” û “Ji bo jiyana azad û wekhev em diaxivin “Li dijî tundûtûjiyê em serî hildidin” û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Tu bi tenê nameşî” û “Bijî berxwedana jinan” meşiyan.

Metna çapemeniyê bi tirkî Aybuke Aslan û bi kurdî jî Hatîce Tunç xwend.

Hatîce Tûnç destnîşan kir ku dixwazin daxwazên gelan ên wekhevî, azadî û jiyana bi hev re bên tepisandin, desthilata AKPê ya ku qala çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd dike, polîtîkayên qeyûman, girtinên siyasî û binpêkirina mafan didomîne û diyar kir ku nasname, ziman û daxwazên jinên kurd ên ji bo ku li ser paşeroja xwe xwedî gotin bin di bin zextê de tên hiştin û got:

“Em li dijî dagirkerî û qetlîamên li Filistînê didomin, êrişên li ser gel û komên baweriyê yên li Sûriyeyê û tundûtûjiya li dijî jinên kurd û şervanên jin ên li Rojavayê dengê xwe bilind dikin. Li dijî wan kesên ku barê şer dixin ser pişta jin û zarokan û gelan dikin dijminên hev, em mafê gelê Filistînê yê diyarkirina paşeroja xwe û paşerojeke demokratîk ku li Sûriyeyê hemû gel tê de wekhev û azad bijîn diparêzin.”

Enqere

Platforma 25ê Mijdarê, bi boneya 25ê Mijdarê meşek li dar xist. Girse li ber peykerê Mafê Mirovan a cahdeya Yuksele ya navçeya Çankaya ya Enqereyê kom bûn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endam û nûnerên saziyên jinan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de girseyê pankara li ser, “Li dijî tundiya dewleta zilam em cesaretê bi rêxistin dikin û têkoşînê bilind dikin” vekirin. Her wiha girseyê dowîzên nivîsên qala têkoşîna jinan dike li ser bûn jî rakirin.

Bi hezaran jinên ku li ber peykerê mafê mirovan kom bûn bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Ne edaleta zilam lê edalata rast” û “Bijî hevgirtina jinan” heta rêya Sakaryayê meşiya. Li rêya Sakaryayê demekê dirêj girse stran gotin û dirûşm berzkirin. Piştre jî li vir daxuyanî hat dayin. Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê aktivîsta TJA Nezahat Çalpan ve hat xwendin.

“Jin li dijî pergala mêran li qadan in“

Nezahat Çalpan bi lêv kir ku ew li dijî serdestiya pergala zilam li qadan in û wiha got:

“Dosyaya Gulistan Doku ku zêdetirî şeş sal in heqîqeta wê tê veşartin, nîşan da ku çawa kuştina jinan wekî “xwekuştin” tê nîşandan û ser tê girtin. Têkoşîna ku em ji bo Gulistan Doku dimeşînin, em ji bo Rojîn Kabaîş û Başak Gurkan jî didomînin. Em beraeta Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er qebûl nakin! Em ne edaleta mêr, edaleta rastîn dixwazin! Heta ku hemû mirinên biguman bên ronîkirin û hemû berpirsiyar hesab bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.Tundiya mêr-dewlet a ku hewl dide me bitirsîne û heps bike, dê li hember têkoşîna me ya rêxistinkirî têk biçe. Em dest ji mafên xwe, ji jiyana xwe û ji hev bernadin. Li dijî tundiya mêr-dewlet em cesaretê bi rêxistin dikin, têkoşînê mezin dikin.”

Amed

Li Amedê beşdariya bi hezaran jinan meş hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ku li navçeya Peyasê ya Amedê kom bûn, bi dirûşmeyan li dijî tundiya li ser jinan, kuştinên jinan û pergala serdest a mêr heta Parka Roboskî meşiyan.

Di meşê de pankartên “Xwebûn xeta azadiyê ye, niha dema jinê ye” û “Bi heza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hatin vekirin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî” hatin berzkirin. Aktivista TJAyê Ayla Ata Akat Û gelek jin tevlî daxuyanî û meşê bûn.

“Em ê li dijî bêcezatiyê têbikoşin”

Piştî meşê li Parka Roboskî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJAyê Bahar Peker ve hat xwendin.

Bahar Peker destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ne bûyerên takekesî ne, lê encama pergala serdest a mêr e û wiha got:

“Em li dijî saziyên ku tundiyê vedişêrin, kujeran diparêzin û aşkerekirina rastiyê dereng dixin têdikoşin. Em ê nehêlin ku kuştina tu jinê were jibîrkirin û mirina tu jinê di tarîtiyê de bimîne. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, lê civakîbûna wekhevî, edalet, azadî û jiyana demokratîk e. Jin ne temaşevanên vê pêvajoyê ne, kirdeyên damezrîner û pêşengên wê ne.”

Piştî Peker, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê de hewl hatiye dayîn ku lêgerîna azadiya jinan were astengkirin û wiha got:

“Di tu demê de tehemûl li hemberî lêgerîna azadiya jinan nehatiye nîşandan. Îro ev çîrok li ber Wezareta Edaletê ya li Enqereyê careke din tê nivîsandin. Hewl tê dayîn ku dengê jinan were birîn û jin bên bêdengkirin, lê jin dibêjin ‘Ez heme’. Jin dema ku bi xizanî û gelek pirsgirêkan re têdikoşin, mafên wan jî tên înkarkirin. Divê mafên jinan ne wekî lutfekê ji wan re bên pêşkêşkirin, divê zagon bên sepandin. Me destdirêjîkirina li ser mafên jinan qebûl nekiriye û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin.”

“Malbatên jinên girtiyên ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin, nayên berdan û cezayên wan tên dirêjkirin, li ber deriyên girtîgehan û Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Malbat ji bo zarok, hezkirî û xizmên xwe daxwaza edalet û azadiyê dikin. Ji Girtîgeha Sincanê heta Girtîgeha Kayseriyê, ji Newroz Bozkurt heta jinên girtiyên nexweş ên li girtîgehên din, pirsgirêkên ku hemû girtiyên nexweş dijîn birîneke giran a Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsgirêk di demeke herî kurt de were çareserkirin. Niha tam dema çareseriyê ye. Em dibêjin niha dema jinan e, niha dema aştiyê û civaka demokratîk e.”

Dîlok

Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê li navçeya Şahînbeyê hatin cem hev, meş û daxuyaniyek li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Parka Balikliyê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser aqûbeta Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş û got:

“Em dipirsin; çi bi Rojîn Kabaîş hat? Îro jin li her derê ji bo mafên xwe li ser piyan in. Hêza me ya herî mezin îradeya me ya cewherî û têkoşîna me ya hevpar e. Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e. Em ê ji bo avakirina Civaka Aştî û Demokratîk li şûna meşê bibezin û bi ser bikevin.”

Piştre Sevda Karaca axivî û bal kişand ser hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinan.

Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Riha

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de li Rihayê meş û daxuyaniyek li dar xist.

Jinên ku li Parka Novada ya navçeya Xelîliyeyê hatin cem hev, bi meşaleyan, wêneyên jinên hatine qetilkirin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” heta Qada Topçûyan meşiyan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tundiyê:

“Em ê bi hêza ku ji Sakîne, Pakîze û Leylayan digirin vî berxwedanî bidomînin. Par li Rihayê 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 16 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Em ji mêr û dewleta mêr natirsin, dê têkoşîna me bidome.”

Seroka Jinan a Partiya Nû ya Rihayê Melek Coşkun jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinê binpêkirina mafên mirovan e û got: “Em ê teslîmî vî jiyanê nebin û bi hev re ji tundiyê re bibêjin raweste.”

Meletî

Platforma Jinên Demokratîk a Meletiyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de li navenda bajêr meş û daxuyaniyek li dar xist.

Jinên ku ji taxa Paşakoşko heta Xaçerêya Serû ya Emeksîzê meşiyan, bi pankart û dowîzên li dijî tundiyê dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştinên jinan polîtîk in” berz kirin.

Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Nurhayat Şîmşek metna daxuyaniyê xwend. Nurhayat Şîmşek diyar kir ku tundî sîstematîk e û wiha got:

“Li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên 2026an de herî kêm 245 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 274 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin. Em ê li her qada jiyanê li dijî sîstema serdestiya mêr têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.”

Paşê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel axivî û destnîşan kir ku tundî ne qedera jinan e û wiha got:

“Sedema bingehîn a tundiyê sîstema serdestiya mêr e. Em ê vî jiyanî wiha nejîn, yan em ê azad bijîn yan jî em ê qet nejîn. Em dikarin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bi hev re ava bikin. Em hatine jiyanê biguherînin.”

Wan

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)yê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin.

Meş li ber Van AVMê dest pê kir û li qada bajêr a Wanê qediya. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî azad bike rêbertî” hat berzkirin û dowîzên “kuştina jinan polîtîk e”, “tundiya li ser jinê qirkirina civakê ye” hatin rakirin. Gelek welatî û rêxistinên jinan tev li meşê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan ve hate xwendin. Meryema Aslan anî ziman ku tundiya li ser jinê sîstematîk e, bê ceza tê hiştin û wiha got:

“Tundiya li malê, kolanê, kargehan û qadên dîjîtal ne bûyerên yekane ne; encama pergala mêrserwer in ku dixwaze li ser jiyan û azadiya jinan kontrolê ava bike. Tenê di mehekê de 20 jin hatin kuştin û 39 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Divê Qanûna Hejmar 6284an bi bandor bê cîbicîkirin, stargeh bên zêdekirin û li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîn bidome.”

“Em jin piştgirê pêvajoyê ne”

Piştî daxuyaniyê Parlementera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a ku bi bîranîna Gulbahar Komî dest bi axaftina xwe kir û wiha got:

“Jin şîdetê heta hemû şaneyên xwe dijîn. Ev pirsgirêk ne tenê ya jinan e, di heman demê de pirsgirêka her kesî ye. Ev serhildanek e ku ji berxwedana Xwişkên Mîrabel ve tê. Tundiyeke ku pergala kapîtalîst her roj ta bi ta dihûne. Her cureyê tundiyê li her derê zêde bûye. Bila kes li bendê nebe ku em jin li hember vê bêdeng bimînin. Ger li her derê tundî hebe, li her derê têkoşîna me jinan jî heye. Em polîtîkayên şerê taybet li girtîgehan dibînin û em li dijî vê tundiyê têdikoşin. Şêwazê herî mezin ê tundiyê li hember zarokan heye, lê polîtîkayên dewletê di vê mijarê de têrê nekirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Peymana Stenbolê jî bidomînin. Îro em jin piştgirên pêvajoya heyî ne. Em jin xwedî hêza cewherî û vîna cewherî ne. Ger em bixwazin ji vî şêwaza tundiyê rizgar bibin, divê em jiyana azad ava bikin.”

Jinan çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan,azadî” bi dawi kir.

Colemêrg

Li Colemêrgê jî Jinan meşek li dar xistin û daxuyaniyek dan. Dayîkên Aştiyê, Parlementera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartin, aktivîstên TJAyê, endamên ZIMAN-DERê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi sedan welatî tev li meşê bûn.

Girse ji Otela Şenlerê heta meydana navendê meşiya û di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Mêr Dikuje Dewlet Diparêze” berz kirin.

Metna daxuyanî ji aliyê rêvebera DBPê ya Colemêrgê Hîlal Orhan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bingeha tundiya li ser jinê bîrdozî û pergala mêrane ye û li hember baviksalariya bi hezar salan dê têkoşîna jinan berdewam bike.

Piştî daxuyaniyê parlementera Colemêrgê Oznur Bartin axivî. Oznur Bartin di destpêka axaftina xwe de hemû jinên bi destê pergala ve hatine kuştin bi bîr anî û got:

“Ji sala 1981an heta niha 25ê Mijdarê wekî roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiyê tê pîroz kirin. Bi giringiya vê rojê dengê jinan belav dibe her qadê. Li Kurdistanê aniha şerekê taybet li ser jinan tê meşandin. Li Bismilê heta Geverê êrişên li ser jinan berdewam dikin. Çima ev bûyer diqewimin? Ji ber ku dewlet sûcên mêran diveşêre, ceza nade. Li hember van polîtîkayan têkoşîna me wê berdewam bike.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Mûş

Jin bi pêşengiya TJAyê li binê Fîdanlika Yeşilce ya Navenda Mûşê kom bûn û meşek li dar xistin. Di meşa ku pankartên “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” û “Bijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan” hatin vekirin de, jinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, jîyan, azadî” û “Girtiyên jin rûmeta me ne” berz kirin.

Di meşa ku dovîzên jinên hatine qetilkirin dihatin hilgirtin de, polîsan xwest wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên rakirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş bertek nîşanî vê rewşê da, dovîz girt destê xwe û got:

“Ev jin hatin qetilkirin. Wê demê derbarê min de lêpirsîn bidin destpêkirin. Bi hinceta van jinan 17 sal ceza li min hat birîn. Dîsa cezayê bidin wê demê.” Di encama muzakereyên dirêj de jin derbasî meşê bûn.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJAyê Muşerref Dag ve hat xwendin.

Piştre aktivîsta TJAyê Çaglar Demîrel bal kişand ser girîngiya 25ê Mijdarê û da zanîn ku ji xwişkên Mîrabal ve jin li qadan in. Çaglar Demîrel da zanîn ku li her derê dinyayê jin tên qetilkirin û bi bîr xist ku dixwazin di her qadê de jinan bixin bin dorpêça tundiyê. Çaglar Demîrelê wiha axivî:

“Ev 3 jinên ku hûn di vê pankarta di destê min de dibînin li Parîsê hatin qetilkirin. Ev jin ji ber ku li dijî têkoşîna azadiya jinê û sîstema serdestiya mêr serî hildan hatin qetilkirin. Em bi hişmendiyekê re rû bi rû ne ku bedena Ekîn Wan a ku gelê Mûşê gelekî baş nas dike teşhîr dike. Vîna jinê bi teşhîrkirina bedenan nayê şikandin.”

Çalakî piştî axaftinê bi dawî bû.

Qers

Li Qersê jî rêxistinên jinan û nûnerên sendîkayan li avahiya Egîtîm Senê daxuyaniyek dan. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya KESK Yapı-Yol Senê Pinar Aydin ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku darazên nirxan ên baviksalar, mîlîtarîst û feodal bi îdeolojiya fermî ya dewletê re bûne yek û jinan dikin hedef. Pinar Aydin anî ziman ku qirkirin, komkujî, tundiya li dijî jinan û gorên komî di bîra wan de hîn jî cihê xwe diparêzin û got:

“Li erdnîgariyeke ku êşên wiha mezin lê hatine jiyîn, em pir baş dizanin ku barê herî giran ê van êşan jin hildigirin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Îdir

Li Îdirê jinan ji Kolana Av. Îbrahîm Bozyel heta avahiya DEM Partiyê ya bajêr meşek li dar xistin. Di meşa ku gelek jin beşdar bûn de wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin û pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinan e” hatin vekirin.

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ku li ser navê jinên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dimeşiyan axivî, diyar kir ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe û got:

“Dema ku civak azad bibe jî hemû pêkhate û saziyên ku heta îro li pêşiya azadiya jinan bûne asteng dê ji holê rabin. Em jî ji bo vê yekê li hemû qadan meşên xwe li dar dixin. Em azadiya jinan, jiyana jinan û hebûna jinan diparêzin.”

Agirî

Li Agiriyê bi pêşengiya TJAyê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên sivîl ên li bajêr û gelek kes beşdarî meşê bûn.

Di meşa ku wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin hilgirtin de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinan e” hat vekirin û di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Aktîvîsta TJAyê Dîlan Başboga ku metna hevpar a çapemeniyê xwend, bal kişand ser têkoşîna jinan.

*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê, bianet

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.