Li bajarên Kurdistanê projeyên bendav û HESan (Santralên Hîdroelektrîk) yên bîra civakî û qadên jiyanê talan dikin, ji bo gel û zindewerên herêmê hê jî wekî metirsiyeke mezin in.

Bendav û HES Hafizeya Civakî Çawa Tune Dikîn?
Bendav û HES Çi Ne?
Bendav pêşiya avê digirin û golên çêkirî ava dikin. HES jî hêza herikîna vê avê ji bo elektrîkê bi kar tînin. Ev pêvajo herikîna xwezayî ya çeman û ekosîstemê ji kokê ve diguherîne.
Paşxaneya Polîtîk
Bendav wekî parçeyek ji polîtîkayên ewlehiyê tên bikaranîn. Di çarçoveya GAPê de li ser Dîcle û Firatê “bendavên ewlehiyê” hatin çêkirin û qadên jiyanê yên xelkê hatin talankirin.
Rastiya Aborî
Elektrîka hilberandî ji bajarên rojava re tê şandin. Ji bo gelê herêmê feydeyek tune ye; berevajî vê, ji ber guherîna germî û baranê, herêm xizantir dibe.
Dorpêça li ser Çemên Sereke
Keban → Karakaya → Atatürk → Bîrecîk → Karkamış
Ilısu → Kralkızı → Dîcle → Cizîr
Encamên Talanê
- Herikîna xwezayî ya çeman tê birîn û av nagihîje hewzeyên jêrîn.
- Sîstema baranê û rêjeya şilîbûnê (nem) diguhere.
- Rejîma germî û bayê xira dibe, hişkesalî bi lez zêde dibe.
- Hevsengiya ekosîstemê hildiweşe û hafizeya civakî tê talankirin.
Nimûneyên Balkêş ên Hilweşînê
Projeyên Nû û Rewşa Niha
Înfografî ji bo nihaplus hatiye amadekirin.