Sakîna Têyna di albûma “Sûret” de 9 stranên bi kurmancî, zazakî û soraniya kurdî ne strane û berê guhdaran dide ber çîrokên kesên di “sûret”an de ciwan in û wê her ciwan bimînin.

Foto: Derya Schubert Gülcehre
“Sûret, çîroka fotografekî, çîroka rûyekî ye. Çîrokeke ku her wiha çîrokên bêdeng ên wan rûyên li dîwarên hema bêje her maleke Kurdistanê daliqandî, an jî di rûpelên bêdeng ên albûmên wêneyan de hatine veşartin, dipisipise. Hin kes tenê serdaneke pir kurt li cîhana zindiyan dikin, ew beriya ku berbang vebe, beriya ku navên wan bi berfirehî werin bilêvkirin, beriya ku rûyên wan di bîranînên kesên din de bineqişin, koç dikin. Rû hene ku hîn wext nedîtine mora xwe li cîhanê bixin, lê di hişê wan kesên ku li pey xwe hiştine de, kêliyên bêhejmar, pêwendiyên bêhejmar, dîmenên bêhejmar hene. Çîrokên wan ên nîvco, sîwanên (siyên) pir dirêjtir ji temenê wan li pey xwe dihêlin.”
Têynayê çend roj beriya niha yekem strana albûma xwe ya bi navê “Sûret” weşand. Ev nivîsa li jor, beşek ji nivîsa danasîna albûma nû ya Sakîna Têynayê ye. Sakîna Têynaya ku bi salan e bi muzîkê re mijûl e, ji ber “sûret”ekî xwe yê dema zanîngehê, ber bi rêwîtiyeke kûr û dûr derketiye. Wê bi vê albûmê xwestiye guhdaran ber bi rêwîtiya ciwanên niha ne di nava me de ne. Ew “Ciwanên ku di sûretan de mane û temenê wan heman dimîne.”
Ekîb
Sakîna Têyna – vokal
Mahan Mirarab – guitar
Dalina Ugarte – violin
Nora Romannof Schwarzberg – viola
Ivan Turkalj – cello
Marko Ferlan – double bass
Amir Wahba – percussion
Misagh Joolaee – kamancheh (track 4)
Arrangements & musical direction: Mahan Mirarab
Di berdewamiya nivîsa danasînê de niha gotiye Sakîna Têynayê:
“Bi salan e Kurdistan bûye xaka koçkirinên bêwext. Her windahiyekê ne tenê valahiyek li pey xwe hişt, di heman demê de birînên kûr û şopên mayînde jî vekirin. Ev albûm, stranên dengên koçkirî yên ku di valahiyê de winda bûne, distirê. Sûret, ji şîna rûyên ku di demê de asê mane ji dayik bûye. Rûyên ku dê tu carî zêde nebin, rûyên ku dê her tim di wî temenî de bimînin dema ku wêneyên wan hatine girtin. Ew bi sozên ku ji wan re hatine dayîn, bi bîranînên hevpar, bi hêviyên ku hîn jî nefesê digirin û bi berxwedana li dijî zilmê têne xwedîkirin û bi vî rengî heta hetayê zindî dimînin.”
Ji bo van “Sûret”an bide guhdarkirin ji serê vê heyva Hezîranê ve li Osnabrück, Köln û Frankfûrta Almanyayê û li Vîena Awistiryayê konser li dar xistin.
Me beriya konseri 19ê mehê ya li Vîenayê bi rêya telefonê xwest Sakîna Têyna behsa van “Sûret”an bike.
Di albûmê de 3 stranên zazakî/dimilkî, 5 stranên kurmancî û yeke soranî heye. Têynayê di 6 stranan de yan gotin bi xwe nivîsîne û yan jî ji bo gotinan muzîk saz kiriye. Her weha stranek a Mamlê, yek ya Pervin Gürsoy yek jî ya Ali Hazır Beyazyıldırım e. Di stranên din de alîkariya aranjorê albûmê Mahan Mirarab heye.
Di vê albûma xwe de weke ku te şêweyê muzîka xwe guherandibe. Her çend demeke dirêj e di nava muzîka te de reng û dengên caz û muzîka klasîk hebe jî, di vê albûmê de weke ev cûre serdest bûne.
Eva bi “Sakina & Friends” me dest pê kiribû ji xwe. Ez li vê derê bi muzîkjenên caz û klasîk re kar dikim. Bêguman ew bandora xwe li ser muzîka min jî çêdike. Tê de gelek nuansên cuda hene. Tu dikarî tê de hem bandora cazê bibînî, hem jî bandora muzîka klasîk a rojavayî bibînî. Lê ez hîn jî îdia dikim ku tê de koka me heye. Di strangotinê de bi qasî ji destê min hat min koka xwe parast. Lê bandora van muzîkên biyanî jî li ser muzîka min bêguman heye. Çimkî muzîka eksperîmental tê de heye û ceribandinên cuda tê de hene.
Ev weke tercîhekê ye, an ji ber şert û mercên welatê ku tu lê dijî û bandora muzîka wan welatan û derdorê ye?
Ev tercîha min e. Çimkî ez dibînim, di vê demê de bi rêya tiştên hişê çêkirî, tiştên dijîtal, gihîştina her tiştekî gelekî hêsan e. Û tiştên hêsan xelk dixwaze guhdar bike. Di vê muzîka ku em çêdikin de, hevalê min ê ku aranje çêkirine bi rastî gelekî hûr fikirine. Kedeke mezin tê de heye û her tiştek pir bi ziravî hatiye fikrandin. Û guhdarkirina wê nerehet e, ez dizanim. Yanî muzîka ku wisa rehet bigihîje însanan nîne. Lê ez dixwazim bi vî hawî, rêyekê herim. Bila qedrê kedê hebe, bila hinekî sebir hebe ji bo guhdarkirina tiştan. Yanî ev tercîha min e.
Gelo îhtîmal heye ku ev guhertin bandorê li kesên ku heta niha li te guhdar dikirin jî bike? Tirsa te heye ku ji ber guhertina şêweya te ya muzîkê, kesên berê li te guhdar dikirin ew profîl biguhere an hejmara wan kêmtir bibe?
Na, tirseke min tune ye. Tişta ku min tecrûbe kiriye, dema ez vê muzîkê bi awayekî dijîtal digihînim xelkê û zindî derdikevim pêşberî wan, reaksiyonên heman kesan cuda dibin. Heman kes van stranan di platformên dijîtal de guhdar bikin hesteke cuda digirin, lê li ser sahnê me zindî bibînin tiştekî cuda dibe. Ji xwe muzîka me zindî ye. Hêja ye mirov bêje ku ev 9 stranên me di vê albûmê de cih dayê, tev zindî hatine tomarkırın. Em heft kes bi hev re ketin stûdyoyê. Me bi hev re stran gotin û wisa qeyd kir. Tê de tiştekî sûnî tune ye. Bêguman mîks û masterîng hatiye çêkirin, lê me bi hev re lêxistiye.
Derbarê Sakîna Têynayê de
Sakîna Têyna, li navçeya Gimgimê (Varto) ya Mûşê di nava malbateke elewiyên kurd de ji dayik bûye. Di salên xwe yên ciwaniyê de wê bi koro û komên muzîkê yên tirkî re dest bi strangotinê kiriye. Naskirina muzîka Kurdî û biryardayîna wê ya sekinîna li dijî asîmîlasyona çandî, rastî salên wê yên zanîngehê tê. Di sala 1991an de wekî vokalîst tevlî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Stenbolê bûye ku piştgiriyê dide çanda kurdî. Mîna gelek muzîkjenên din ên kurd, ew jî neçar ma ku ji bo karê muzîka xwe derbasî xebatên veşartî bibe û di demeke kurt de ma di navbera huner û aktîvîzma siyasî de hilbijartinekê bike.
Heta sala 2006an ku weke penabereke siyasî çû Awisturyayê, wê nekarî muzîkê bi temamî wekî mijûlbûneke sereke bidomîne. Fêkiyê yekem ê hewldanên wê yên afirîner ên xurt, bi albûma wê ya yekem a solo “ROYÊ MI” hate weşandin.
Sakîna bi piyanîst Nazê Îşxan û kemanjen Nurê Dilovanî re mil da hev û koma “Trio Mara” ya ku tenê ji jinan pêk tê ava kir.
Komê, bi giranî sûd ji stranên gelêrî yên Kurdî girt ku ji aliyê jinan ve dihatin gotin û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibûn û ev berhem bi nêzîkatiyên muzîka klasîk a rojavayî û nûjen dewlemend kirin.
Sakîna ya ku ji sala 2013an ve bi Anadolu Quartet re kar dike, li Awisturya û Almanyayê derdikeve turneyan. Her weha Sakînayê koma “Sakina & Friends” a ku navenda wê Vîenayê ye ava kir ku tê de muzîkjenên ji Îran, Spanya, Awisturya û Tirkiyeyê cih digirin.
Sakîna Têyna ku bi rêkûpêk li seranserê Awisturyayê derdikeve ser dîkê, ji piştgirîdayîna hunermendên din qet naweste û di gelek projeyên albûman û bernameyên konseran de cihê xwe digire.
Ev amadekariyek bû. Bi mehan me ked da ku em stranên xwe çêkin û bi hev re provayê bikin da ku em bikaribin hev ra di nava sê rojan de qeyd bikin. Di du rojan de me temam kir. Roja sêyem perkusyon dixwest careke din hinek tiştan biceribîne, me ew li ser zêde kir. Wekî din tiştek tune ye. Niha wexta heman xelk li me zindî guhdar dikin, mesela di wan sê cihên ku me konser çêkirin de, mirov gelekî hestiyar bûn. Bala min li ser xelkê bû ka reaksiyona wan dê çawa be. Min reaksiyonên gelekî baş girtin. Heta niha kesekî negotiye te çima muzîka xwe wisa kiriye. Bêguman dîsa jî dixwazim ji min “Gula min” guhdar bikin.
“Ez û hevalên xwe dixwazin bi hev re muzîkê çêbikin”
Bi te didin xuyakirin dema ku li te guhdarî dikin?
Bêguman ez wê hîs dikim. Lê tişta ku min di destpêkê de got ev bû: Mixabin şansê min tune ku ez bi guhdarên xwe re rû bi rû di salonekê de muzîka xwe parve bikim.
Çima wisa ye?
Wexta xelk me bi çavên xwe li ser dîkê dibîne, têkiliya min û hevalên min ên muzîkjen dibîne, bandoreke mezin digire. Mesela ew jina ji Brîtanyayê ku hatibû festîvalê, ji min re got: “Mirov dikare hezkirina di navbera we de gelekî kûr û bi bandor hîs bike.” Hevalên min ne tenê muzîkjenên baş in. Em dixwazin bi hev re muzîkê jî çêbikin. Ev ne ji bo pereyan e. Bi rastî dixwazin vê muzîkê bi min re bikin, lewma ev hest derbasî xelkê jî dibe. Em ji bo xwe muzîkê çêdikin, bi hev re dikin û ev digihîje xelkê. Bejan Matur jî ji min re gotibû: “Sakîne wexta ez zindî li te guhdar dikim, hesteke cuda bi min re çêdibe.” Ji ber vê min got hezar mixabin ku em nikarin rasterast bigihîjin xelkê xwe û ev dezavantajeke mezin e. Ez hêvîdar im ev muzîk bigihîje guhdarên xwe, lê dizanim her kes wê jê hez neke. Çimkî di nav enstrumanên me de gîtara fretless ango bêperde û dengên mîkrotonal hene. Hevalên ku lê dixin ji cihên cuda ne. Yek ji Îranê, yek ji Awisturyayê, nîvek ji Misrê, yê din ji Venezuelayê, yê din ji Slovakyayê û yek jî ji Xirvatistanê ye. Em li ser muzîkê zû digihîjin hev û hestên min fêm dikin. Ez bawer im em lihevhatineke xweş çêdikin, lê helbet teqdîra guhdaran dê cuda be û ez nikarim wê biguherînim.
Te di axaftina xwe de behsa teknolojiya dijîtal a di muzîkê de tê bikaranîn jî kir. Gelo ev tarza ku tu diceribînî, weke israreke li beramberî sîstema muzîkê ya bi “hişê çêkirî” (AI)? Di van demên dawî de di nav kurdan de jî muzîk bi hişê çêkirî tên çêkirin û belav dibe.
Ez li hemberî tiştekî israr nakim. Ez di ya xwe de israr dikim. Ji wan tiştan ez dûr ketim êdî. Kesên din çi karî dikin, bi çi şêweyî dixwazin muzîka xwe pêşkêş bikin, ne karê min e ku ez rexne bikim. Ew karê rexnegirên muzîkê ye. Ez muzîkjen im û dixwazim di ya xwe de israr bikim. Kesên din bi çi hawî muzîka xwe belav dikin, teqdîra wan e. Beriya ku înternet evqas pêş bikeve mirovan name dinivîsandin, êdî ew tune ye. Pirtûk dixwendin, tune ye. Diçûn salonan li muzîkê guhdarî dikirin û keda ku dihate dayîn qedirgir bû. Niha gihîştina her tiştî pir zû ye. Ji bo wan “story”yên ku li ser Instagramê parve dikin, sebreke deh saniyeyan tune ye. Ev hemû pirsgirêkên vê demê ne. Mixabin em rastî vê demê hatin. Gelek tişt êdî maneya xwe diguherînin. Dibe ku gelek xelk min klasîk bibînin, lê ez hinekî romantîk im û dixwazim di ya xwe de bimînim. Bila ked tê de hebe. Bêgûman tiştên nû tê de hene. Em dikarin elektronîkê an înprovîzasyonê bi kar bînin. Muzîk sînorekî wê tune ye. Lê biryara kesên din tercîha wan e.
“Min ‘Xewn’ di xewna xwe de dît”
Straneke te bi navê “Bêrîvan” heye ku te berê jî ev strabû. Ev weke girêdaneke di navbera şêweyê te yê berê û yê niha de çêdike?
Çîroka wê gelek hêsan e. Hevalê min, dîrektorê muzîkê yê vê albûmê, Mahan Mirarab, ev stran ji bo Orkestraya Metropol a Berlînê aranje kiribû û me li wir gotibû. Ew aranjeya wî pir bi dilê min bû. Mahan got “Sakîna, ez dixwazim Bêrîvan jî tê de hebe” û me cih dayê. Eger tu balê bikişînî ser gotinên stranan, yên hatine hilbijartin, hem di wan de, hem di tiştên ku min bi xwe çêkirine de, girêdaneke min a xurt bi paşerojê û bi hevalên ku min winda kirine re heye. Mesela strana “Xewn” min di xewna xwe de dît. Ez ji xew rabûm, ew melodî di mejiyê min de bû û min bi telefonê qeyd kir. Pirtûkeke Nuray Şen li gel min hebû, gotinên wê bandor li min kirin û min jê îlham wergirt. Min destûr jê xwest û navê wê li ser albûmê nivîsand. Min peyv bi peyv jê negirtiye, lê bandora xwe çêkiriye.
“Ew tim wekî sûret ciwan in”
Navê albûma te û yekem strana ku te ji albûmê belav kirî “Sûret” e. Sûret weke rewşa albûmê jî diyar dike. Sûretê ku tu qala wê dikî sûretekî çawa ye?
Muzîka stranê ne ya min e. Gotinên wê yên min in. Rojekê min li beşa wê ya enstrumental guhdar dikir ku Mahan çêkiribû. Sûretek hate bîra min. Sûretê dema me li zanîngehê dixwend ku hevala min Sakîne Yaylagül jî tê de bû. Min navê wê girtiye. Navê min ê li ser nasnameya min cuda bû. Min mêzeyî wî sûretî dikir. Di wî sûretî de çar hevalên me êdî tune bûn, şehîd ketibûn. Ez fikirîm ku ew ê tim wekî wî sûretî ciwan bimînin û sûretê wan pîr nebin. Çend sûret bi dîwarên dilê me ve hatine daliqandin, hezar bîranînên me bi wan re hene lê kes wan nabîne. Em tenê wan dibînin û nikarin ji bîr bikin. Ez ketim nav hesteke wisa: Kurdistan bûye welatê sûretên ku êdî nayên dîtin. Ciwanên ku di sûretan de mane û temenê wan heman dimîne. Welatê wan ciwanan wan îsnanan e. Çûyînên bêwext. Ev hest her tim bi min re ye, lê carna gelek xurt dibe.
Strana “Ez Son” jî ya ku Qemer Soylemez nivîsîbû, deh sal bû li gel min bû. Dema wext hat, bi temamî înprovîzasyon derket holê. Qala rêwîtiya jinekê dike û dibêje, “Min bikujin jî min tenê bihêlin, ez ser rêya xwe diçim.” Yanî ew dinyaya durû min eleqedar nake, ez ê herim. Çûyin carna mirov dibe bire dimire, carna jî mirov li ser rêya xwe diçe û bedelan dide lê tenê dimîne. Bi naverok û hemî stranên xwe bi giştî naveroka vê albûmê çîrok û tecrûbeya jiyana min e. Biryarê ku ez gihîştime, Ez van distirêm tê de.
“Jin, Jiyan, Azadî” ku dirûşmeke salên dawî ye û li cîhanê belav bûye, navê stranekê ye jî. Çîroka wê bi rojevê re girêdayî ye an ji bo te çîrokeke wê ya taybet heye?
Dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî derket û Jîna Emînî hate kuştin, durûtiya cîhanê gelek ez êşandim. Jinên kurd ji dawiya salên 1990’î ve ev dirûşm di têkoşîna xwe de bi kar tînin. Lê dema populer bû, gelek kesan xwest jinên kurd qet bi lêv nekin. Weke ku keda jinên kurd tune be. Zimanê wê kurdî ye, ne farisî ye. Min bi hevalên xwe yên îranî re nîqaş kir, ew ne nasyonalîst in û wan ev qebûl dikir. Min xwest têkoşîna paşerojê û ya îroyîn bigihînim hev da ku keda jina kurd winda nebe. Bêguman jinên îranî û afgan jî ked didin û têkoşînê dimeşînin. Divê ev jî bê dayîn. Min ev stran wê demê ji bo konsereke mezin a li Londonê amade kiribû û zindî gotibû. Guhertoya herî dawî kete nav vê albûmê.
“Ez hunermendeke polîtîk im”
Tu hem wek muzîkjenekê hem jî wek çalakvanekê di gelek tevgerên mafên jinan de cih digirî. Ev têkilî di navbera te, muzîka kurdî û wan derdoran de çawa ye?
Li dinyayê hîn jî di danasîna nasnameya me de pirsgirêk hene. Dema min vedixwînin, ez dixwazim pir zelal nasnameya min wek “stranbêja kurd” bê nivîsandin. Ev helwesteke polîtîk e. Carna organîzator ji ber kêmasiya agahiyên polîtîk dixwazin muzîka min têxin bin navê Tirkiyeyê. Ez yekser sererast dikim. Ez dibêjim ji kerema xwe sererast bikin. Dijminatiya min bi ti zimanî re tune ye. Lê nasnameya min divê serbixwe bê qebûlkirin. Hûn min bikujin jî hûn nikarin vê ji min bigrin. Ev weke helwesteke polîtîk e. Ez dixwazim ew nasnameya min qebûl bikin. Çima ji festîvalan re dibêjin “Festîvala Anatolyayê”? Bila bêjin “Kurdistan”. Sekneke min heye, ez dixwazim biparêzim. Ez ne siyasetmedar im, lê ez hunermendeke polîtîk im. Nêrîneke min li cîhanê heye. Ne ku têxim çavê xelkê. Tiştekî ez veşêrim tuneye. Ev ji bo min gelek girîng e.

Foto: Victoria Nazarova
Niha em hem koçber in li vir. Koçberiya me li Ewropayê barekî giran dixe ser milê me. Em dixwazin cihekî di muzîka cîhanî de ji xwe re vekin. Li vir jî koşe ji aliyê zihniyeta spî ve hatine girtin. Zîhniyeta serdest naxwaze zû rê veke. Muzîka ku tu çêdikî herçend standartên wê bilind be jî naxwazin qebûl bikin. Em têkoşîna hebûn û tunebûnê li vir jî dimeşînin. Yek jî nasnameyên em xwediyê wan in ew jî bi ser de tên. Kurd bûna me di her deverê de gelekî zahmet e. Rastî neteweperestiya wan kesên ku welatê te dagir kirine tê. An organîzator dixwazin te bi kolonyalîstê te bidin nasîn. Weke tu ji wan civakan hatî bidî nasîn. Tu bi her awayî weke li ser têla yî. Tu pir bi dîqqetî. Ev yek qet nade hîskirin ku mirov azad e. Ez carna dibêjim xwezî yê me jî problemê me neba û me ji xwe re stranên vala bigota. Lê mixabin ne wisa ye. Gelek caran wexta ewropî bi min re roportajê çêdikin ez ji wan re jî dibêjim. Min jî dixwest ku ez muzîkekê wisa bikim ku bê mîsyon, bê barekî bigre ser xwe be. Ez vê pir bi zanabûn jî nakim. Lê tiştekî xwezayî hedî li cem me çêbûye. Ji ber ku tekoşineke berdewam heye û nasnameya me di bin xeterê de ye. Tekoşina hebûn û tunebûnê dewam dike. Şer naqede. Tu bi xwe berpirsiyariyê digirî ser milê xwe û ev, bandorê li gotin û muzîka te dike.
Muzîkjenên kurd gavên baş diavêjin
Te gelek festîvalên navneteweyî dîtine, muzîkjenên cîhanî bi çi çavî li muzîka kurdî dinêrin? Muzîka kurdî çiqas tê naskirin?
Di salên dawî de hevalên me gelek çalak in. Êdî li cîhanê karên gelek baş dikin. Em gotina “World Music” Muzîka Cîhanê qebûl nakin. Zîhniyeta ewropî wexta vê bikar tîne, cudaxwaziyê dike. Ew muzîka xwe dikin klasîk an caz, lê muzîka me dikin “World Music”. Çima? Klasîkên kurdan, farsan û tirkan jî hene. Em li hemberî vê zîhniyeta kolonyal disekinin. Muzîka kurdî hîn jî weke xezîneyeke nehatiye keşfkirin li pêşiya etnomuzîkologên cîhanê disekine. Dengên mîkrotonal ku berê di muzîka rojavayî de hebûn lê hatin avêtin, hîn di muzîka me de hene. Meqam û şêweya qirika me bala wan pir dikişîne. Mûzîkjenên ku ez pê re me, gelek di bin bandorê de dimînin. Em bi hev re distirên, ew bi kurdî distirên û em zimanê hev distirên. Muzîk dîsîplîneke pir bi avantaj e. Tu ziman nizanibî jî dema ji ber paceyekê derbas dibî, ew muzîk bandorê li te dike. Mûzîkjenên xurt ên kurd gavên gelek baş diavêjin û wê muzîka kurdî bêhtir bê naskirin.
Di albûmê de 5 stranên kurmancî, 3 jê zazakî/dimilî û yek jî soranî ye. Strana soranî ya Mamlê ya bi navê “Car Cara” ye ku Mamlê yek ji girîngtirîn stranbêjên soranîbêj e. Tu dixwazî çi bibêjî ji bo vê stranê?
Erê. Dema min destûr ji malbata Mamlê xwest, gotin: “Em gelek kêfxweş in. Bavê me gotiye ku min hemû stranên xwe bexşî kurdan kiriye. Her kurdek dikare stranên min bêyî pirsgirêk bêjin. Mîrasa xwe ji kurdan re hiştiye.” Min stran stra û deng ji wan re şans. Paşê guhdar kirin û gotin: “Em te gelek pîroz dikin. Ruhê bavê min ji Mahabadê rabû, gihîşt Silêmaniyê, û ji wir jî gihîşt Amedê.” Ev ji bo min tiştekî gelek hêja ye.