ÎHD, OHD û Baroya Amedê, ji bo ku derbarê hestiyên mirovan ên li bejahiya Farqînê de hatibûn dîtin, lêpirsîn were destpêkirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da. Şandeyeke ku ji cendirme, AFAD û saziyên sivîl pêk tê, ji bo ku di şikefta 3 qat a ku kilox û hestî tê de hatibûn dîtin keşfê bikin çûn Farqînê.

Li gundê Çîçika navçeya Farqînê şikeftek 3 qatî ku bi dehan kilox û hestiyên mirovan têde hene, hate dîtin. ÎHD, OHD û Baroya Amedê, ji bo ku derbarê hestiyên mirovan ên li bejahiya Farqînê de hatibûn dîtin, lêpirsîn were destpêkirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da.
Li ser gilîkirina ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re hate kirin, şandeyeke ku ji endam û rêveberên ÎHD, Komeleya Hiqûnqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê pêk dihat di 19ê Mijdarê de li devera gundê Çîçîkan lêkolîn kir. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay jî bi şandeyê re çû cihê bûyerê û di şikefteê de hestiyên mirovan tomar kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê şande bi werîsekî 50 metreyî daket şikefta 3 qatî ya li serê çiyayê nêzî gundê Çîçika ye. Di qata yekem de çend kilox û hestî hatin dîtin, lê di qata duyem û sêyem de jî dîmenekî hîn girantir derket holê. Di tariya şikeftê de di navbera 15 û 20 kiloxên mirovan ên ku hin ji wan wekî yên zarokan biçûk bûn û bi sedan hestî hatin dîtin. Li ser hin kiloxan şopên guleyan û li ser hin hestiyan jî şopên şewatê ango îşkenceyê hebûn. Di şikefta ku hemû dera wê tijî hestî ye de, qet parçeyek cilan nehat dîtin.
Serî li dozgeriyê dan
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê, li ser hestiyên mirovan ên ku li şikeftek gundê Çîçika ya bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve hatibûn dîtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da. Heyetek ji rêveberên ÎHD, OHD û Baroya Amedê pêk dihat, çû dozgeriyê û ji bo lêpirsîn derbarê hestiyan de were destpêkirin, serlêdan kir.
Piştî serlêdanê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yılmaz bang li rayedaran kir ku demildest derbarê mijarê de lêpirsînê bê destpêkirin û wiha got: “Me di şikeftê de hestiyên ku em difikirin yên mirovan in dîtin û me îxbar kir. Di salên 1990î de li vir gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Divê lêkolîn were kirin ka gelo ev hestî yên wê serdemê ne yan na. Em dixwazin lêpirsînek berfireh û lez were destpêkirin.”
Cendirme û saziyên sivîl ji bo keşfê çûne Farqînê
Şandeyeke ku ji cendirme, AFAD û saziyên sivîl pêk tê, ji bo ku di şikefta 3 qat a ku kilox û hestî tê de hatibûn dîtin keşfê bikin çûn Farqînê.
Di şikefteke 3 qat a li navçeya Farqînê ya Amedê de kilox û hestî derketibûn holê û ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatibûn tomarkirin. Şandeyeke ku ji Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û Baroya Amedê pêk dihat, di saetên sibehê de ber bi cihê şikeftê ve ket rê.
Hate hînbûn ku tîmên cendirme û AFAD jî ji bo keşfê çûn herêmê. Hat zanîn ku ji ÎHD, OHD û Baroya Amedê jî endamek wekî çavdêr di nava xebatên keşfê de cih bigire.