Di navbera yekbûn û perçebûnê de: Îrlandaya Bakur


Şerê Serxwebûna Îrlandayê di sala 1921an de bi dawî bû. Lê belê perçebûna giravê, têkoşîna ji bo Îrlandayeke yekbûyî jî bi xwe re anî. Gihîştina aşitiya ku di dawiya sedsala 20an de hat, ji bo kesî ne hêsan bû.


“Dîwarê Aşitiyê” ku li Belfastê ye û yek ji sembolên perçebûnê ye. Wêne: Conciliation Resources

Kokên Artêşa Komarparêz a Îrlandayê (IRA)

Artêşa Komarparêz a Îrlandayê (Irish Republican Army – IRA), ne rêxistineke weha ye ku ji nişka ve derketibe holê. Kokên wê digihîjin heta “Biratiya Komarparêz a Îrlandayê” (Irish Republican Brotherhood – IRB) ku di sala 1858an de ji hêla James Stephens ve hatibû avakirin. IRByê tiştekî ku yên beriya wê bi ser nexistibûn pêk anî û di qada siyasî ya Îrlandayê de hebûneke mayînde ava kir. Piştgirên wê yên ku bi giranî wekî “Fenians” dihatin naskirin, bingeha xwe bi rêxistinkirina di nav çîna karker û çîna navîn-jêrîn de ava kirin. Armanca bingehîn a rêxistînê ew bû ku dawî li serdestiya Îngilistanê ya li Îrlandayê bîne û komareke Îrlandayê ya bi temamî serbixwe ava bike. Ev raman wê bibûna bingeha îdeolojiya ku wekî komarparêzî tê naskirin. Kesên ku cara ewil navê “Artêşa Komarparêz a Îrlandayê” bi kar anîn, hevalbendên IRByê yên Îrlandî-Amerîkî bûn ku di salên 1860î de êriş biribûn ser Kanadaya Brîtanyayê.

Serhildana Paskalyayê ya 1916an

Xala werçerxanê ya ji bo vê tevgera azadî û serxwebûnê, Serhildana Paskalyayê (Easter Rising) bû ku di sala 1916an de pêk hat. Komek serokên IRByê di 24ê Nîsanê de li Dublinê serhildanek pêk anîn. Piştî şeş rojên şerên dijwar ên kolanan, fermandarê serhildêr Patrick Pearse teslîm bû. 16 kes, ku di nav wan de serokê sosyalîst James Connolly û Patrick Pearse jî hebûn, hatin îdamkirin. Ev zincîreya îdaman, hesta şaşwaziyê ya di nav gel de veguherand rêzeke girseyî ya ji bo rêberên serhildanê. Sinn Féin, her çend di serhildanê de roleke wê ya rasterast tune bû jî, bû pêşenga vê serdema nû û di hilbijartinên giştî yên 1918an de ji 105 kursiyên Îrlandayê 73 jê bi dest xistin.

Serhildana Paskalyayê. Wêne: People’s World

Di 21ê Rêbendana 1919an de, roja ku parlamenterên Sinn Féinê ji bo ragihandina serxwebûna Îrlandayê li Dublinê civiyan, komek xwebexşên Îrlandî li Tipperaryê êrişî Rêxistina Polîsan a Mirnişîna Îrlandayê (Royal Irish Constabulary) kirin. Ev xwebexşên ku piştre dê bi navê Artêşa Komarparêz a Îrlandayê bên naskirin, Şerê Serxwebûnê dan destpêkirin. Serkeftina rêbaza şerê gerîlla, beşeke mezin a herêmên gundewarî ji rêveberiya Îngilistanê qut kir û Mirnişîna Yekbûyî neçarî bersivên pir tund kir.

Dewleta Azad a Îrlandayê

Şerê Serxwebûnê bi Peymana Îngilistan-Îrlandayê ya 1921an (Anglo-Irish Treaty) bi dawî bû. Encama ku bi peymanê re derket holê, ji bo komarparêzan dûrî razîbûnê bû. Statuya “dominyon”ê dan Dewleta Azad a Îrlandayê (Irish Free State) û dewlet girêdayî Mirnişîna Brîtanyayê ma. Lê tiştê balkêştir ew bû ku girav hatibû perçekirin. Şeş herêmên (county) ku ji bo Îrlandaya Bakur hatibûn veqetandin, ne li ser bingeheke demokratîk, lê ji ber ku ev axa herî mezin bû ku “Yekîtîxwaz” (Unionists) dikaribûn birêve bibin hatibûn hilbijartin. Tevî vê yekê, di du ji van şeş herêman de hejmara komarparêzan zêdetir bû. Peymanê tevgera komarparêz parçe kir û Îrlanda di salên 1922-23yan de ber bi şerekî navxweyî ve bir ku tê de IRAya li dijî Peymanê têk çû. Sînorê di navbera Mirnişîna Yekbûyî û Dewleta Îrlandayê de ma. Li hemberî têkçûnê, IRAyê çekên xwe danîn.

Di vê pêvajoyê de heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn, IRA wekî hêzeke marjînal ma û helwesta xwe ya nenasîna Dewleta Îrlandayê û Îrlandaya Bakur domand. Lê nekarî tevgereke girseyî ava bike ku vê pergalê biguherîne. Tevgera Sînor a 1956-62yan ku li dijî hedefên leşkerî yên Îngilistanê yên li Îrlandaya Bakur hatibû destpêkirin, bi ser neket. Di sala 1962yan de rêxistin di rewşeke lawaz de bû.

Lê ev ne bêserkeftiniyeke demdirêj bû. Serfermandarê nû yê IRAyê, Cathal Goulding, tevger bir ser bingeheke sosyalîst û siyasî. Aktîvîstên komarparêz di navenda kampanyaya mafên sivîlan de cih girtin ku ji bo kêmneteweya Katolîk a li Îrlandaya Bakur daxwaza wekheviyê dikirin. Dema ku meşên di çarçoveya vê tevgerê de di salên 1968 û 1969an de bi tundiya polîsan û êrişên “dilsozparêz” (loyalist) re rû bi rû man, Îrlandaya Bakur ber bi krîzeke civakî ve çû. Li herêmên ku Katolîk lê piranî bûn, serhildan derketin. Li Belfastê bi sedan malbat hatin derxistin û malên wan hatin şewitandin. Londonê Artêşa Îngilistanê şand herêmê. Her çend di destpêkê de ji hêla Katolîkan ve wekî hêzeke parastinê dihatin dîtin jî, kiryarên êrişkar ên artêşê yên li dijî Katolîkan bû sedema jinavçûna vê ramanê û cudahî hîn kûrtir kir.

IRAya Demkî (Provisional IRA)

IRAya Demkî (Provisional IRA), di sala 1969an de piştî ku Goulding bi lawazkirina kapasîteya leşkerî ya rêxistinê û bêparastinhiştina Katolîkan hat tawanbarkirin, hat avakirin. Daxuyaniya yekem a giştî, bal dikişand ser dilsoziya wan a ji bo “Komara Îrlandayê ya ku ji sî û du herêman pêk tê”. Li gorî baweriya wan, sînor bêyî îradeya demokratîk a Îrlandayê ji hêla Îngilistanê ve hatiye ferzkirin û divê were rakirin.

Di dîtbarî de “Tevli IRA-yê bibe” (Join the IRA) dinivîse. Wêne: Belfast Newsletter

Rêxistinê xwe berî her tiştî wekî parêzvanê civakên Katolîk pênase dikir. Lê ev çarçoveya parastinê di demeke kurt de guherî. IRAya Demkî, ji bo şikandina îradeya dewletê û meşandina zexteke domdar a bi dehan salan, ji têgihîştina şerê gerîlla yê herêmî ya IRAya kevneşopî qut bû û stratejiyeke bi sîstematîktir a bi navê “Doktrîna Şerê Dirêj” pejirand. Ji bo vê armancê, derbasî rêxistinkirineke hucreyî bûn û rêxistin piçûktir, lê bi dîsîplîntir bû.

Bingeha civakî ya rêxistinê bi giranî li taxên karker ên Katolîk ên Îrlandaya Bakur bû. Navê pêşeng ê Sinn Féinê Gerry Adams (ku wî her dem her cure têkiliya operasyonel a bi IRAyê re red kiriye), di vê serdemê de wekî fîgurekî sereke di veguherîna siyasî ya tevgera komarparêz de derket pêş.

Yekşema Bixwîn (Bloody Sunday)

Yek ji xalên werçerxanê yên Troubles (Demên Tevlihev), roja Yekşema 30yê Rêbendana 1972yan bû. Wê rojê li Derryyê, ji bo protestokirina sepana bi navê internment (biryarnameya girtinê) ku maf dida artêşê da ku kesên gumanbar bêyî darizandin bigire, meşeke aşitiyane hat organîzekirin. Leşkerên Tabûra 1em a Paraşûtê ya Îngilistanê gule berdan xwepêşanderan û 13 kes qetil kirin. Yek ji birîndaran roja din jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan gihîşt çardeh kesan. Hemû 14 kesên hatine qetilkirin sivîl bûn û piraniya wan ciwan bûn.

Belgeyên fermî yên artêşa Îngilistanê bixwe ev bûyer wekî yek ji du şaşiyên mezin ên di dema Troubles de qeyd kirin. Vê komkujiyê bingehekî weha da IRAyê ku heta wê rojê di xewna xwe de jî nedidît. Nifûsa Katolîk a Îrlandaya Bakur ku dît beşdarbûna xwepêşandaneke aştiyane dikare bi mirinê were cezakirin, êdî dît ku têkoşîna çekdarî neçarî ye. Rapora Widgery ku piştî Yekşema Bi Xwîn hat amadekirin, bi îfadeyên ku qurbaniyan sûcdar dikir hêrs hîn zêdetir kir. Di sala 2010an de bi rapora lêpirsîna nû ya Lord Saville û lêborîna Serokwezîrê wê demê David Cameron, asta komkujiyê ji hêla meqamên fermî ve jî hat qebûlkirin.

Yekşema Bi Xwîn. Wêne: Sky News

Operasyona Demetrius, ku çend meh beriya Yekşema Bixwîn hatibû destpêkirin, bandorek bi heman rengî çêkir. Di Tebaxa 1971an de artêşa Îngilistanê bi giranî li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî yên kevin û şaş, bi sedan kes desteser kirin û girtin. Beşeke girîng a girtiyan tu têkiliya wan bi IRAyê re tune bû.

Êdî êrişeke hêzên ewlehiyê ya li dijî IRAyê, wekî êrişeke li ser hemû Katolîkan dihat dîtin. Bi îfadeya polîtîkaya Îrlandî Eamonn McCann, IRA êdî weke yek ji “perçeyên civakê” bû. Piştî operasyonê, greva kirê û bacê ya ku 26 hezar malbat beşdar bûn dest pê kir. Li taxên Katolîk ên Derry û Belfastê barîkat ji nû ve hatin avakirin. Otorîteya dewletê li vir ne fermî be jî hilweşiya.

Şer û siyaset

Di vê serdemê de li Îrlandaya Bakur siyaseta neteweperwer jî di nav tengezariyeke kûr de bû. Partiya neteweperwer a nerm SDLP (Partiya Sosyal Demokrat û Karkeran) tundî red dikir lê bi boykotkirina Stormontê (Parlementoya Îrlandaya Bakur) hewl dida zextê bike. IRAyê li şûna siyasetê, bi temamî têkoşîna çekdarî derdixist pêş.

Di Adara 1972yan de rawestandina Stormontê û ragihandina rêveberiya rasterast ji Londonê, rûpeleke nû di siyaseta Îrlandaya Bakur de vekir. Desthilatdariya Yekîtîxwaz a nîv sedsalî ya bênavber bi dawî bûbû. Lê ev ji bo komarparêzan ne xwedî wateyeke erênî bû. Berevajî vê, rawestandina demokrasiyê ya Londonê li Îrlandaya Bakur, dê pevçûnan hîn demdirêjtir bikira.

Bobby Sands û grevên birçîbûnê

Di sala 1976an de hukûmeta Îngilistanê statuya siyasî ya girtiyên komarparêz rakir û wekî girtiyên asayî nêzîkî wan bû. Girtiyên ku li dijî vê derketin, pêşî dest bi protestoya betaniyê û piştre jî bi protestoya qirêjiyê kirin. Tevî ku ev protesto bi salan dom kirin, hukûmeta Îngilistanê bi paş de gav neavêt.

Bobby Sands, ku li bakurê Belfastê mezin bûbû, hîn di temenekî ciwan de ramanên komarparêz nas kir û beşdarî IRAyê bû. Piştre ji ber ku çek li ser hatin girtin hat darizandin. Di Girtîgeha Maze ya Tîpa H de di nav tevgera komarparêz de ma û fikr û ramanên wî li gorî wê teşe girt. Sands piştî ku hat berdan jî xebatên xwe domandin. Lê di demeke kurt de careke din hat girtin.

Dîwarwêneyek (mural) li Belfastê. Wêne: Shared Future News

Di 1ê Adara 1981an de Sands, li dijî şert û mercên xirab ên li girtîgehan û rakirina statuya girtiyên siyasî, beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bû. Li gorî planê, girtiyên din dê yek bi yek tevlî wî bibûna û her mirinek dê xwedî bandoreke siyasî ya herî mezin bûya. Ji bo vê yekê, girtiyan bi navberên diyarkirî dest bi greva birçîbûnê dikirin.

Di hefteya yekem a grevê de, piştî mirina parlamenterê komarparêz ê serbixwe yê herêma Fermanagh-South Tyrone a Îrlandaya Bakur Frank Maguire, di meha Nîsanê de hilbijartineke navberê dê bihata kirin. Sands ji bo zêdekirina hişmendiya raya giştî di vê hilbijartinê de bû namzed û bi ferqeke kêm hilbijartin qezenc kir û bû parlamenterê herî ciwan ê dîroka welat. Serkeftina Sands di hilbijartinê de, di qada navneteweyî de derbeyeke giran li hukûmeta Îngilistanê xist. Hukûmetê bi mehan îdia kiribû ku raya giştî li hemberî grevê bêdeng e, lê encama hilbijartinê nîşan da ku ev îdia ne rast e.

Merasîma cinazeyê ya Bobby Sands. Wêne: Bobby Sands Trust

Serokwezîra wê demê Margaret Thatcher û hukûmeta wê, tevî hemû zextan bi paş de gav neavêtin û di vê de bi israr bûn. Daxwazên girtiyên IRAyê nehatin qebûlkirin, Sands tevî ku parlamenter bû jî nehat berdan. Dema ku dîrok 5ê Gulana 1981an nîşan dida, Bobby Sands di roja 66an a greva birçîbûnê de çavên xwe li jiyanê girtin. Cinazeyê Sands, piştî Yekşema Bixwîn, girseya herî mezin a komarparêzan anî cem hev. Zêdetirî 100 hezar kes ji bo cinazeyê Sands kolan dagirtin. Li ser mirina Sands, ji çar aliyên cîhanê jî bertek bilind bûn. Di hefteyên pêş de neh girtiyên din di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.

Çek û sandoq

Leza siyasî ya ku grevên birçîbûnê ava kir, Sinn Féin ber bi qada hilbijartinê ve kişand. Piştî mirina Sands, ji bo heman herêmê hilbijartinek pêk hat û dîsa komarparêzekî bi navê Owen Carron qezenc kir. Li gorî daxuyaniya rojnameya An Phoblacht a nêzîkî Sinn Féinê ku piştî vê serkeftinê hat weşandin, partî êdî dê “bi biryardarî gava xwe biavêje qada hilbijartinê” û dê “rêberiya bêmunaqeşe ya gelê neteweperwer ava bike”. Lê ev nayê wê wateyê ku dê çek were danîn. “Stratejiya Armalite (çek) û sandoqa hilbijartinê” (Armalite and ballot box strategy) bi vî rengî fermî bû. Vê stratejiya dualî, rayedarên Îngilistanê û neteweperwerên nerm jî xistin nav fikaran. Serokê SDLPyê John Hume digot ku helwesta hukûmeta Thatcher a di pêvajoya greva birçîbûnê de pêvajoya demokratîk “hema hema têk biriye”. Hukûmeta Îngilistanê jî bilindbûna Sinn Féinê wekî mizgîniya veguherîna komarparêziya Îrlandayê ya bo aktorekî siyasî didît û ji bo rawestandina vê li rêyan digeriya.

Nakokiya leşkerî û siyasetê

Dema ku hatin nîvê salên 1980yî, ne IRAyê û ne jî Hukûmeta Brîtanyayê nekarîbûn otoriteya xwe li ser hev bidin qebûl kirin. Her du alî jî têdigihîştin ku nikarin serkeftineke leşkerî ya zelal bi dest bixin. Di tam nîvê vê nakokiyê de, Sinn Féin veguherîneke bêdeng lê girîng derbas dikir. Partiyê enerjiya ku grevên birçîbûnê ava kiribû jî girt pişt xwe û di hilbijartinên giştî yên 1983yan de dengên zêdetirî 100 hezar dengdêran girt.

Ev encam, ne tenê ji bo komarparêzan, lê ji bo London û Dublinê jî surprîz bû. Piştî rawestandina Stormontê ji bo rêveberiya rasterast a herêmê hatibû avakirin, hin belge derketin holê ku tê de dihate diyarkirin, derketina bi vî rengî ya bi hêz a komarparêzan ji sandoqê wekî tiştekî acizker hatiye nirxandin.

Peymana Îngilistan-Îrlandayê

Di Kanûna Paşiyê ya 1985an de Margaret Thatcher û Serokwezîrê Îrlandayê Garret FitzGerald, Peymana Îngilistan-Îrlandayê (Anglo-Irish Agreement) îmze kirin. Sedema sereke ya îmzekirina Thatcher a peymanê ewlehî bû. Wê dixwest Dublin bi îstîxbarata Îngilistanê re hevkariyê bike, gumanbarên IRAyê îade bike û piştgiriyê bide operasyonên der-sînor. FitzGerald jî diparast ku divê reform werin kirin da ku bêbaweriya kêmneteweya Katolîk a li Îrlandaya Bakur a li hemberî saziyên dewletê were rakirin. Armanca dawî ya her du hukûmetan jî marjînalzekirina komarparêziya radîkal bû.

Wêne: The Independent

Peymanê, her çend bi sînor be jî, roleke şêwirmendiyê di rêveberiya Îrlandaya Bakur de da hukûmeta Îrlandayê. Îrlandaya Bakur êdî ji meseleya navxweyî ya Îngilistanê derket û mafê axaftinê yê Dublinê jî hat naskirin. Lê encam ji bo her du hukûmetan jî bû sedema têkçûna xeyalan. Hevkariya ku di mijara ewlehiyê de dihat payîn pêk nahat, di pêvajoyên îadekirinê de pirsgirêk derketin, reformên berfireh nehatin pêkanîn û di teşkîlata polîsan de guherîneke kûr nehat kirin.

Hem komarparêzan û hem jî yekîtîxwazan peyman qebûl nekir. Sinn Féinê peyman wekî hewildanekê ji bo rewakirina hebûna emperyalîzma Îngilistanê ya li herêmê û qutkirina Katolîkan ji ramanên komarparêz nirxand. Lê tevî van bertekên ku li pêşberî raya giştî hatin dayîn, li pişt deriyên girtî di navbera komarparêzan de nîqaşeke cidî dest pê kiribû û hin navên astbilind diyar kiribûn ku peyman bi rastî pêşketinek e.

Şîrovekirina peymanê

Li gorî yek ji xalên girîng ên vê peymanê, hukûmeta Îngilistanê taahhûd dikir ku heke piranî daxwaz bike, ew ê rê li ber yekbûna Îrlandaya Bakur a bi Komara Îrlandayê re veke. Serokê SDLPyê John Hume ev xal wekî ragihandineke fermî ya ku Îngilistan li ser Îrlandaya Bakur ti berjewendiyeke stratejîk an aborî nîne nirxand. Ev şîrove rasterast li dijî argûmana bingehîn a IRAyê derdiket.

Sê sal piştî peymanê di sala 1988an de, di navbera SDLP û Sinn Féinê de hevdîtinên rasterast ên ku heft mehan dom kirin dest pê kirin. SDLPyê ji bo îsbatkirina bêalîbûna Îngilistanê xalên di peymanê de derdixistin pêş, Sinn Féinê jî berjewendiyên stratejîk û aborî yên Îngilistanê yên li Îrlandaya Bakur derdixist pêş û di encamê de her du alî jî bêyî lihevkirineke berbiçav ji ser masê rabûn.

Wêne: X/@IrishUnity

Peter Brooke, ku li ser Ofîsa Îrlandaya Bakur bû, di axaftina xwe ya 9ê Kanûna Paşiyê ya 1990î de ev hevok bi kar anî: “Hukûmeta Îngilistanê li Îrlandaya Bakur ti berjewendiyeke stratejîk an aborî ya xweperest nîne.” Bi vê hevokê re, argûmanên ku SDLPyê derdixistin pêş ji hêla hukûmetê ve jî hatin gotin. Gotinên Brooke nîqaşên di nav komarparêzan de jî gur kirin.

Diyaloga Hume-Adams û Daxuyaniya Downing Streetê

Piştî axaftina Brooke, Serokê SDLPyê John Hume û Serokê Sinn Féinê Gerry Adams dest bi hevdîtinên rû bi rû kirin. Armanca her duyan ew bû ku metneke weha ava bikin ku hem her du hukûmet pesend bikin û hem jî komarparêz qebûl bikin. Di reşbeleka ku di sala 1992yan de hat amadekirin de mafê diyarkirina qedera xwe ya gelê Îrlandayê dihat qebûlkirin, lê bikaranîna vî mafî bi “erêkirina gelê Îrlandaya Bakur” ve dihat girêdan. Yanî piraniya Protestan wekî aktorekî ji bo guherîna destûrî dihat naskirin. Ev reşbeleka ku Sinn Féinê pesend kir, nîşan dida ku tevgera komarparêz li benda guherîneke îdeolojîk a kûr e. Dihat îdiakirin ku Adams ev metin bi serokatiya IRAyê re jî daye pesendkirin.

Daxuyaniya Downing Streetê ya ku di Kanûna 1993yan de hat weşandin, berhema pêvajoyeke bi xwîn bû. Di meha Çiriya Pêşiyê de bombeya ku IRAyê di dikaneke masiyan a li Belfastê de bi cih kiribû, zû teqiya. Êrişa ku rêbertiya koma çekdar a Dilsozparêz UDA (Yekîtiya Parastina Ulsterê) hedef digirt, bû sedema mirina neh sivîlên Protestan. Li ser vê yekê komên çekdar ên Dilsozparêz di nav du hefteyan de çardeh kes qetil kirin. Di vê atmosfera kaosê de her du hikûmet ketin nav trafîkeke dîplomatîk a daxbar û daxuyanî ji hêla Serokwezîrê Îngilistanê John Major û Serokwezîrê Îrlandayê Albert Reynolds ve hat îmzekirin.

John Major û Albert Reynolds. Wêne: BBC

Daxuyaniyê xwe dispart metna ku di encama hevdîtinên di navbera Hume û Adams de derketibû holê. Lê belê ji bo komarparêzan cudahiyeke krîtîk hebû. Di reşbeleka Hume-Adams de hatibû misogerkirin ku hukûmeta Îngilistanê wê hemû bandor û enerjiya xwe di xeta yekbûna Îrlandayê de bi kar bîne. Lê di daxuyaniya Downing Street de cih nedan vê xalê. Garantiyên destûrî yên bingehîn jî wekî xwe man. Yanî statuya Îrlandaya Bakur tenê bi pesendkirina piraniya gelê herêmê dikaribû biguherî.

Wezîr Michael Ancram, ku wê demê li serê Ofîsa Îrlandaya Bakur bû, daxuyanî wekî “Belgeyek pir porteqalî (rengê yekîtîxwazan) ya ku bi zimanekî kesk (rengê neteweperweran) hatiye nivîsandin” binav kir. Yanî ziman neteweperwer bû lê cewher yekîtîxwaz bû. Daxuyaniyê mafê vetoyê yê piraniya yekîtîxwaz xurt dikir û di heman demê de gotinên komarparêz bi kar dianî.

Bombeya ku di dikana masiyan de teqiya, komarparêz û Sinn Féin di warê siyasî de asê kiribû. Nexasim piştî hevalbendên tifaqa pan-neteweperwer Fianna Fáil û SDLP ev daxuyaniya qebûl kiribûn, redkirina daxuyaniyê ya bi temamî, dihate wateya hilweşandina hemû binesaziya siyasî ya ku tevgerê di salên dawî de ava kiribû. Lê ji aliyê din ve jinedîtî hatina vê jî tawîzeke îdeolojîk bû.

Adams jî îdia kir ku Serokwezîrê Îngilistanê Major û Serokwezîrê Îrlandayê Reynolds daxuyanî bi awayên cuda pêşkêşî dengdêrên xwe kirine û daxwaza daxuyaniyekê ji wan kir. Ev manewraya Adams hewildanek bû ji bo qezenckirina demê da ku IRAyê ji bo agirbestê amade bike. Di vê navberê de Adams çû DYAyê. Eleqeya ku wî li wir dît û bandora ku wî çêkir, nîşanî Adams da ku agirbestek dikare qadeke çiqas berfireh a navneteweyî ji bo tevgera komarparêz veke. Komarparêzan daxuyaniya Downing Street pesend kirin û bi vê re di rastiyê de gelek tişt qebûl kiribûn.

Heke ji perspektîfeke kevneşopî lê were nêrîn, ev daxuyanî weha xuya dikir ku bi tiştên IRAyê bi salan e ji bo wan şer kiriye û ew li hev nakin. Girêdana yekbûnê bi pesendkirina piraniya li Îrlandaya Bakur re, dihat wê wateyê ku perçebûn dê ji bo demeke nediyar berdewam bike. Cudahiya ku ji duh heta îro derketiye holê ew bû ku êdî Londonê digot “berjewendiyeke min a xweperest nîne”. Her çend gotin reng biguherîne jî, sînor hîn wekî xwe radiwestiyan.

Agirbesta yekem û xirabûna wê

Di 31ê Tebaxa 1994an de wate heşt meh piştî weşandina daxuyaniya Downing Streetê, IRAyê agirbesteke berfireh ragihand. Di Çiriya Pêşiyê ya 1994an de komên çekdar ên dilsozparêz jî beşdarî agirbestê bûn. Li Îrlandaya Bakur ji sala 1969an ve cara ewil bi wateya rastî çek bêdeng bûn.

Lê ev bêdengî ji ber cudahiya bendewariyên aliyan zêde nedomand. Hukûmeta Îngilistanê ji bo ku Sinn Féin bikaribe beşdarî muzakereyan bibe, şerta danîna çekan wekî pêşmerc danî. Adams jî ev şert red kir. Ji hêla hukûmetê ve hatibû îma kirin ku piştî agirbestê Sinn Féin dê vexwendî ser maseya muzakereyê were kirin, lê danîna çekan wekî pêşmercekî qet nehatibû rojevê.

Êrişa Canary Wharf. Wêne: The Irish Times

Di Kanûna Paşiyê ya 1996an de navbeynkarê DYAyî George Mitchell li ser vê mijarê raporek amade kir û pêşniyar kir ku bila danîna çekan bi muzakereyan re hemwext pêk were. Lê hukûmeta Îngilistanê ev qebûl nekir. Wê daxwaz kir ku ewil li Îrlandaya Bakur bi hilbijartinê meclîsek were avakirin û piştî vê, muzakere berdewam bikin. Komarparêz jî fikirîn ku heke hilbijartineke parlementoyê were kirin, yekîtîxwaz dê di meclîsê de piranî bin û ev jî rêbazeke nû ye ji bo dûrxistina Sinn Féinê ji ser maseya muzakereyê. Êrişa bombeyî ya ku di 9ê Sibata 1996an de li herêma Canary Wharf a Londonê pêk hat û bû sedema mirina 2 kesan, dawî li vê agirbestê anî. Li gorî daxuyaniya IRAyê, Serokwezîrê Îngilistanê Major nekarîbû vê fersenda dîrokî binirxîne.

Hilbijartinên giştî yên 1997an

Di serdema piştî Canary Wharf de li her du aliyan jî nezelalî serdest bû. IRAyê li Îngilistanê çalakiyên xwe yên bombeyî domandin, li Îrlandaya Bakur jî bêdengiyeke ne helal hebû. IRAyê nexwest pêvajoyê bi temamî biterikîne û ji bo vê zexta xwe didomand.

Hilbijartina giştî ya Gulana 1997an, her tişt guherand. Partiya Karkeran (Labour Party) bi serokatiya Tony Blair hat ser desthilatdariyê. Nêzîkatiya Blair a ji bo meseleya Îrlandaya Bakur ji ya Major cudatir bû û difikirî ku berî çek werin danîn jî Sinn Féin dikare li ser maseya muzakereyê rûnê. Blair dema ku dest bi kar kir, meseleya Îrlandaya Bakur wekî yek ji mijarên herî pêşîn ên hukûmetê diyar kir. Di heman serdemê de li Dublinê Fianna Fáil bi serokatiya Bertie Ahern hat ser desthilatdariyê.

Wêne: The Independent

Di Tîrmeha 1997an de IRAyê agirbesta xwe ya duyem ragihand. Vê carê agirbest li ser zemînekî cuda rûniştibû. Di nav IRAyê de hîn dengên muxalif hebûn, lê Adams û derdora wî ya nêzîk, karîbûn komarparêzan bi giranî di xeta xwe de bihêlin. Sinn Féinê prensîbên ku navbeynkarê DYAyî George Mitchell amade kiribûn qebûl kir û li ser maseya muzakereyê rûnişt.

Muzakere

Ji Îlona 1997an ve li Stormontê muzakereyên piralî dest pê kirin. Pêvajo ti carî di xeteke stabîl de bi pêş neket. DUP (Partiya Yekîtîxwaz a Demokratîk), bi protestokirina hebûna Sinn Féinê ya li ser maseyê ji muzakereyan vekişiya. Serokê UUP (Partiya Yekîtîxwaz a Ulsterê) David Trimble li ser maseyê ma, lê hevdîtina rasterast a bi Sinn Féinê re red kir. Nûnerên siyasî yên komên çekdar ên dilsozparêz jî bi nermbûnê di nav pêvajoyê de man.

Di vê serdemê de demên krîtîk ên ku gef li muzakereyan xwarin qewimîn. Kuştina fermandarê dilsozparêz Billy Wright di Kanûna Pêşiyê ya 1997an de li Girtîgeha Maze ji hêla milîtanên INLA (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Îrlandayê) ve, êrişên dilsozparêzan tahrîk kir. UDP (Partiya Demokratîk a Ulsterê) û Sinn Féin ji bo demeke kurt ji maseya muzakereyê dûr man. Di Adara 1998an de her du partî jî vegeriyan ser maseya muzakereyê.

Navbeynkar George Mitchell, 9ê Nîsana 1998an wekî dîroka dawî ya ji bo peymanê diyar kir. Di hefteyên dawî de muzakere bênavber hatin meşandin. Gotegotên ku UUP dê ji maseyê rabe belav dibûn. Heman gotegot ji bo Sinn Féinê jî dihatin gotin. Blair û Ahern bixwe hatin Stormontê û têkilî danîn. Dema ku dîrok 10ê Nîsana 1998an roja înê nîşan dida, hat ragihandin ku lihevhatin pêk hatiye û Peymana Îna Bixêr (Good Friday Agreement), bi navekî din Peymana Belfastê, hat îmzekirin.

Peymana Îna Bixêr

SDLPê, di mijara parvekirina hêzê de beşeke mezin a tiştên ku dixwest bidest xist. UUPê, di mijara sînorkirina qada saziyên der-sînor de beşeke mezin a tiştên ku dixwest bi dest xist. Sinn Féinê jî di du mijarên girîng de serkeftin bi dest xist. Ya ewil; berî ku bikeve hukûmetê, danîna çekan êdî ne pêşmerc bû; ya din jî vekirina rêya serbestberdana girtiyên IRAyê di nav du salan de bû. Sê pêkhateyên bingehîn ên peymanê; meclîseke herêmî ya nû li ser bingeha parvekirina hêzê ya di nav Îrlandaya Bakur de, Konseya Wezîran a Bakur-Başûr a di navbera Bakur û Başûr de û Konseya Îngilistan-Îrlandayê ya di navbera Îrlanda û Îngilistanê de bû.

Peymana Îna Bixêr. Wêne: Socialist Voice

Adams, di civîna Ard Fheis a Sinn Féinê ya Gulana 1998an de peyman ne wekî çareseriya dawî, lê wekî “rawestgeheke din a li ser rêya aşitiyê” pêşkêş kir:

“Rêveberiya Îngilistanê bi dawî nebû. Perçebûn jî bi dawî nebû. Ji ber vê yekê têkoşîna me berdewam dike.”

4 endamên IRAyê yên ku bi salan di girtîgehê de mabûn û di çarçoveya peymanê de gihîştibûn azadiya xwe, piştî axaftinê derketin ser dikê û bi deqîqeyan ji bo wan li çepikan dan. Ev yek ji bo bîne bîra endamên IRAyê ku bi peymana lihevkirî re hevalên wan dê vegerin malên xwe.

Gulana 1998an, di encama referandûma li ser Peymana Îna Bixêr de %94ê Îrlandaya Başûr û %71ê Îrlandaya Bakur piştgirî dan peymanê. Di nav neteweperweran de piştgirî li dora %96 bû û ji %52yê Protestanan ji peymanê re gotibûn belê.

“Artêşa ku têk neçûye”

Gotineke ku di nirxandina IRAyê de ya li ser vê têkoşîna salan derdiket pêş, “artêşa ku têk neçûye” (undefeated army) bû. Serokatiya komarparêz, agirbest ne wekî teslîmiyetekê, berevajî vê wekî veguherîneke taktîkî didît. Ev gotin, ji bo lihevhiştina tevgerê, pêşîgirtina li perçebûneke nû û qanehkirina bingeha gel wekî neçariyekê hatibû dîtin.

Armanca stratejîk a seretayî ya IRAyê, yanî yekbûna Îrlandayê û vekişîna Îngilistanê ji herêmê, pêknehatibû. Îrlandaya Bakur dê di bin serdestiya Îngilistanê de berdewam bikira. Lê ji aliyê din ve Îrlandaya Bakur, êdî ne Îrlandaya Bakur a 1969an bû. Avahiyên hiqûqî yên ku cudakariyê meşrû dikirin dê bihatana rakirin. Komarparêz dê di çarçoveya parvekirina hêzê de di nav hukûmetê de cih bigirtana, girtî dê serbest bihata berdan. Tiştê ku girîng dihat dîtin ew bû ku peymanê statuya Îrlandaya Bakur wekî serê-vekirî hiştibû. Heke piraniyan bixwesta, yekbûn dê pêkan bûya.

Rastiya herî mezin jî ew bû ku çek bêdeng bûbûn û şer bi dawî bûbû.

Çavkanî:

  • Finn, D. (2019). One Man’s Terrorist: A Political History of the IRA. Verso.
  • McLoughlin, P.J. (2014). The first major step in the peace process? Irish Political Studies, 29(1), 116–133.
  • Ingraham, J. (1998). The Irish Peace Process. CAIN Web Service, Ulster University.
Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.