Li dijî biryara girtina Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê, xwendekar, akademîsyen û xebatkar sê roj in çalakî li dar dixistin. Duh bi şev dîsa bi biryara Serokomar, biryara girtina zanîngehê betal bû.

Ji çalakiya xwendekaran a Zanîngeha Bilgiyê
Di şeva 22ê Gulanê de bi biryara Serokomar Recep Tayyip Erdoğan Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê hate girtin. Biryar di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin lê ji xwendekar, akademîsyen û xebatkaran re tiştek nehatibû gotin. Piştî vê biryarê di nava kampusa zanîngehê de çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Sê roj piştî girtina zanîngehê, uh bi şev dîsa bi biryareke din a Serokomariyê zanîngeh dîsa hate vekirin. Di van sê rojan de çi qewimî?
Roja yekem (22ê Gulanê)
Di 22ê Gulanê de bi şev di Rojnameya Fermî de biryara girtina Zanîngeha Bilgî ya Stenbolê hat weşandin. Ev biryara ku li gorî madeya 11an a pêvek a Qanûna Xwendina Bilind a bi hejmara 2547an hatiye dayîn, pêşbînî dike ku eger kêmasiyên di asta perwerde û hîndekariyê yên saziyên xwendina bilind ên ku ji aliyê weqfan ve hatine avakirin ji aliyê Desteya Xwendina Bilind (YÖK) ve werin tespîtkirin û tevî hişyariyan neyên sererastkirin, xebatên van saziyan ji aliyê YÖKê ve werin rawestandin.
YÖK û rêveberiya zanîngehê di saetên serê sibehê de daxuyanî dan ku dê tu mexdûriyet çênebe. Piştevaniya Xwendekaran a Zanîngeha Bilgiyê, piştî daxuyaniyê bi demeke kurt, diyar kir ku kartên xwarinê û sîgorteyên tenduristiyê yên taybet ên xebatkaran hatine betalkirin.
Xwendekar, akademîsyen û xebatkar, bi armanca protestokirina biryarê heman rojê di saet 14.00an de li Kampusa Santralê hatin cem hev. Ketina kampusê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi barîkatan hat astengkirin, deriyê dîrokî yê zanîngehê hat girtin. Hêzên ewlehiyê yên ku xwendekar girtin kampusê, di destpêkê de destûr nedan ku derçûyî têkevin kampusê. Lê paşê di navbera derçûyî û endamên sendîkayan de hevdîtin pêk hatin û di encamê de gelek kes karîbûn têkevin kampusê. Gelek sendîkayên wekî Sendîkaya Mamosteyên Dibistanên Taybet û Eğitim-SEN li kampusê bûn.
Xwendekar, akademîsyen û xebatkar meşiyan û çûn ber Rektoriyê. Li ber avahiyê daxuyaniyên çapemeniyê dan û piştre li kampusê çalakiya rûniştinê ya bêdem hat destpêkirin.
Xwendekaran ber bi êvarê ve forumek li dar xist. Piştî forumê her kesê li kampusê wê şevê li zanîngehê man. Di vê navberê de hevdîtin bi Rektoriyê re pêk dihatin. Di encama hevdîtinên bi Rektoriyê re, biryar hatin girtin ku ji bo xwendekarên dê bimînin cihê mayînê bê peydakirin, konê çalakiyan bê vekirin, destûr ji bo ketin û derketina xwarin/avê bê dayîn, xwendekarên li hundir dernekevin derve û piştî cejnê perwerdeya rûbirû berdewam bike.

Foto: Doğa Tekneci/Niha+
Roja duyem (23ê Gulanê)
Di saet 14.00an de hemû kes li kampusê civiya. Vê carê destûr nehat dayîn ku derçûyî û endamên sendîkayan têkevin hundir. Ji aliyê hêzên ewlehiya taybet ve lingê akademîsyenekî sendîkayî di derî de hat asêkirin. Di encama hevdîtinan de ew karîbûn bikevin hundir.
Xwendekaran bi armanca ku di nava sê rojan de dest deynin ser zanîngehê û wê bikin aîdê civakê û dest bi xebatên xwe bike, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Sloganên wekî “Bilgî ya me ye, wê ya me bimîne”, “Bilgî li vir e li cem dersdarên xwe ye”, “Bijî piştevaniya xwendekaran” hatin avêtin. Heta ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan û li ber avahiyê çalakiya rûniştinê û forum pêk hat. Di dema forumê de hin akademîsyenên ku axivîn û Rektor Ege Yazgan soz dan ku mafê her kesê di bin banê Zanîngeha Bilgî de wê bê parastin.
Akademîsyen û xwendekarên Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê konser dan. Xwendekaran şev dîsa li dibistanê derbas kirin.
Ber bi saetên şevê ve hejmara hêzên ewlehiyê û wesayîtên binçavkirinê yên li otoparka dibistanê bi awayekî berçav zêde bû. Ji saet 12ê şevê pê ve Rektor Ege Yazgan ragihandin ku kampus dê bi awayekî pratîkî bê girtin. Dema ku ketina xwendekar, akademîsyen û derçûyan hat qedexekirin, hat destnîşankirin ku dê xwarin û av ji derve neyê xistin û biryar bi awayekî pratîkî hatin bicihanîn.
Roja sêyem (24ê Gulanê)
Polîs û hêzên ewlehiya taybet destûr nedan ku xwendekar û xebatkar ji derve têkevin hundir. Kesên li derve, ji ser têlan re xwarin û xurek avêtin ji xwendekarên li hundir re.
Xwendekarên di hundirê kampusê de bi îşkenceyê hatin derxistin. Polîsan li dijî xwendekaran tundiya fîzîkî û gaza çavşewitandinê bi kar anî. Gelek xwendekarên ku birîndar bûn, bi rêya nûçegihanên ku nûçe dişopandin gotin ku wan îşkence dîtiye. Diyar bû ku rû, mil û lingên hin xwendekaran birîn bûne.
Piştî midaxeleya polîsan a li ser xwendekaran, di derdora saet 17.00an de xwendekar û xebatkar bi pankarta “Ji bo Bilgiyê li kornê bixe” bang li erebeyên ku di kolanê re derbas dibûn kirin. Piştî ku hemû kes bi zorê ji kampusê hat derxistin, çalakiya rûniştinê ya li ber dibistanê berdewam kir.
Di saetên şevê de di Rojnameya Fermî de biryareke nû ya Serokomar ha weşandin. Li gorî vê biryarê, girtina Zanîngeha Bilgiyê bi biryara Serokkomar ve hat paşvekişandin.
Serokê YÖKê Erol Özvar îro serê sibê (25ê Gulanê) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê mijarê de wiha got: “Biryara yekem, karekî hiqûqî yê neçarî bû ku diviya di çarçoveya mewzuata derbasdar de bihata cih. Lê belê, di çarçoveya raporên ku piştre hatin pêşkêşkirin û nirxandinên rewşa rojane de, Birêz Serokkomarê me, wekî her carê bi hesasiyet daxwazên xwendekar, malbat û xebatkarên zanîngeha me li ber çavan girtiye.”