Abdullah Ocalan: Ji pêvajoyê veger êdî ne mimkun e

Ocalan: “Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Adarê de bi Abdullah Ocalan re civiya.

Şandeya Îmraliyê ji Cîgira Serokê Meclisê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk te.

DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da. Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye û weha gotiye:

Di 27ê Adara 2026an de, di çarçoveya hevdîtinên me yên bi Birêz Abdullah Ocalan re, me li Girava Îmraliyê civînek li dar xist. Vê hevdîtinê bi awayekî zelal nîşan da ku pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Di vê astê de, hat destnîşankirin ku rêya çareseriyê mijareke piralî ye ku hewceyê nirxandina danûstandinan, îradeya demokratîk û berpirsyariya dîrokî ye.

Erk û berpirsyariya dîrokî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku xebata piştî Rapora Komîsyonê bêyî ku bê dirêjkirin divê bigihîje çarçoveyeke qanûnî ya berfireh û tevahî. Di nirxandinên lijneya me de, nêrîneke hevpar derket holê, ji bo ku derfetên dîrokî ji dest me neçin û îradeya rasteqîne ya çareseriyê bi ser bikeve, divê rêyên diyalogê vekirî bin û siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Careke din hat diyarkirin ku civaka demokratîk ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn temînata siberojê ye. Em bawer dikin ku her kesê ku vê pêvajoyê rast fêm bike û bi berpirsyarî nêzîk bibe, ne tenê îro di heman demê de di siberoja me ya hevpar de jî dê bi ser bikeve.”

DEM Partiyê peyama Ocalan a têkildarî hevdîtinê parve kir. Peyama Ocalan weha ye:

“Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene. Her çend ligel rewşa xedar a li Sûriyeyê hin pêşketinên erênî hebin jî, niha şerê bi Îranê re di rojevê de ye. Piştî şerê bi Îranê re sê xet derketine holê. Ya yekemîn xeta DYA-Îsraîlê ye. Ya duyemîn bi pêşengiya Brîtanyayê xeta hin hêzên navneteweyî û herêmî ye ku armanca wan parastina statuya heyî ye. Ya sêyemîn xeta demokrasî û jiyana hevbeş e ku em bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê xetê diparêzin. Geşedanên li Îranê careke din nîşan da ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin mafdar û girîng e.

“Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin. Têkiliya Anatolya-Mezopotamyayê xwedî rehên dîrokî yên kûr e. Yekemîn peymana aştiyê ya mezin di dîrokê de Peymana Kadeşê ye ku di navbera Hîtît û Misriyan de çêbû. Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar salîn nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya beşdarbûna çanda Mezopotamyayê wekî hebûneke demokratîk.

“Tu pirsgirêka me bi Komarê re tuneye. Pirsgirêka rastîn ev e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare Komarê xurt bike.

“Divê nîşankirina şaşî, zêdegavî û meylên dij-demokratîk ên civak û welatan ên di dîrokê de, wekî dijberiya pîroziyan neyê dîtin. Divê bê gotin ku parastina rêbazên asîmîlasyonîst ya bi baweriyeke pozîtîvîst, kirasekî teng e ku li welêt hatiye kirin.
“Weke ku min di banga xwe ya 27ê Sibatê de diyar kir, serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Vegera bo rabirdûyê êdî ne mimkun e. Pêvajoya ku em tê de ne, bi Komara Demokratîk re veguheztinek ber bi aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.

“Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.

Di vê xalê de ez girîngiyê didim ku bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên derbarê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.

“Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Ji bo çareseriya civakparêz, demokratîkkirina avahiyên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf hewce ye.”

Bi rêzdarî,
Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê

31 Adar 2026

(FD)

ÎHD: Di 2025an de 2 hezar û 671 caran maf hatine binpêkirin

Li gorî rapora ÎHDê di sala 2025an de li herêmê 8 jê zarok 588 kes hatine desteserkirin û ji wan 6 jê zarok 83 kes hatine girtin. 12 kes di girtîgehan de mirine û 38 kes jî rûbirûyê îşkenceyê bûne.


Şaxa komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2025an de li herêmê hatine kirin, aşkere kir.

Serokê Şaxê Ercan Yilmaz beşa nirxandinê ya raporê û Nûnerê Herêmê yê ÎHDê Tahir Saçakli jî bîlançoya raporê xwend.

Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên li herêmê hatine kirin ji bûyerên munferît zêdetir, di hinek qadên diyar de bi awayekî sîstematîk hatine kirin.

Binpêkirina mafên jiyanî

Di raporê de hate diyarkirin ku mafên civîn, xwenîşandan û meşan bi biryarên kêfî hatine astengkirin, têkildarî siyasetmedar û mafparêzan lêpirsînên kêfî hatine vekirin û biryara girtina wan hatiye dayîn. Her weha binpêkirina mafên jiyanî di bin sernavên weke, “bêcezatîyê” “mirinên li girtîgehan”, “mirinên fermî yan jî ji ber xemsariyê”, “mirinên biguman”, “îdiaya xwekuştinê” û “qezayên kar” de çêbûne.

Di berdewama raporê de hatiye destnîşankirin ku peywirdarên dewletê li girtîgehan, navendên desteserkirinê û li derveyî van cihan jî îşkence, miameleya xerab, kiriyarên biçûkxistinê li welatiyan kirine, gef li welatiyan xwarine û sîxûrtî ferz kirine.

Herî kêm 83 kes hatin girtin

Li gorî raporê li bajarên Kurdan herî kêm 588 welatî hatin desteserkirin û herî kêm 83 jî hatine girtin. Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girtin e, derbarê gelek kesan de lêpirsîn hatine vekirin û bi vê yekê re azadiya welatiyan hatiye binpêkirin.

Girtîgeh

Di raporê de hate gotin ku di tevahiya salê de binpêkirinên li dijî girtiyan berdewam kirine, girtî bêyî daxwaza xwe ji bo girtîgehên cuda hatin sirgunkirin, mafê xizmetên tenduristiyê, agahîgirtin û çalakiyên civakî hatin binpêkirin û ev binpêkirin bi awayekî sîstematîk domiyane.

Tundkariya li dijî jinan

Di raporê behsa tundkariya li dijî jinan û kuştina jinan hatiye kirin. Gelek jin di encama tundkariya nava malê de mirin e û birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku îstîsmara li dijî zarokan, bûyerên tundkariyê jî hatine tomarkirin.

Binpêkirina mafan

Di raporê de hatiye diyar kirin ku herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafên mirovan hatine tomarkirin. Her weha hatiye gotin ku ev tablo nîşaneya pirsgirêka maf û azadiyan e û piraniya binpêkirinên li herêmê bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd digire.

Pêvajoya heyî her çend bendewariyek di nava gel de çêkiribe jî bandoreke erênî li ser bikaranîna mafên şexsî û mafên kolektîfî nekiriye. Hat gotin ku ji bo pêvajoya heyî veguhere aştiyeke civakî divê welatî encamên erênî hîs bikin, binpêkirinên giran ên li girtîgehan bi dawî bibin, biryarên DMME û AYMê bên bicihanîn, polîtîkayên zextê bi dawî bibin.

Mafê hêviyê

Di raporê de amaje bi hevrûbûna bi binpêkirinên giran ên demên berê de hatine kirin û xwestiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn(AYM) yên têkildarî “mafê hêviyê” bên cîbicîkirin. Hatiye gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gel jî bi awayekî çalak tev li pêvajoyê were kirin, gavên demokratîk ên şênber bên avêtin.

Hûrgiliyên raporê

Di raporê de daneyên binpêkirinan weha hatiye rêzkirin:

*2 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, 4 kes hatin birîndarkirin, kesekî di bin çavan de miriye, 12 kes di girtîgehan de mirine, 6 kes ji ber xemsarî û xeletiya fermî mirine, 317 kes birîndar bûn, 4 mirinên biguman ên polîs-leşkeran e.

*Di pevçûnan de 19 endamên hêzên ewlekariyê, 27 milîtan mirine. Tevî mirin û birîndariyên dersdêr, sendîkavan, bijîşk, rojnameger û hwd. bi giştî 73 mirin û 338 bûyerên birîndarbûnê çêbûn.

*85 kesan xwe kuştine ango mirina wan biguman e.

Binpêkirina mafên jiyanê yên jinan

*42 jin di nava malbatê de rastî tundkariyê hatin e, 2 jinan xwekuştin e, 33 jin mirin e.

*7 jin di encama tûndkariyê de birîndar bûne, 7 jin mirin e, 2 rastî êrişa zayendî hatin e û li 4 jinan jî fihûş hatiye ferzkirin.

Zarok

*Zarokek di encama tundkariya navê malê de birîndar bûye.

*11 zarok rastî tecawizê hatine; di encama tundiya civakî de 6 zarok mirin e, 3 zarok birîndar bûn e.

*31 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, fihûş li 2 zarokan hatiye ferzkirin û zarokek jî rastî tundiya polîsan hatiye.

Îşkence

*Di bin çavan de 6 caran îşkence hatiye kirin, 273 caran li derveyî navendên desteserkirinê îşkence û miameleya xerab li welatiyan hate kirin.

*38 kes li girtîgehan rastî îşkenceyê hatin, 17 bûyerên revandina zarokan û gefa sîxûrtiyê û gef li 7 zarokan hate xwarin.

* 8 jê zarok bi giştî 588 kes hatine desteserkirin û 6 jê zarok bi giştî 83 kes hatine girtin.

Binpêkirina mafên derbirînê

*24 binpêkirinên mafê fikir û derbirînê hatine tomarkirin.

* Derbarê 174 kesan de 54 lêpirsîn hatine vekirin û li 45 kesan jî 13 doz hatine vekirin.

Binpêkirinên li girtîgehan

Di berdewama raporê de hatiye gotin ku di dema sewqkirinan de 16, di mijara mafê tenduristiyê de 19, di mafê agahîgirtin û hwd. de 3, di mijarên weke çalakiyên civakî 5 binpêkirin hatine kirin. Her weha li 5 girtiyan lêpirsîn hatiye vekirin û tehliyeya 18 girtiyan jî hatiye taloqkirin.

Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 1412 girtiyên nexweş hene ku ji wan 161 jin û 1251 mêr in.

Rewşa 335 girtiyan giran e. Ji van girtiyan 230 kes nikarin bi tenê serê xwe jiyana xwe bidomînin û pêdiviya 105 kesan bi piştgiriyê heye; her wiha ji ber nexweşiyên wan divê 188 girtî bi berdewamî di bin kontrolê de bin.

Her çend nexweşiyên 515 girtiyan hatibin diyarkirin jî, ji ber ku agahiyên berfireh nîn in û derbarê nexweşiya 2 girtiyan de jî tu agahî nehatine bi dest xistin, derbarê rewşa 517 girtiyan de tespîtek nehatiye kirin ka nexweşiya wan giran e yan na.

(FD)

Bendav û HES bîra civakî çawa têk dibin?

Li bajarên Kurdistanê projeyên bendav û HESan (Santralên Hîdroelektrîk) yên bîra civakî û qadên jiyanê talan dikin, ji bo gel û zindewerên herêmê hê jî wekî metirsiyeke mezin in.

Bendav û HES Hafizeya Civakî Çawa Tune Dikîn?

Bendav û HES Çi Ne?

Bendav pêşiya avê digirin û golên çêkirî ava dikin. HES jî hêza herikîna vê avê ji bo elektrîkê bi kar tînin. Ev pêvajo herikîna xwezayî ya çeman û ekosîstemê ji kokê ve diguherîne.

Paşxaneya Polîtîk

Bendav wekî parçeyek ji polîtîkayên ewlehiyê tên bikaranîn. Di çarçoveya GAPê de li ser Dîcle û Firatê “bendavên ewlehiyê” hatin çêkirin û qadên jiyanê yên xelkê hatin talankirin.

Rastiya Aborî

Elektrîka hilberandî ji bajarên rojava re tê şandin. Ji bo gelê herêmê feydeyek tune ye; berevajî vê, ji ber guherîna germî û baranê, herêm xizantir dibe.

Dorpêça li ser Çemên Sereke

Hewzeya Çemê Firatê
50 Bendav bi giştî
Keban → Karakaya → Atatürk → Bîrecîk → Karkamış
Hewzeya Çemê Dîcleyê
41 Bendav bi giştî
Ilısu → Kralkızı → Dîcle → Cizîr

Encamên Talanê

  • Herikîna xwezayî ya çeman tê birîn û av nagihîje hewzeyên jêrîn.
  • Sîstema baranê û rêjeya şilîbûnê (nem) diguhere.
  • Rejîma germî û bayê xira dibe, hişkesalî bi lez zêde dibe.
  • Hevsengiya ekosîstemê hildiweşe û hafizeya civakî tê talankirin.

Nimûneyên Balkêş ên Hilweşînê

Heskîf (Ilısu)
12 hezar sal dîrok hate tunekirin. 199 gund man bin avê û 15 hezar kes koçber bûn.
Semsûr (Atatürk)
34 gund û Bajarê Antîk ê Samsatê yê serdema Neolîtîk man bin avê.
Zîlan (Wan)
Bi projeyên HESê çavkaniyên ava Gola Wanê zirar dîtin û cureyên endemîk winda dibin.
Şax (Şirnex)
Gundê Şaxê yê ku di salên 90î de hatibû şewitandin, niha bi projeya HESê tê binavkirin.
Hewzeya Farqînê
Di xebatên bendavê de teqandinan zirar da Pira Kevir a dîrokî û 50 gund di bin rîskê de ne.
Kasrik (Cizîr)
Geliyê Kasrikê yê ku Gabar û Cûdî ji hev vediqetîne, dê bi bendava nû bibe bin av.

Projeyên Nû û Rewşa Niha

Piştî 2015an: 89 HES û 28 projeyên bendavan hatin destpêkirin.
Rêjeya ÇEDê: %99ê projeyan raporên erênî digirin.
Sala 2026an: Li Çewlîg û Erziromê 4 projeyên nû hatin pejirandin.
Çavkanî: Yeşil Gazete, Yeni Yaşam; Sönmez, M. E. (2012). Barajların Mekân Üzerindeki Olumsuz Etkileri. Gaziantep Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi.
Înfografî ji bo nihaplus hatiye amadekirin.

Di navbera yekbûn û perçebûnê de: Îrlandaya Bakur


Şerê Serxwebûna Îrlandayê di sala 1921an de bi dawî bû. Lê belê perçebûna giravê, têkoşîna ji bo Îrlandayeke yekbûyî jî bi xwe re anî. Gihîştina aşitiya ku di dawiya sedsala 20an de hat, ji bo kesî ne hêsan bû.


“Dîwarê Aşitiyê” ku li Belfastê ye û yek ji sembolên perçebûnê ye. Wêne: Conciliation Resources

Kokên Artêşa Komarparêz a Îrlandayê (IRA)

Artêşa Komarparêz a Îrlandayê (Irish Republican Army – IRA), ne rêxistineke weha ye ku ji nişka ve derketibe holê. Kokên wê digihîjin heta “Biratiya Komarparêz a Îrlandayê” (Irish Republican Brotherhood – IRB) ku di sala 1858an de ji hêla James Stephens ve hatibû avakirin. IRByê tiştekî ku yên beriya wê bi ser nexistibûn pêk anî û di qada siyasî ya Îrlandayê de hebûneke mayînde ava kir. Piştgirên wê yên ku bi giranî wekî “Fenians” dihatin naskirin, bingeha xwe bi rêxistinkirina di nav çîna karker û çîna navîn-jêrîn de ava kirin. Armanca bingehîn a rêxistînê ew bû ku dawî li serdestiya Îngilistanê ya li Îrlandayê bîne û komareke Îrlandayê ya bi temamî serbixwe ava bike. Ev raman wê bibûna bingeha îdeolojiya ku wekî komarparêzî tê naskirin. Kesên ku cara ewil navê “Artêşa Komarparêz a Îrlandayê” bi kar anîn, hevalbendên IRByê yên Îrlandî-Amerîkî bûn ku di salên 1860î de êriş biribûn ser Kanadaya Brîtanyayê.

Serhildana Paskalyayê ya 1916an

Xala werçerxanê ya ji bo vê tevgera azadî û serxwebûnê, Serhildana Paskalyayê (Easter Rising) bû ku di sala 1916an de pêk hat. Komek serokên IRByê di 24ê Nîsanê de li Dublinê serhildanek pêk anîn. Piştî şeş rojên şerên dijwar ên kolanan, fermandarê serhildêr Patrick Pearse teslîm bû. 16 kes, ku di nav wan de serokê sosyalîst James Connolly û Patrick Pearse jî hebûn, hatin îdamkirin. Ev zincîreya îdaman, hesta şaşwaziyê ya di nav gel de veguherand rêzeke girseyî ya ji bo rêberên serhildanê. Sinn Féin, her çend di serhildanê de roleke wê ya rasterast tune bû jî, bû pêşenga vê serdema nû û di hilbijartinên giştî yên 1918an de ji 105 kursiyên Îrlandayê 73 jê bi dest xistin.

Serhildana Paskalyayê. Wêne: People’s World

Di 21ê Rêbendana 1919an de, roja ku parlamenterên Sinn Féinê ji bo ragihandina serxwebûna Îrlandayê li Dublinê civiyan, komek xwebexşên Îrlandî li Tipperaryê êrişî Rêxistina Polîsan a Mirnişîna Îrlandayê (Royal Irish Constabulary) kirin. Ev xwebexşên ku piştre dê bi navê Artêşa Komarparêz a Îrlandayê bên naskirin, Şerê Serxwebûnê dan destpêkirin. Serkeftina rêbaza şerê gerîlla, beşeke mezin a herêmên gundewarî ji rêveberiya Îngilistanê qut kir û Mirnişîna Yekbûyî neçarî bersivên pir tund kir.

Dewleta Azad a Îrlandayê

Şerê Serxwebûnê bi Peymana Îngilistan-Îrlandayê ya 1921an (Anglo-Irish Treaty) bi dawî bû. Encama ku bi peymanê re derket holê, ji bo komarparêzan dûrî razîbûnê bû. Statuya “dominyon”ê dan Dewleta Azad a Îrlandayê (Irish Free State) û dewlet girêdayî Mirnişîna Brîtanyayê ma. Lê tiştê balkêştir ew bû ku girav hatibû perçekirin. Şeş herêmên (county) ku ji bo Îrlandaya Bakur hatibûn veqetandin, ne li ser bingeheke demokratîk, lê ji ber ku ev axa herî mezin bû ku “Yekîtîxwaz” (Unionists) dikaribûn birêve bibin hatibûn hilbijartin. Tevî vê yekê, di du ji van şeş herêman de hejmara komarparêzan zêdetir bû. Peymanê tevgera komarparêz parçe kir û Îrlanda di salên 1922-23yan de ber bi şerekî navxweyî ve bir ku tê de IRAya li dijî Peymanê têk çû. Sînorê di navbera Mirnişîna Yekbûyî û Dewleta Îrlandayê de ma. Li hemberî têkçûnê, IRAyê çekên xwe danîn.

Di vê pêvajoyê de heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn, IRA wekî hêzeke marjînal ma û helwesta xwe ya nenasîna Dewleta Îrlandayê û Îrlandaya Bakur domand. Lê nekarî tevgereke girseyî ava bike ku vê pergalê biguherîne. Tevgera Sînor a 1956-62yan ku li dijî hedefên leşkerî yên Îngilistanê yên li Îrlandaya Bakur hatibû destpêkirin, bi ser neket. Di sala 1962yan de rêxistin di rewşeke lawaz de bû.

Lê ev ne bêserkeftiniyeke demdirêj bû. Serfermandarê nû yê IRAyê, Cathal Goulding, tevger bir ser bingeheke sosyalîst û siyasî. Aktîvîstên komarparêz di navenda kampanyaya mafên sivîlan de cih girtin ku ji bo kêmneteweya Katolîk a li Îrlandaya Bakur daxwaza wekheviyê dikirin. Dema ku meşên di çarçoveya vê tevgerê de di salên 1968 û 1969an de bi tundiya polîsan û êrişên “dilsozparêz” (loyalist) re rû bi rû man, Îrlandaya Bakur ber bi krîzeke civakî ve çû. Li herêmên ku Katolîk lê piranî bûn, serhildan derketin. Li Belfastê bi sedan malbat hatin derxistin û malên wan hatin şewitandin. Londonê Artêşa Îngilistanê şand herêmê. Her çend di destpêkê de ji hêla Katolîkan ve wekî hêzeke parastinê dihatin dîtin jî, kiryarên êrişkar ên artêşê yên li dijî Katolîkan bû sedema jinavçûna vê ramanê û cudahî hîn kûrtir kir.

IRAya Demkî (Provisional IRA)

IRAya Demkî (Provisional IRA), di sala 1969an de piştî ku Goulding bi lawazkirina kapasîteya leşkerî ya rêxistinê û bêparastinhiştina Katolîkan hat tawanbarkirin, hat avakirin. Daxuyaniya yekem a giştî, bal dikişand ser dilsoziya wan a ji bo “Komara Îrlandayê ya ku ji sî û du herêman pêk tê”. Li gorî baweriya wan, sînor bêyî îradeya demokratîk a Îrlandayê ji hêla Îngilistanê ve hatiye ferzkirin û divê were rakirin.

Di dîtbarî de “Tevli IRA-yê bibe” (Join the IRA) dinivîse. Wêne: Belfast Newsletter

Rêxistinê xwe berî her tiştî wekî parêzvanê civakên Katolîk pênase dikir. Lê ev çarçoveya parastinê di demeke kurt de guherî. IRAya Demkî, ji bo şikandina îradeya dewletê û meşandina zexteke domdar a bi dehan salan, ji têgihîştina şerê gerîlla yê herêmî ya IRAya kevneşopî qut bû û stratejiyeke bi sîstematîktir a bi navê “Doktrîna Şerê Dirêj” pejirand. Ji bo vê armancê, derbasî rêxistinkirineke hucreyî bûn û rêxistin piçûktir, lê bi dîsîplîntir bû.

Bingeha civakî ya rêxistinê bi giranî li taxên karker ên Katolîk ên Îrlandaya Bakur bû. Navê pêşeng ê Sinn Féinê Gerry Adams (ku wî her dem her cure têkiliya operasyonel a bi IRAyê re red kiriye), di vê serdemê de wekî fîgurekî sereke di veguherîna siyasî ya tevgera komarparêz de derket pêş.

Yekşema Bixwîn (Bloody Sunday)

Yek ji xalên werçerxanê yên Troubles (Demên Tevlihev), roja Yekşema 30yê Rêbendana 1972yan bû. Wê rojê li Derryyê, ji bo protestokirina sepana bi navê internment (biryarnameya girtinê) ku maf dida artêşê da ku kesên gumanbar bêyî darizandin bigire, meşeke aşitiyane hat organîzekirin. Leşkerên Tabûra 1em a Paraşûtê ya Îngilistanê gule berdan xwepêşanderan û 13 kes qetil kirin. Yek ji birîndaran roja din jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan gihîşt çardeh kesan. Hemû 14 kesên hatine qetilkirin sivîl bûn û piraniya wan ciwan bûn.

Belgeyên fermî yên artêşa Îngilistanê bixwe ev bûyer wekî yek ji du şaşiyên mezin ên di dema Troubles de qeyd kirin. Vê komkujiyê bingehekî weha da IRAyê ku heta wê rojê di xewna xwe de jî nedidît. Nifûsa Katolîk a Îrlandaya Bakur ku dît beşdarbûna xwepêşandaneke aştiyane dikare bi mirinê were cezakirin, êdî dît ku têkoşîna çekdarî neçarî ye. Rapora Widgery ku piştî Yekşema Bi Xwîn hat amadekirin, bi îfadeyên ku qurbaniyan sûcdar dikir hêrs hîn zêdetir kir. Di sala 2010an de bi rapora lêpirsîna nû ya Lord Saville û lêborîna Serokwezîrê wê demê David Cameron, asta komkujiyê ji hêla meqamên fermî ve jî hat qebûlkirin.

Yekşema Bi Xwîn. Wêne: Sky News

Operasyona Demetrius, ku çend meh beriya Yekşema Bixwîn hatibû destpêkirin, bandorek bi heman rengî çêkir. Di Tebaxa 1971an de artêşa Îngilistanê bi giranî li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî yên kevin û şaş, bi sedan kes desteser kirin û girtin. Beşeke girîng a girtiyan tu têkiliya wan bi IRAyê re tune bû.

Êdî êrişeke hêzên ewlehiyê ya li dijî IRAyê, wekî êrişeke li ser hemû Katolîkan dihat dîtin. Bi îfadeya polîtîkaya Îrlandî Eamonn McCann, IRA êdî weke yek ji “perçeyên civakê” bû. Piştî operasyonê, greva kirê û bacê ya ku 26 hezar malbat beşdar bûn dest pê kir. Li taxên Katolîk ên Derry û Belfastê barîkat ji nû ve hatin avakirin. Otorîteya dewletê li vir ne fermî be jî hilweşiya.

Şer û siyaset

Di vê serdemê de li Îrlandaya Bakur siyaseta neteweperwer jî di nav tengezariyeke kûr de bû. Partiya neteweperwer a nerm SDLP (Partiya Sosyal Demokrat û Karkeran) tundî red dikir lê bi boykotkirina Stormontê (Parlementoya Îrlandaya Bakur) hewl dida zextê bike. IRAyê li şûna siyasetê, bi temamî têkoşîna çekdarî derdixist pêş.

Di Adara 1972yan de rawestandina Stormontê û ragihandina rêveberiya rasterast ji Londonê, rûpeleke nû di siyaseta Îrlandaya Bakur de vekir. Desthilatdariya Yekîtîxwaz a nîv sedsalî ya bênavber bi dawî bûbû. Lê ev ji bo komarparêzan ne xwedî wateyeke erênî bû. Berevajî vê, rawestandina demokrasiyê ya Londonê li Îrlandaya Bakur, dê pevçûnan hîn demdirêjtir bikira.

Bobby Sands û grevên birçîbûnê

Di sala 1976an de hukûmeta Îngilistanê statuya siyasî ya girtiyên komarparêz rakir û wekî girtiyên asayî nêzîkî wan bû. Girtiyên ku li dijî vê derketin, pêşî dest bi protestoya betaniyê û piştre jî bi protestoya qirêjiyê kirin. Tevî ku ev protesto bi salan dom kirin, hukûmeta Îngilistanê bi paş de gav neavêt.

Bobby Sands, ku li bakurê Belfastê mezin bûbû, hîn di temenekî ciwan de ramanên komarparêz nas kir û beşdarî IRAyê bû. Piştre ji ber ku çek li ser hatin girtin hat darizandin. Di Girtîgeha Maze ya Tîpa H de di nav tevgera komarparêz de ma û fikr û ramanên wî li gorî wê teşe girt. Sands piştî ku hat berdan jî xebatên xwe domandin. Lê di demeke kurt de careke din hat girtin.

Dîwarwêneyek (mural) li Belfastê. Wêne: Shared Future News

Di 1ê Adara 1981an de Sands, li dijî şert û mercên xirab ên li girtîgehan û rakirina statuya girtiyên siyasî, beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bû. Li gorî planê, girtiyên din dê yek bi yek tevlî wî bibûna û her mirinek dê xwedî bandoreke siyasî ya herî mezin bûya. Ji bo vê yekê, girtiyan bi navberên diyarkirî dest bi greva birçîbûnê dikirin.

Di hefteya yekem a grevê de, piştî mirina parlamenterê komarparêz ê serbixwe yê herêma Fermanagh-South Tyrone a Îrlandaya Bakur Frank Maguire, di meha Nîsanê de hilbijartineke navberê dê bihata kirin. Sands ji bo zêdekirina hişmendiya raya giştî di vê hilbijartinê de bû namzed û bi ferqeke kêm hilbijartin qezenc kir û bû parlamenterê herî ciwan ê dîroka welat. Serkeftina Sands di hilbijartinê de, di qada navneteweyî de derbeyeke giran li hukûmeta Îngilistanê xist. Hukûmetê bi mehan îdia kiribû ku raya giştî li hemberî grevê bêdeng e, lê encama hilbijartinê nîşan da ku ev îdia ne rast e.

Merasîma cinazeyê ya Bobby Sands. Wêne: Bobby Sands Trust

Serokwezîra wê demê Margaret Thatcher û hukûmeta wê, tevî hemû zextan bi paş de gav neavêtin û di vê de bi israr bûn. Daxwazên girtiyên IRAyê nehatin qebûlkirin, Sands tevî ku parlamenter bû jî nehat berdan. Dema ku dîrok 5ê Gulana 1981an nîşan dida, Bobby Sands di roja 66an a greva birçîbûnê de çavên xwe li jiyanê girtin. Cinazeyê Sands, piştî Yekşema Bixwîn, girseya herî mezin a komarparêzan anî cem hev. Zêdetirî 100 hezar kes ji bo cinazeyê Sands kolan dagirtin. Li ser mirina Sands, ji çar aliyên cîhanê jî bertek bilind bûn. Di hefteyên pêş de neh girtiyên din di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.

Çek û sandoq

Leza siyasî ya ku grevên birçîbûnê ava kir, Sinn Féin ber bi qada hilbijartinê ve kişand. Piştî mirina Sands, ji bo heman herêmê hilbijartinek pêk hat û dîsa komarparêzekî bi navê Owen Carron qezenc kir. Li gorî daxuyaniya rojnameya An Phoblacht a nêzîkî Sinn Féinê ku piştî vê serkeftinê hat weşandin, partî êdî dê “bi biryardarî gava xwe biavêje qada hilbijartinê” û dê “rêberiya bêmunaqeşe ya gelê neteweperwer ava bike”. Lê ev nayê wê wateyê ku dê çek were danîn. “Stratejiya Armalite (çek) û sandoqa hilbijartinê” (Armalite and ballot box strategy) bi vî rengî fermî bû. Vê stratejiya dualî, rayedarên Îngilistanê û neteweperwerên nerm jî xistin nav fikaran. Serokê SDLPyê John Hume digot ku helwesta hukûmeta Thatcher a di pêvajoya greva birçîbûnê de pêvajoya demokratîk “hema hema têk biriye”. Hukûmeta Îngilistanê jî bilindbûna Sinn Féinê wekî mizgîniya veguherîna komarparêziya Îrlandayê ya bo aktorekî siyasî didît û ji bo rawestandina vê li rêyan digeriya.

Nakokiya leşkerî û siyasetê

Dema ku hatin nîvê salên 1980yî, ne IRAyê û ne jî Hukûmeta Brîtanyayê nekarîbûn otoriteya xwe li ser hev bidin qebûl kirin. Her du alî jî têdigihîştin ku nikarin serkeftineke leşkerî ya zelal bi dest bixin. Di tam nîvê vê nakokiyê de, Sinn Féin veguherîneke bêdeng lê girîng derbas dikir. Partiyê enerjiya ku grevên birçîbûnê ava kiribû jî girt pişt xwe û di hilbijartinên giştî yên 1983yan de dengên zêdetirî 100 hezar dengdêran girt.

Ev encam, ne tenê ji bo komarparêzan, lê ji bo London û Dublinê jî surprîz bû. Piştî rawestandina Stormontê ji bo rêveberiya rasterast a herêmê hatibû avakirin, hin belge derketin holê ku tê de dihate diyarkirin, derketina bi vî rengî ya bi hêz a komarparêzan ji sandoqê wekî tiştekî acizker hatiye nirxandin.

Peymana Îngilistan-Îrlandayê

Di Kanûna Paşiyê ya 1985an de Margaret Thatcher û Serokwezîrê Îrlandayê Garret FitzGerald, Peymana Îngilistan-Îrlandayê (Anglo-Irish Agreement) îmze kirin. Sedema sereke ya îmzekirina Thatcher a peymanê ewlehî bû. Wê dixwest Dublin bi îstîxbarata Îngilistanê re hevkariyê bike, gumanbarên IRAyê îade bike û piştgiriyê bide operasyonên der-sînor. FitzGerald jî diparast ku divê reform werin kirin da ku bêbaweriya kêmneteweya Katolîk a li Îrlandaya Bakur a li hemberî saziyên dewletê were rakirin. Armanca dawî ya her du hukûmetan jî marjînalzekirina komarparêziya radîkal bû.

Wêne: The Independent

Peymanê, her çend bi sînor be jî, roleke şêwirmendiyê di rêveberiya Îrlandaya Bakur de da hukûmeta Îrlandayê. Îrlandaya Bakur êdî ji meseleya navxweyî ya Îngilistanê derket û mafê axaftinê yê Dublinê jî hat naskirin. Lê encam ji bo her du hukûmetan jî bû sedema têkçûna xeyalan. Hevkariya ku di mijara ewlehiyê de dihat payîn pêk nahat, di pêvajoyên îadekirinê de pirsgirêk derketin, reformên berfireh nehatin pêkanîn û di teşkîlata polîsan de guherîneke kûr nehat kirin.

Hem komarparêzan û hem jî yekîtîxwazan peyman qebûl nekir. Sinn Féinê peyman wekî hewildanekê ji bo rewakirina hebûna emperyalîzma Îngilistanê ya li herêmê û qutkirina Katolîkan ji ramanên komarparêz nirxand. Lê tevî van bertekên ku li pêşberî raya giştî hatin dayîn, li pişt deriyên girtî di navbera komarparêzan de nîqaşeke cidî dest pê kiribû û hin navên astbilind diyar kiribûn ku peyman bi rastî pêşketinek e.

Şîrovekirina peymanê

Li gorî yek ji xalên girîng ên vê peymanê, hukûmeta Îngilistanê taahhûd dikir ku heke piranî daxwaz bike, ew ê rê li ber yekbûna Îrlandaya Bakur a bi Komara Îrlandayê re veke. Serokê SDLPyê John Hume ev xal wekî ragihandineke fermî ya ku Îngilistan li ser Îrlandaya Bakur ti berjewendiyeke stratejîk an aborî nîne nirxand. Ev şîrove rasterast li dijî argûmana bingehîn a IRAyê derdiket.

Sê sal piştî peymanê di sala 1988an de, di navbera SDLP û Sinn Féinê de hevdîtinên rasterast ên ku heft mehan dom kirin dest pê kirin. SDLPyê ji bo îsbatkirina bêalîbûna Îngilistanê xalên di peymanê de derdixistin pêş, Sinn Féinê jî berjewendiyên stratejîk û aborî yên Îngilistanê yên li Îrlandaya Bakur derdixist pêş û di encamê de her du alî jî bêyî lihevkirineke berbiçav ji ser masê rabûn.

Wêne: X/@IrishUnity

Peter Brooke, ku li ser Ofîsa Îrlandaya Bakur bû, di axaftina xwe ya 9ê Kanûna Paşiyê ya 1990î de ev hevok bi kar anî: “Hukûmeta Îngilistanê li Îrlandaya Bakur ti berjewendiyeke stratejîk an aborî ya xweperest nîne.” Bi vê hevokê re, argûmanên ku SDLPyê derdixistin pêş ji hêla hukûmetê ve jî hatin gotin. Gotinên Brooke nîqaşên di nav komarparêzan de jî gur kirin.

Diyaloga Hume-Adams û Daxuyaniya Downing Streetê

Piştî axaftina Brooke, Serokê SDLPyê John Hume û Serokê Sinn Féinê Gerry Adams dest bi hevdîtinên rû bi rû kirin. Armanca her duyan ew bû ku metneke weha ava bikin ku hem her du hukûmet pesend bikin û hem jî komarparêz qebûl bikin. Di reşbeleka ku di sala 1992yan de hat amadekirin de mafê diyarkirina qedera xwe ya gelê Îrlandayê dihat qebûlkirin, lê bikaranîna vî mafî bi “erêkirina gelê Îrlandaya Bakur” ve dihat girêdan. Yanî piraniya Protestan wekî aktorekî ji bo guherîna destûrî dihat naskirin. Ev reşbeleka ku Sinn Féinê pesend kir, nîşan dida ku tevgera komarparêz li benda guherîneke îdeolojîk a kûr e. Dihat îdiakirin ku Adams ev metin bi serokatiya IRAyê re jî daye pesendkirin.

Daxuyaniya Downing Streetê ya ku di Kanûna 1993yan de hat weşandin, berhema pêvajoyeke bi xwîn bû. Di meha Çiriya Pêşiyê de bombeya ku IRAyê di dikaneke masiyan a li Belfastê de bi cih kiribû, zû teqiya. Êrişa ku rêbertiya koma çekdar a Dilsozparêz UDA (Yekîtiya Parastina Ulsterê) hedef digirt, bû sedema mirina neh sivîlên Protestan. Li ser vê yekê komên çekdar ên Dilsozparêz di nav du hefteyan de çardeh kes qetil kirin. Di vê atmosfera kaosê de her du hikûmet ketin nav trafîkeke dîplomatîk a daxbar û daxuyanî ji hêla Serokwezîrê Îngilistanê John Major û Serokwezîrê Îrlandayê Albert Reynolds ve hat îmzekirin.

John Major û Albert Reynolds. Wêne: BBC

Daxuyaniyê xwe dispart metna ku di encama hevdîtinên di navbera Hume û Adams de derketibû holê. Lê belê ji bo komarparêzan cudahiyeke krîtîk hebû. Di reşbeleka Hume-Adams de hatibû misogerkirin ku hukûmeta Îngilistanê wê hemû bandor û enerjiya xwe di xeta yekbûna Îrlandayê de bi kar bîne. Lê di daxuyaniya Downing Street de cih nedan vê xalê. Garantiyên destûrî yên bingehîn jî wekî xwe man. Yanî statuya Îrlandaya Bakur tenê bi pesendkirina piraniya gelê herêmê dikaribû biguherî.

Wezîr Michael Ancram, ku wê demê li serê Ofîsa Îrlandaya Bakur bû, daxuyanî wekî “Belgeyek pir porteqalî (rengê yekîtîxwazan) ya ku bi zimanekî kesk (rengê neteweperweran) hatiye nivîsandin” binav kir. Yanî ziman neteweperwer bû lê cewher yekîtîxwaz bû. Daxuyaniyê mafê vetoyê yê piraniya yekîtîxwaz xurt dikir û di heman demê de gotinên komarparêz bi kar dianî.

Bombeya ku di dikana masiyan de teqiya, komarparêz û Sinn Féin di warê siyasî de asê kiribû. Nexasim piştî hevalbendên tifaqa pan-neteweperwer Fianna Fáil û SDLP ev daxuyaniya qebûl kiribûn, redkirina daxuyaniyê ya bi temamî, dihate wateya hilweşandina hemû binesaziya siyasî ya ku tevgerê di salên dawî de ava kiribû. Lê ji aliyê din ve jinedîtî hatina vê jî tawîzeke îdeolojîk bû.

Adams jî îdia kir ku Serokwezîrê Îngilistanê Major û Serokwezîrê Îrlandayê Reynolds daxuyanî bi awayên cuda pêşkêşî dengdêrên xwe kirine û daxwaza daxuyaniyekê ji wan kir. Ev manewraya Adams hewildanek bû ji bo qezenckirina demê da ku IRAyê ji bo agirbestê amade bike. Di vê navberê de Adams çû DYAyê. Eleqeya ku wî li wir dît û bandora ku wî çêkir, nîşanî Adams da ku agirbestek dikare qadeke çiqas berfireh a navneteweyî ji bo tevgera komarparêz veke. Komarparêzan daxuyaniya Downing Street pesend kirin û bi vê re di rastiyê de gelek tişt qebûl kiribûn.

Heke ji perspektîfeke kevneşopî lê were nêrîn, ev daxuyanî weha xuya dikir ku bi tiştên IRAyê bi salan e ji bo wan şer kiriye û ew li hev nakin. Girêdana yekbûnê bi pesendkirina piraniya li Îrlandaya Bakur re, dihat wê wateyê ku perçebûn dê ji bo demeke nediyar berdewam bike. Cudahiya ku ji duh heta îro derketiye holê ew bû ku êdî Londonê digot “berjewendiyeke min a xweperest nîne”. Her çend gotin reng biguherîne jî, sînor hîn wekî xwe radiwestiyan.

Agirbesta yekem û xirabûna wê

Di 31ê Tebaxa 1994an de wate heşt meh piştî weşandina daxuyaniya Downing Streetê, IRAyê agirbesteke berfireh ragihand. Di Çiriya Pêşiyê ya 1994an de komên çekdar ên dilsozparêz jî beşdarî agirbestê bûn. Li Îrlandaya Bakur ji sala 1969an ve cara ewil bi wateya rastî çek bêdeng bûn.

Lê ev bêdengî ji ber cudahiya bendewariyên aliyan zêde nedomand. Hukûmeta Îngilistanê ji bo ku Sinn Féin bikaribe beşdarî muzakereyan bibe, şerta danîna çekan wekî pêşmerc danî. Adams jî ev şert red kir. Ji hêla hukûmetê ve hatibû îma kirin ku piştî agirbestê Sinn Féin dê vexwendî ser maseya muzakereyê were kirin, lê danîna çekan wekî pêşmercekî qet nehatibû rojevê.

Êrişa Canary Wharf. Wêne: The Irish Times

Di Kanûna Paşiyê ya 1996an de navbeynkarê DYAyî George Mitchell li ser vê mijarê raporek amade kir û pêşniyar kir ku bila danîna çekan bi muzakereyan re hemwext pêk were. Lê hukûmeta Îngilistanê ev qebûl nekir. Wê daxwaz kir ku ewil li Îrlandaya Bakur bi hilbijartinê meclîsek were avakirin û piştî vê, muzakere berdewam bikin. Komarparêz jî fikirîn ku heke hilbijartineke parlementoyê were kirin, yekîtîxwaz dê di meclîsê de piranî bin û ev jî rêbazeke nû ye ji bo dûrxistina Sinn Féinê ji ser maseya muzakereyê. Êrişa bombeyî ya ku di 9ê Sibata 1996an de li herêma Canary Wharf a Londonê pêk hat û bû sedema mirina 2 kesan, dawî li vê agirbestê anî. Li gorî daxuyaniya IRAyê, Serokwezîrê Îngilistanê Major nekarîbû vê fersenda dîrokî binirxîne.

Hilbijartinên giştî yên 1997an

Di serdema piştî Canary Wharf de li her du aliyan jî nezelalî serdest bû. IRAyê li Îngilistanê çalakiyên xwe yên bombeyî domandin, li Îrlandaya Bakur jî bêdengiyeke ne helal hebû. IRAyê nexwest pêvajoyê bi temamî biterikîne û ji bo vê zexta xwe didomand.

Hilbijartina giştî ya Gulana 1997an, her tişt guherand. Partiya Karkeran (Labour Party) bi serokatiya Tony Blair hat ser desthilatdariyê. Nêzîkatiya Blair a ji bo meseleya Îrlandaya Bakur ji ya Major cudatir bû û difikirî ku berî çek werin danîn jî Sinn Féin dikare li ser maseya muzakereyê rûnê. Blair dema ku dest bi kar kir, meseleya Îrlandaya Bakur wekî yek ji mijarên herî pêşîn ên hukûmetê diyar kir. Di heman serdemê de li Dublinê Fianna Fáil bi serokatiya Bertie Ahern hat ser desthilatdariyê.

Wêne: The Independent

Di Tîrmeha 1997an de IRAyê agirbesta xwe ya duyem ragihand. Vê carê agirbest li ser zemînekî cuda rûniştibû. Di nav IRAyê de hîn dengên muxalif hebûn, lê Adams û derdora wî ya nêzîk, karîbûn komarparêzan bi giranî di xeta xwe de bihêlin. Sinn Féinê prensîbên ku navbeynkarê DYAyî George Mitchell amade kiribûn qebûl kir û li ser maseya muzakereyê rûnişt.

Muzakere

Ji Îlona 1997an ve li Stormontê muzakereyên piralî dest pê kirin. Pêvajo ti carî di xeteke stabîl de bi pêş neket. DUP (Partiya Yekîtîxwaz a Demokratîk), bi protestokirina hebûna Sinn Féinê ya li ser maseyê ji muzakereyan vekişiya. Serokê UUP (Partiya Yekîtîxwaz a Ulsterê) David Trimble li ser maseyê ma, lê hevdîtina rasterast a bi Sinn Féinê re red kir. Nûnerên siyasî yên komên çekdar ên dilsozparêz jî bi nermbûnê di nav pêvajoyê de man.

Di vê serdemê de demên krîtîk ên ku gef li muzakereyan xwarin qewimîn. Kuştina fermandarê dilsozparêz Billy Wright di Kanûna Pêşiyê ya 1997an de li Girtîgeha Maze ji hêla milîtanên INLA (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Îrlandayê) ve, êrişên dilsozparêzan tahrîk kir. UDP (Partiya Demokratîk a Ulsterê) û Sinn Féin ji bo demeke kurt ji maseya muzakereyê dûr man. Di Adara 1998an de her du partî jî vegeriyan ser maseya muzakereyê.

Navbeynkar George Mitchell, 9ê Nîsana 1998an wekî dîroka dawî ya ji bo peymanê diyar kir. Di hefteyên dawî de muzakere bênavber hatin meşandin. Gotegotên ku UUP dê ji maseyê rabe belav dibûn. Heman gotegot ji bo Sinn Féinê jî dihatin gotin. Blair û Ahern bixwe hatin Stormontê û têkilî danîn. Dema ku dîrok 10ê Nîsana 1998an roja înê nîşan dida, hat ragihandin ku lihevhatin pêk hatiye û Peymana Îna Bixêr (Good Friday Agreement), bi navekî din Peymana Belfastê, hat îmzekirin.

Peymana Îna Bixêr

SDLPê, di mijara parvekirina hêzê de beşeke mezin a tiştên ku dixwest bidest xist. UUPê, di mijara sînorkirina qada saziyên der-sînor de beşeke mezin a tiştên ku dixwest bi dest xist. Sinn Féinê jî di du mijarên girîng de serkeftin bi dest xist. Ya ewil; berî ku bikeve hukûmetê, danîna çekan êdî ne pêşmerc bû; ya din jî vekirina rêya serbestberdana girtiyên IRAyê di nav du salan de bû. Sê pêkhateyên bingehîn ên peymanê; meclîseke herêmî ya nû li ser bingeha parvekirina hêzê ya di nav Îrlandaya Bakur de, Konseya Wezîran a Bakur-Başûr a di navbera Bakur û Başûr de û Konseya Îngilistan-Îrlandayê ya di navbera Îrlanda û Îngilistanê de bû.

Peymana Îna Bixêr. Wêne: Socialist Voice

Adams, di civîna Ard Fheis a Sinn Féinê ya Gulana 1998an de peyman ne wekî çareseriya dawî, lê wekî “rawestgeheke din a li ser rêya aşitiyê” pêşkêş kir:

“Rêveberiya Îngilistanê bi dawî nebû. Perçebûn jî bi dawî nebû. Ji ber vê yekê têkoşîna me berdewam dike.”

4 endamên IRAyê yên ku bi salan di girtîgehê de mabûn û di çarçoveya peymanê de gihîştibûn azadiya xwe, piştî axaftinê derketin ser dikê û bi deqîqeyan ji bo wan li çepikan dan. Ev yek ji bo bîne bîra endamên IRAyê ku bi peymana lihevkirî re hevalên wan dê vegerin malên xwe.

Gulana 1998an, di encama referandûma li ser Peymana Îna Bixêr de %94ê Îrlandaya Başûr û %71ê Îrlandaya Bakur piştgirî dan peymanê. Di nav neteweperweran de piştgirî li dora %96 bû û ji %52yê Protestanan ji peymanê re gotibûn belê.

“Artêşa ku têk neçûye”

Gotineke ku di nirxandina IRAyê de ya li ser vê têkoşîna salan derdiket pêş, “artêşa ku têk neçûye” (undefeated army) bû. Serokatiya komarparêz, agirbest ne wekî teslîmiyetekê, berevajî vê wekî veguherîneke taktîkî didît. Ev gotin, ji bo lihevhiştina tevgerê, pêşîgirtina li perçebûneke nû û qanehkirina bingeha gel wekî neçariyekê hatibû dîtin.

Armanca stratejîk a seretayî ya IRAyê, yanî yekbûna Îrlandayê û vekişîna Îngilistanê ji herêmê, pêknehatibû. Îrlandaya Bakur dê di bin serdestiya Îngilistanê de berdewam bikira. Lê ji aliyê din ve Îrlandaya Bakur, êdî ne Îrlandaya Bakur a 1969an bû. Avahiyên hiqûqî yên ku cudakariyê meşrû dikirin dê bihatana rakirin. Komarparêz dê di çarçoveya parvekirina hêzê de di nav hukûmetê de cih bigirtana, girtî dê serbest bihata berdan. Tiştê ku girîng dihat dîtin ew bû ku peymanê statuya Îrlandaya Bakur wekî serê-vekirî hiştibû. Heke piraniyan bixwesta, yekbûn dê pêkan bûya.

Rastiya herî mezin jî ew bû ku çek bêdeng bûbûn û şer bi dawî bûbû.

Çavkanî:

  • Finn, D. (2019). One Man’s Terrorist: A Political History of the IRA. Verso.
  • McLoughlin, P.J. (2014). The first major step in the peace process? Irish Political Studies, 29(1), 116–133.
  • Ingraham, J. (1998). The Irish Peace Process. CAIN Web Service, Ulster University.

Li Deryaya Spî krîza keştiyê: Ji bo ekolojiyê rîskek zêde ava dike

Hin welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hişyarî dan ku tankera gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya Rûsyayê ji bo ewlehî û ekolojiyê rîskeke zêde û lezgîn ava dike. Di destpêka vê mehê de li Deryaya Spî li tankêra navborî dabûn.

Di 3ê Adarê de saziyên medyayê yên navneteweyî aşkere kiribû ku tankera gaza şil (LNG) ya bi navê Arctic Metagaz a Rûsyayê, li beravên Deryaya Spî agir pê ketiye û bi awayekî xisardîtî li ser avê ye.

Rûsyayê îdîa kir ku keştî serbi “fîloya sîberî” ye (shadow fleet) û ji aliyê balafirên bêmirov (ÎHA) yên Ukraynayê ve rastî êrîşê hatiye. Lê belê Ukraynayê heta niha derbarê van îdîayan de tu daxuyanî nedaye.

Fîloya Sîberî, fîloyek ji tankeran e ku welatên di bin ambargoyê de ne (Rûsya, Îran, Venezuela, hwd.) bikar tînîn da ku petrol û berhemên petrolê ji astengiyên navneteweyî derbas bikin. Ev têgeh bi taybetî piştî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2022an de, dema ku welatên rojavayî buhayê petrola Rûsyayê sînordarkirin, derketiye pêş. Ev keştiyên ku dixwazin ambargoyên enerjiyê û sînorê bihayan yên Welatên Rojava derbas bikin, bi rêbazên wekî nîşandana cihên sexte (koordinatên derew) xwe ji kontrolên navneteweyî vedişêrin.”

Ajansa Reutersê ragihand ku keştiya di bin cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Yekitiya Ewropayê(YE) û İngilistanê de ye, li nêzî beravên Maltayê agir pê ketiye. Hin çavkaniyên din jî diyar dikin ku bûyer li xaleke nêzî beravên Lîbyayê pêk hatiye.

Ev êrîş rîskên lezgîn ava dikin

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis, Serokwezîrê Maltayê Robert Abela, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî, Serokkomarê Qibrisa Başûr Nikos Christodoulides û Serokkomarê Îspanyayê Pedro Sánchez; di 18ê Adarê de derbarê rîskên tankera xisarlêketî de ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê re nameyek şandin. Di nameyê de hatiye destnîşan kirin ku tankera xisarlêketî di navbera Malta û Îtalyayê de, di nav avên navdewletî de bi serê xwe diçe û ev rewş krîzeke ducarî ava dike.

Welatên YEyê destnîşan kirin ku di demên dawî de li Deryaya Spî û Deryaya Reş êrîşên li dijî keştiyan zêde bûne û ev rewş ji bo ewlehiya deryayê û ekosîstema deryayê “rîskek lezgîn” ava dike. Di nameyê de hatiye gotin ku divê ev bûyer di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê lêkolînkirin û hesab ji berpirsiyaran were pirsîn.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku ji ber LNG û rewşa xisardîtî ya keştiyê, li navenda qada deryayî ya YE’yê metirsiya karesateke mezin a ekolojîk derketiye holê. Her wiha hat xwestin ku ji bo çavdêriya deryayê, şopandina qirêjiyê û piştgiriya teknîkî Ajansa Ewlehiya Deryayî ya Ewropayê (EMSA) bikeve nav liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya Reutersê, Ajansa Parastina Sivîl a Îtalyayê di 18ê Adarê de ragihandiye ku tankera xisarlêketî a ku du hefte ne li Deryaya Spî bi serê xwe dilive, êdî ketiye nav avên lêgerîn û rizgarkirinê yên Lîbyayê.

Muzîkjenê Lubnanî Ahmed Kaabour çû ser dilovaniya xwe

Muzîkjen, bestekar û lîstikvanê Lubnanî Ahmed Kaabour yek ji sembolên muzîka protest a Ereban bû. Kaabour di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Muzîkjen Ahmed Kaabour roja Pêncşema 26ê Adara 2026an di 71 saliya xwe de koça dawî kir. Kaabourê bi strana xwe ya “Ounadikom” (Bang li we dikim) bûbû yek ji sembolên muzîka protest a Ereban.

Her weha malbata Kaabour ragihand ku nimêja cenazeyê dê îro li Beyrûtê were kirin. Cenaze dê ji Nexweşxaneya Al-Makassed a li Tarik el-Cedideyê bibin Mizgefta Al-Khashoggi û piştre jê wê li paytextê were definkirin.

Serokwezîrê berê yê Libnanê Saad Hariri piştî mirina wî peyameke sersaxiyê parve kir û Kaabour wekî “şopeke geş di rêwîtiya hunerê de” pênase kir. Hariri got ku dê dengê stranên wî her li kolanên Beyrûtê deng bide.

Kaabour ku di heman demê de nivîskarê lîstikan û fîgurekî girîng ê jiyana çandî ya Lubnanê bû. Di sala 1978an de li Zanîngeha Libnanê dest bi Beşa Şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew kir û bi dîplomaya şanoyê mezun bû.

Her weha di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de jî serketî bû û di fîlma bi navê Carlos de weke karakterê Wadih Haddad, ku yek ji serokên Bereya Rizgariya Gel a Filistinê (FHKC) ye, cih girt.

Kaabour di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de berhemên xwe ji bo Filistinê hilberand û ji ber vê yekê gelek caran weke Filistinî dihat zanîn.

Wî ji başûr heta bakurê Libnanê, li Ewropayê û li seranserê cîhana Erebî bi sedan konser dan. Kaabour di tevahiya jiyana xwe ya hunerê de ji bo Filistîn û doza Filistinê berhem hilberand.

Derbarê Ehmad Kaabourî de

Kaabour di sala 1955an de li Beyrûtê ji dayik bû. Bavê wî Mahmoud al-Rashidi kemanjenekî navdar û ji pêşengên enstrûmanjenên nifşê xwe bû. Ciwaniya Kaabour di salên Şerê Navxweyî yê Libnanê de derbas bû; ev serdem bû sedem ku hem zimanê wî yê hunerî û hem jî nêrîna wî ya polîtîk şêwe bigire.

Li gorî L’Orient Todayê, ew di salên 1980yî de bi hunermendên wekî Ziad Rahbani, Fayek Hmaysi, Yaacoub Shedrawi û Rabih Mroueh re xebitî ye.

Berhema wî ya herî naskirî ‘Ounadikom’ (Ez bang li we dikim), ji helbesta helbestvanê Filistinî Tawfiq Ziad a sala 1966an hat amadekirin û di demeke kurt de bû wekî marşekê ji bo hemû cîhana Erebî.”

Berhemên wî yên ku behsa koçberiya bi darê zorê, şer, sirgûn, nasname û windahiyan dikirin, hestên şînê û berxwedanê gihandin gelek nifşan.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.