Îro(8ê Tebaxê) Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir.

Fotograf: Rûdaw
Êrişên Îranê ên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomin. Îranê vê siba bajarê Silêmaniyê êrişî baregehên partiyên Rojhilatê kir.
Li gorî nûçeya Rûdawê du berpirsên pilebilind ên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku vê sibehê li nêzîkî Zirgiwêzê û li Kampa Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi 4 dronan êrişî wan hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî weha gotiye:
“Derdora saet 04:00ê sibehê, xaniyê endamekî ofîsa me ya siyasî ya li Banegewreyê ya nêzîkî Zirgiwêzê bi 2 dronan hat armancgirtin.”
Emced Husên Penahî diyar kir ku di êrişê de zerereke mezin a madî gihîştiye xaniyê wî lê ji ber ku xanî vala bûye ti ziyanên canî çênebûne. Penahî her wiha da zanîn ku vê sibehê bi 2 dronên din êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê jî hatiye kirin.
Li Sûrdaşê 3 partiyên Rojhilatê hene ku navê “Komele” bi kar tînin. Yek ji wan jî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.
Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Aram Muderesî jî gotiye ku ew cihê li Sûrdaşê hatiye armancgirtin li ba wan bûye. Muderesî eşkere kir ku ji bilî zerera madî ti ziyanên canî çênebûne.
Ji 28ê Sibatê ve bi hincetên cuda zêdetirî 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Di van êrişan de 32 kes canê xwe ji dest dane û 154 kes jî birîndar bûne. Di nav wan kesan de 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê hene.