MKG – DFG: “Em ê têkoşîna rojnamevanan berfireh bikin”

MKG û DFGyê ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyek weşand û got ku zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Rojnamegerên ku hatine kuştin: Nazim Daştan, Cihan Bilgin, Hakan Tosun

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” daxuyaniyeke hevbeş weşand. Herdu saziyan di daxuyaniyê de dîroka rojnamegerên hatine kuştin a li Tirkiyeyê bibîrxistine û gotine ku “erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin.”

Daxuyaniya saziyan a derbarê 6ê Nîsanê “Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin” de wiha ye:


“6ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamevanên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnamevan û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6ê Nîsana 1909an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997an de 6ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamevanên Şehîd" destnîşan kir. Lê belê di sala 2005an de, navê vê rojê wekî “Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin" hat guhertin.

6ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexşê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamegerên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, diheman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lêbelê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamevanên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîrtînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.

DFG: Di Adarê de jî zext li rojnamegeran bûne

Li gorî rapora DFGê di Adarê de 6 rojnameger hatine desteserkirin. Her weha bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û binpêkirinên li ser saziyên ragihandinê ya meha Adarê eşkere kir. Di raporê de zextên giran ên li ser çapemeniyê xwe radixe ber çavan.

Di raporê de hat diyarkirin ku di mehekê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û bi girtinên dawî re hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 31 kesan. DFGê destnîşan kir ku daraz û “Qanûna Dezenformasyonê” veguheriye amûreke zextê.

‘Adar, ji bo azadiya çapemeniyê bûye meheke tarî’

Di raporê de hat diyarkirin ku meha Adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî. DFGê bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev agahî parve kirin: “Piştî ku di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 6 rojnameger hatin binçavkirin.Ji van rojnamegeran, 2 jê bi hinceta nûçeyên xwe hatin girtin. Di 15ê Adarê de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adarê de nûçegîhanê rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên şaş’ hatin girtin.

‘Di pîrozbahiyên Newrozê de qedexeyên dijîtal derketin pêş’

Di raporê de hat gotin ku “Qanûna Dezenformasyonê” li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. DFGê destnîşan kir ku şolîtiya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin û ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye. DFGê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê û wiha got: “Rojnamegerên ku xwestin doza Ekrem Îmamoglu bişopînin hatin astengkirin. Di 19ê Adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin. Li aliyê din meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azad’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi coşeke mezin derbas bû lê qedexeyên dijîtal derketin pêş.

Êrişên li ser çapemeniya azad di qada dîjîtal de berdewam kir

Di meha Adarê de êrişên li ser saziyên çapemeniya azad di qada dîjîtal de jî berdewam kirin. Li gorî raporê: “Hesabên Xê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dîjîtal ê Ajansa Mezopotamya hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.

‘Hejmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan’

DFGê di dawiya raporê de daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan: “Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn. Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026an de, tê dîtin ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan.”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.