Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk serdana bajarê Mêrdîn û Amedê kir

Piştî 120 salan cara yekem e ku yekî bi vê payeya bilind ê ruhanî yê Ermeniyan serdana bajarên Kurdan dike û li vir ayînan bi rê ve dibe. Rêberê Ruhanî Rafael Bedros Minasyan têkildarî serdana xwe got,”Cara yekem e ku ez têm serdana vê axê. Ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.”

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê Rafael Bedros Minasyan bi şandeyeke rêberên katolîk ên Ermenî re çû Mêrdîn û Amedê.

Bi vê serdanê re, piştî 120 salan cara yekem e ku yekî bi vê payeya bilind ê ruhanî yê Ermeniyan serdana bajarên Kurdan dike û li vir ayînan bi rê ve dibe.

Li gorî nûçeya Rûdawê şandeya navdar li Amedê serdana Dêra Surp Gragosê kir. Di vê dêra dîrokî de ayîneke ji aliyê Rafael Bedros Minasyan ve hat lidarxistin.

Minasyan ku bi eslê xwe ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye, destnîşan kir ku ew ji ber vê serdanê gelekî kêfxweş e.

“Cara yekem e ku ez têm serdana vê axê“

Rafael Bedros Minasyan li ser serdana xwe wiha got:

“Cara yekem e ku ez têm serdana vê axê. Ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Bîranineke xweş e. Serdana me ya ji bo cih û warên bav û kalan û cihên me yên pîroz, ji bo me gelek girîng e. Pir kêfa min hat, pir kêfxweş bûm.”

Li gor nûçeya Rûdawê di nava şandeyê de Patrîkê Katolîkên Ermenî yê Tirkiyeyê Vartan Kazanciyan jî cih girt. Kazanciyan got:

“Ev rêwîtî rêwîtiyeke hecê bû. Payeya wî li Beyrûdê ye. Birêz Patrîk nêzîkî 120 salan e ku wekî payeya patrîkiya katolîk a Ermeniyan serdana Mêrdînê û Amedê dike.”

Her wiha ji Rojavayê, ji Qamişloyê jî Metropolîtê Katolîkên Ermenî yê Rojavayê Antrenîk Avazyan tevlî şandeyê bû.

Antrenîk Avazyan pêwendîdarî bajarê Amedê got:

“Bi rastî min dizanibû Amed bajarekî rengîn e û çandên cuda tê de hene lê min nizanibû ew qas dewlemend e û di nav aştiyê de dijîn. Ji min dipirsin te Amed çawa dît? Min gelek jê hez kir, cihê aştiyê ye. Hêvîdar im her tim aram bin û di nava aştiyê de bijîn.”

Tê çaverêkirin ku şandeya rêberên ruhanî yên Ermeniyan piştî bidawîbûna bernameya xwe ya li bajarên Kurdan, berê xwe bide Stenbolê û li wir jî hevdîtin û serdanên xwe bidomîne.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.