Bi êrişên DYAyê yên li ser Îranê re bazirganiya petrolê a li Tengava Hurmizê hat rawestandin. Piştî vê welatên herêmê berê xwe dan ser xeta Ceyhanê. Peymana 1973an a di navbera Enqere û Bexdayê de diqede. Iraq bi xeta “Besra-Hedîseyê”hewl dide rê li ber yekdestiya Tirkiyeyê bigire û dawî li desthilatdariya aborî ya serbixwe ya Herêma Kurdistanê jî bi bîne.

Peymana xeta boriyê ya petrola xav a di navbera Iraq û Tirkiyeyê ya sala 1973an ku herî dawî di sala 2010an de hatibû nûkirin, di 27ê Tîrmehê de bi dawî dibe. Tirkiyeyê di Tîrmeha 2025an de xwest vê peymanê bi fermî betal bike û ji wê demê ve pêşnûmeyeke alternatîf li ser maseyê danî ye. Kabîneya Iraqê niha destûr daye Wezareta Petrolê ku li ser peymaneke demdirêj dest bi danûstandinan bike. Her wiha hat diyarkirin ku babetên gotûbêjan tenê bi heqê derbasbûnê, qebareya radestkirinê û şertên teknîkî û bazirganî ve sînordar in.
Ev peyman di demekê de bi dawî dibe ku şandina enerjiyê ya li Kendavê di nava salên dawî de herî zêde ketiye tengasiyê (ango pir kêm bûye). Ji ber vê qeyranê, nûkirineke teknîkî ya asayî veguherî şerekî mezin û her alî hewl dide ku nexşeya hinardekirina petrola Iraqê li gorî berjewendiyên xwe saz bike.
Reqamên metirsîdar ên li Hurmizê rewşê bi zelalî nîşan didin. Berî ku Amerîka û Îsraîl di 28ê Sibatê de li Îranê bixin, rojane nêzî 70 keştiyên enerjî û sotemeniyê di tengavê re derbas dibûbûn. Lê ji meha Adarê ve ev hejmar dakeetiye binê 7 keştiyan û di meha Gulanê de jî di binê 6 keştiyan de ma. Iraqê di meha Nîsanê de di ser Hurmizê re tenê 10 milyon bermîl neft şand, ku ev reqam berî şer mehê nêzî 93 milyon bermîl bû. Ji ber vê yekê, benderên barkirinê yên Besrayê ku ev deh sal in hema hema hemû hinardekirina Iraqê li ser milê wan bû, niha veguherîne xaleke wisa ku heke tûşî kêşeyekê bibe, dikare hemû aboriya welat hilweşîne.
Ji ber vê yekê ye ku xeta bakur careke din girîng dibe. Hinardekirina petrolê a li ser Ceyhanê di meha Adarê de di çarçoveya peymana Bexda û Hewlêrê de ji nû ve dest pê kir. Di destpêkê de rojane nêzî 170 hezar bermîl petrol dihat şandin û dahata wê rasterast diçû xezîneya federal. Iraq niha li ser Ceyhanê rojê nêzî 200,000 bermîl petrolê veduguhêze û plan dike ku vê hejmarê bigihîne 500 hezar bermîlan.
Ji ber ku Iraqê di dadgeha navneteweyî de li dijî Tirkiyeyê bi ser ketibû, ev xeta boriyê di sala 2023an de hatibû girtin. Dadgehê ji ber firotina neqanûnî ya petrola Kurdistanê ya di navbera salên 2014 û 2018an de, 1,5 milyar dolar ceza li Tirkiyeyê birîbû.
Niha jî Bexda bi tu awayî naxwaze peymaneke nû ya wisa îmze bike ku mijarên weke xwediyê neftê kî ye?, kî wê bifroşe? û pere wê bi ku de biçe? nezelal bimînin. Iraq dixwaze van xalan bi temamî girê bide daku Hewlêr û Enqere nekaribin li pişta wê peymanên taybet di navbera xwe de çêbikin.
Enqere bixwe jî ne li pey nûkirineke hêsan e. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar çendîn caran destnîşan kir ku kapasîteya vê xetê nêzî 1,5 milyon bermîl e û tu carî bi tevahî nehatiye bikaranîn. Ew dibêje ku divê di her peymaneke nû de mekanîzmayek hebe ku misogeriya bikaranîna herî zêde bike. Ji bo gihîştina vê qebareyê, divê xet ber bi başûr, ango ber bi Besrayê ve were dirêjkirin, hîna ku hilberîna li bakur nikare vê boriyê tije bike.
Tirkiye vê daxwazê di çarçoveya “Rêya Geşepêdanê” ya mezin a ji Fawê heta Tirkiyeyê de dinirxîne; ev proje wekî korîdoreke enerjiyê ya ku li gel rê û rêyên hesinî, neft, gaz, petrokîmya, parzûnkirin û elektrîkê jî dihewîne, ji nû ve hatiye saz kirin. Pêşnûmeya ku Tirkiyeyê pêşkêş kiriye, ji transîta petrola xav pir wêdetir diçe û geşepêdana qadan, parzûnkirin, hilberîn û veguhastina elektrîkê û her weha termînala BOTAŞê ya li Ceyhanê jî digire nav xwe. Li aliyê din, şîrketa dewletê ya Tirkiyeyê TPAO, bi şîrketên mîna BP, ExxonMobil û Chevron re li ser warê hilberînê şirakatiyan ava dike û Bayraktar qadên petrolê yên Iraq û Kerkûkê wekî sereke nîşan dide.
Hesab û reqamên li pişt daxwaza Tirkiyeyê aşkere ne û nîqaş li ser wan nîne. Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xudeyr diyar dike ku hilberîna neftê ya li Kerkûkê rojê nêzî 380 hezar bermîl e. Lê belê piranîya vê neftê diçe parzûngehên navxweyî yên welat û tenê nêzî 250 hezar bermîl ji bo firotinê (hinardekirinê) dimîne. Heta ku Herêma Kurdistanê nefta xwe bide ser a Kerkûkê jî, nefta li bakurê welat herî zêde dibe rojê 650 hezar bermîl. Ev mîqdar jî pir kêm e û nagihîje wan 1,5 milyon bermîlên ku Tirkiye dixwaze di ser axa xwe re derbas bike û jê pere qezenc bike.
Petrola Kerkûkê têrê nake ku boriyeke Ceyhanê tije bibe, ji bo vê yekê tenê nefta Besrayê dikare bibe çare. Ev sedema sereke ye ku nîqaş êdî ne li ser nûkirina xeta kevin a Kerkûk-Ceyhanê ne, belkî li ser plankirina xeteke nû ya mezin a wekî Besra-Hedîse-Ceyhanê ne.
Amûra herî mezin a di destê Bexdayê de xeta boriyê ya Besra-Hedîseyê ye; Wezareta Petrolê vê xetê wekî “stûna pişta pergala hinardekirina bakur” dibîne. Serokwezîr Sûdanî di meha Nîsanê de ferman da ku saziyeke taybet di bin serokatiya mûsteşarê wezaretê de were avakirin daku vê projeyê bimeşîne. Ev gav li ser bingehê peymanên ku di Tebaxa 2024 û Kanûna 2025an de hatibûn îmzekirin, hat avêtin. Ji bo vê xetê ku bi tevahî wekî 5 milyar dolar tê texmînkirin, di çarçoveya peymana navbera Iraq û Çînê de ji bo îsal 1,5 milyar dolar hat veqetandin. Ev xet, dê bi rêya boriyeke 200 kîlometreyî ve girêdayî xeta Tirkiyeyê ya heyî bibe û her wiha neftê bide parzûngehên navxweyî yên li welat jî.
Piştî ku Iraqê ew sîstema veberhênanê ya ku mafê transîtê yê demdirêj dida şîrketên biyanî red kir, biryar da ku proje bi dravê dewletê û rasterast di bin kontrola Wezareta Petrolê de were çêkirin. Heke mebesta Tirkiyeyê ew be ku di bin navê veberhênanê de mafê xwedîtiyê li ser vê xetê bi dest bixe, ev rewş ji bo Iraqê xeteke sor e ku nayê qebûl kirin.
Aliyê herî bi fêde yê vê xeta Besra-Hedîseyê ew e ku neft dikare tê de ber bi çend aliyan ve biçe. Ji xala Hedîseyê, neft hem dikare ber bi bakur ve biçe Ceyhanê, hem jî di pêşerojê de ber bi peravên Sûriyeyê (Banyas û Tartûs) an jî ber bi Urdunê (Eqeba) ve were şandin. Mebest ne ew e ku ev proje dê sibe tavilê bikevin dewrê; nirxa wan a sereke ya niha ew e ku destê Bexdayê di warê polîtîk û aborî de bihêz dikin. Ev rewş derfetê dide Iraqê ku berî xet bi fîzîkî ava bibin jî, xwedî nexşeyeke ji alternatîfên cuda be.
Ev ew xal e ku nêzîkatiya Tirkiyeyê hewl dide ser biniqûmîne. Mebesta Bexdayê ne ew e ku Ceyhanê bixe şûna Hurmizê. Berevajî vê, ew hewl dide navendekê ava bike daku tu dergehek bi tenê nebe biryardarê dawî li ser nefta wê. Hebûna dergehekî Deryaya Spî di ser Sûriyeyê re û dergehekî Deryaya Sor di ser Urdunê re, dê bibin mertal li dijî wê girêdayîbûna ku Tirkiye hewl dide ava bike. Heke tu rîska li Tengava Hurmizê bînî û bi temamî li ser axa Tirkiyeyê kom bikî, cihêrengkirina rêyan tu wateya xwe namîne û Bexda pir baş bi vê dizane. Mebesta van vebijarkên rojava ne ew e ku dê hemû bi hev re werin çêkirin; mebest ew e ku her yek ji van alternatîfan, lîstika dewletên transît (ên ku neft di ser axa wan re derbas dibe) xira dike û nahêle tu kes bibe xwediyê kontrola yekdest li ser nefta Iraqê.
Li vê xalê ye ku berjewendiyên her du hikûmetan nêzî hev dibin, lê armancên wan hîn jî ji hev cuda ne. Her du alî jî dixwazin ku di ser Ceyhanê re nefteke pirtir biherike, loma peymanek di navbera wan de pir pêkan e. Lê belê, ferq her li vir e: Tirkiye dixwaze korîdora Ceyhanê mezin bike û nefta başûrê Iraqê bi axa xwe ve girê bide; lê Iraq dixwaze Ceyhanê bixe bin kontrola hikûmeta federal (Bexdayê) û dergehên din ên alternatîf jî zindî bihêle. Bi kurtasî, her du welat jî li ser heman boriyê bazarê dikin, lê her yek ji wan li pey qezenceke cuda ye.
Rewşa niha nîşan dide ku rûdawên li herêmê li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê dimeşin. Rast e, xeta wan a sala 2014’an ku rojane nêzî 900 hezar bermîl hildigire, ji bo demeke kurt hîn jî bikêr e. Lê belê, Bexda xeta Kerkûk-Fîşxabûrê ya 1,5 milyon bermîlî nû dike daku wekî xeteke federal a bypass (rêya daxistina alternatîf) bikar bîne. Piştî ku ev xet û projeya Besra-Hedîseyê bi dawî bibin, xeta Herêma Kurdistanê êdî nabe astengiyeke stratejîk di destê Hewlêrê de, belkî tenê dibe boriyeke girêdanê ya asayî.
Mebesta Bexdayê ne girtina boriya Kurdistanê ye. Armanca wê ya bingehîn ew e ku desthilatdariya bazirganî ya serbixwe ji destê Herêma Kurdistanê derxîne. Plana wan ev e: Tirkiye tenê bi Bexdayê re peymanan îmze dike, şîrketa dewletê SOMO neftê difroşe û hemû dahat jî rasterast diçe xezîneya dewleta federal. Bi vî awayî, boriya Kurdistanê dibe ku wekî binesaziyek fîzîkî di dewrê de bimîne, lê êdî nabe hîm û bingeha aboriyeke siyasî ya serbixwe û paralel.

Ne mecbûr e ku ev danûstandin bi awayekî teqez bibe “an lihevkirineke mezin an jî hilweşîna tam”. Her du alî dikarin peymana heyî hinekî din dirêj bikin; di vê rewşê de jî çeka herî mezin a di destê Tirkiyeyê de heqê derbasbûnê bixwe ye. Ew mekanîzmaya “misogerkirina bikaranîna tam” a ku Bayraktar her dem behs dike, nîşan dide ku heqê derbasbûnê dê bi qebareya neftê ve girêdayî be. Ango, dema ku nefta di boriyê re derbas dibe kêm be, dê heqê her bermîlekê bilindtir bibe yan jî şertê “bistîne an bide” ku tê de Iraq mecbûr e her bide, çi neftê bişîne çi neşîne bikeve dewrê. Lê dema ku Iraq soz bide ku boriyê tije bike, ev heq dê dakeve. Armanca vê bihayê ew e ku kêmbikaranîna boriyê ji bo Bexdayê biha rûnê û bi vî awayî Iraq neçar bibe ku nefta Besrayê bîne û bi vê xetê ve girê bide. Di plana Tirkiyeyê de, pirsa heqê transîtê û pirsa nefta Besrayê, di eslê xwe de yek pirs in.
Ji ber vê yekê, encamên ku di rastiyê de werin pêş, li ser sê xalan disekinin. Li aliyekî, dirêjkirineke teknîkî ya kurt heye; ev yek dihêle ku neft piştî 27’ê Tîrmehê jî biherike, heta ku bersiva pirsên mezin bête dîtin. Li navendê, nûkirineke li gorî qebareya neftê heye ku di nav re soza Iraqê ya ji bo dagirtina boriyê, di nav heqê transîtê (derbasbûnê) de tê bihakirin. Li aliyê din jî, pakêta korîdora enerjiyê ya tam heye ku Tirkiyeyê amade kiriye; ev pakêt derbasbûna neftê, geşepêdana qadên neftê, parzûnkirin, hilberîna elektrîkê û termînala Ceyhanê bi hev re girêdide.
Berjewendiya Iraqê di wê de ye ku peymana mafê derbasbûnê teng û sînordar bihêle. Ew naxwaze pakêta veberhênanê û ya binesaziyê bixe nava heman peymanê, her çend amade be ku di peymanên cuda de kar bide şîrketên tirk ên di warê parzûngeh û boriyan de. Rêyeke gav bi gav ango niha tenê lihevkirineke teng a li ser transîtê û paşê peymaneke berfirehtir ji bo Bexdayê pir bêtir guncan e, ne wekî ya ku Enqere dixwaze.
Sîstema peymanê çi dibe bila bibe, lihevkirineke ku berî dema diyarkirî were îmzekirin, sîstema kevin a berî sala 2023an paşve nayîne. Encama herî nêzîk û pêkan ev e: Xeta Ceyhanê wekî korîdoreke federal a di bin kontrola şîrketa SOMO û xezîneya Iraqê de vedegere; boriya Kurdistanê tenê wekî binesaziyeke fîzîkî tê qebûl kirin lê tu serxwebûneke wê ya siyasî û bazirganî namîne; Tirkiye jî garantiya qebareya neftê û mafê veberhênanê bi dest dixe, lê êdî nikare bibe xwediyê kontrola yekdest û herî mezin li ser nefta Iraqê.
Plana stratejîk a Bexdayê li ser vê baweriyê ava ye: Heke ew dergehên Sûriye û Urdunê wekî alternatîf her zindî bihêle, dê rê li ber Tirkiyeyê bigire û nehêle Ceyhan bibe mîna Tengava Hurmizê ya duyem; bi vî awayî Ceyhan tenê wekî korîdoreke asayî ya derbasbûnê dimîne.
*Çavkan: Ev nivîs ji malpera “The National Contextê” ji îngilizî bo kurdî hatiye wergerandin.


