Hejmara 95em a Kovara Bîrnebûnê derket

Di hejmara 95an a Kovara Bîrnebûnê de gotar, hevpeyvîn, çîrok û helbest hene. Bîrnebûn bi berga Newrozê li ber destê xwêneran e.

Kovara Bîrnebûnê 29 sal in wek arşîveke zindî ya dîrok, çand, folklor û zimanê Kurdên Anatoliya Navîn kar dike. Ev hejmar jî bi rengê Newrozê li ber çavên xwendevanan bû.

Di 9ê Adarê de helbestvanê ji Herêma Kurdistanê Rafiq Sabir, di 10ê Adarê de helbestvanê ji Rojava Ehmed Huseynî û di 11ê Adarê de siyasetmedarê Rojava yê navdar Salih Müslim jiyana xwe ji dest dan. Edîtor Alî Çiftçî di gotara xwe ya destpêkê de van windahiyên giran bi bîr tîne.

Ji gotara Alî Çiftçî ya destpêkê

“Bihar a pêşîn, meha Adarê, destpêka biharê; mixabin di van salên dawî her bi xemên giran dagirtî ye. Komkujiyên wekî Helebçeyê jî di vê mehê de qewimîne. Îsal me du helbestvan Rafiq Sabir ji Başûr û Ehmed Huseynî ji Rojava û siyasetmedar Salih Müslim winda kirin.

Bi boneya Newroza 2026’an, kovara Bîrnebûn bi bernameyeke dewlemend û pirreng derdikeve pêşiya xwendevanan. Ev hejmar, wek ronahiyek di nav tarîtiya demê de, dengê bîranîn, berxwedan û çandê ye. Di vê hejmarê de em bîranînên dîrokî û civakî yên girîng vedikin: ji komkujiya Helebçeyê bigire heta koça dawî ya kesayetiyên wek M. Emîn Bozarslan, Şewqî Özkan û Ehmed Huseynî. Ev bûyer ne tenê bîranîn in, lê di heman demê de şehadet in ku gelê Kurd di nav şer, zordestî û diyasporayê de jî xwe diparêze, xwe nû dike û berxwedana xwe didomîne.

Bîrnebûn di vê hejmarê de bi nivîskar, helbestvan û lêkolînerên xwe re hewl dide ku wêneyek rast, kûr û pirreng ji jiyana gelê kurd re pêşkêş bike: jiyanek ku di nav dijwariyan de tê meşandin, lê bi hêvî, evîn û afirîneriyê ve berdewam dike. Newroz, wek sembola nûbûn û azadiyê, di vê çarçoveyê de wateyeke hîn kûrtir digire.”

Naveroka Kovarê

Hejmara 95’an bi gotara Alî Çiftçî ya bi sernavê “Ji Bîrnebûnê” vedibe. Alî Çiftçî di heman hejmarê de nivîsên bîranînê yên derbarê Komkujiya Helebçeyê, M. Emîn Bozarslan, Şewqî Özkan û Ehmed Huseynî de amade kiriye û bi Fevzî Genç re jî hevpeyvînek kiriye.

Di nav nivîskarên din ên vê hejmarê de Prof. Dr. Hacî Akman, Hacî Erdogan, Bêrîvan Keskin, Muzaffer Özgür, Seyfî Doğan, Newal Îşcan, Melik Özkan, Mahmûd Lewendî, Bilal Celeplî, Adem Özgür, Esîn Akgûl, Xizan Şîlan, Tahsîn Demîrsoy, Edîp Bakî Canbeg, Mem Xelîkan, Ronî Torînî û Nuh Ateş cih digirin.

Her wiha helbesta M. Emîn Bozarslan a bi navê “Ez xortê kurd im”, nivîsa Celadet Alî Bedirxan a “Were Dotmam” û helbesta Mueyed Teyib a “Ji bo min ba” jî di vê hejmarê de digihêjin xwendevanan.

Derbarê Kovara Bîrnebûnê de

Komek rewşenbîrên Kurdên Anatoliyê li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û bi hejmara yekem a Bîrnebûnê di Newroza 1997’an de derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovar ji hejmara duyemîn û pê ve di bin Weşanxaneya APEC’ê li Swêdê dest bi weşanê kir.

Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê” tê weşandin. Armanca wê tomarkirina dîrok, civaknasî, etnolojî, folklor û devoka Kurdên Anatoliyê ye; çavkaniyên heta niha venekolînî eşkere kirin û çavkaniyên devkî ji nifşên berê veguhestinê ne. Kovar di çarçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin û yek ji platformên herî girîng ên çandî yên Kurdî ye.

Ji destpêkê heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Alî Çiftçî, Seyfî Doğan, Fikret Yıldız, Muzaffer Özgür, Mem Xelîkan, Berîvan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, Îhsan Türkmen, Mehtab Îdelî, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), Îrfan Baysal, Bekir Darî, Hacî Erdogan, Vahîd Duran, Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hine, Prof. Dr. Hacî Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşilöz, Yusuf Polat, Ecevit Yıldırım, Memduh Selim, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mîlle Evîndar, Mistoyê Heco, Adem Özgür, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celeplî, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê de cih girtin.

Muzîkjenê Lubnanî Ahmed Kaabour çû ser dilovaniya xwe

Muzîkjen, bestekar û lîstikvanê Lubnanî Ahmed Kaabour yek ji sembolên muzîka protest a Ereban bû. Kaabour di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Muzîkjen Ahmed Kaabour roja Pêncşema 26ê Adara 2026an di 71 saliya xwe de koça dawî kir. Kaabourê bi strana xwe ya “Ounadikom” (Bang li we dikim) bûbû yek ji sembolên muzîka protest a Ereban.

Her weha malbata Kaabour ragihand ku nimêja cenazeyê dê îro li Beyrûtê were kirin. Cenaze dê ji Nexweşxaneya Al-Makassed a li Tarik el-Cedideyê bibin Mizgefta Al-Khashoggi û piştre jê wê li paytextê were definkirin.

Serokwezîrê berê yê Libnanê Saad Hariri piştî mirina wî peyameke sersaxiyê parve kir û Kaabour wekî “şopeke geş di rêwîtiya hunerê de” pênase kir. Hariri got ku dê dengê stranên wî her li kolanên Beyrûtê deng bide.

Kaabour ku di heman demê de nivîskarê lîstikan û fîgurekî girîng ê jiyana çandî ya Lubnanê bû. Di sala 1978an de li Zanîngeha Libnanê dest bi Beşa Şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew kir û bi dîplomaya şanoyê mezun bû.

Her weha di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de jî serketî bû û di fîlma bi navê Carlos de weke karakterê Wadih Haddad, ku yek ji serokên Bereya Rizgariya Gel a Filistinê (FHKC) ye, cih girt.

Kaabour di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de berhemên xwe ji bo Filistinê hilberand û ji ber vê yekê gelek caran weke Filistinî dihat zanîn.

Wî ji başûr heta bakurê Libnanê, li Ewropayê û li seranserê cîhana Erebî bi sedan konser dan. Kaabour di tevahiya jiyana xwe ya hunerê de ji bo Filistîn û doza Filistinê berhem hilberand.

Derbarê Ehmad Kaabourî de

Kaabour di sala 1955an de li Beyrûtê ji dayik bû. Bavê wî Mahmoud al-Rashidi kemanjenekî navdar û ji pêşengên enstrûmanjenên nifşê xwe bû. Ciwaniya Kaabour di salên Şerê Navxweyî yê Libnanê de derbas bû; ev serdem bû sedem ku hem zimanê wî yê hunerî û hem jî nêrîna wî ya polîtîk şêwe bigire.

Li gorî L’Orient Todayê, ew di salên 1980yî de bi hunermendên wekî Ziad Rahbani, Fayek Hmaysi, Yaacoub Shedrawi û Rabih Mroueh re xebitî ye.

Berhema wî ya herî naskirî ‘Ounadikom’ (Ez bang li we dikim), ji helbesta helbestvanê Filistinî Tawfiq Ziad a sala 1966an hat amadekirin û di demeke kurt de bû wekî marşekê ji bo hemû cîhana Erebî.”

Berhemên wî yên ku behsa koçberiya bi darê zorê, şer, sirgûn, nasname û windahiyan dikirin, hestên şînê û berxwedanê gihandin gelek nifşan.

Di Roja Şanoyê de rewşa şanoya Kurdî çawa ye?

Berfîn Emektarê bal kişand ser xuyakirina şanoya kurdî, Mîrza Metînî jî sedemên şert û mercên şanoyên Kurdî tê de kar dikin û pêşniyarên xwe anî ziman.

Don Kîxot / Şanoya Bajêr a Amedê

Îro 27ê Adarê Roja Şanoyan a Cîhanî ye. Li hemû deverên cîhanê, komên şanoyan û şanoger vê rojê pîroz dikin û balê dikişînin ser girîngiya rola şanoyê ya di civakan de. Şanogerên kurd jî weke her şanogerên cîhanê hewl didin her sal û her demsalê bi lîstikên nû yên şanoyan derkevin pêşberî temaşevanan. Ji ber gelek sert û mercên zahmet li Bakur û Tirkiyeyê, şanogerên kurd bi salan e karên xwe bi reng û şêweyên cuda dimeşînin. Bi taybet jî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û Bakur bandorê li karên wan dikin. Sansur herî zêde tişta ku ew li beramberî wê têdikoşin. Ji ber ku bi kurdî dilîzin, lîstikên wan gelek caran tên qedexekirin û astengkirin.

Şanoya Bajêr a Amedê ku niha di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de weke Şanoya Bajêr kar dike, Yeni Sahne, Şermola Performans, Tiyatro Rîtuel, Teatra Ba, Şaneşîn Performans, Teatr Sî, Teatra Jiyana Nû, ŞanoGel, Şa Performans, û çendên din li Tirkiyeyê û Bakur hewl didin şanoyê bi Kurdî bikin. Beriya çend salan ev komên şanoyê bi lîstikên cuda cuda derdiketin pêşberî temaşevanan. Lê du sê salên dawiyê de weke performansa van koman hinekî ketiye. Hinek kom ev demeke ne zêde aktîf in. Hinek ji wan jî digel aktîf in kar û barên wan zêde nayên dîtin. Me ji du şanogerên kurd, Endama Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar û şanoger û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn pirsî bê ka gelo rewş weke ku me li jor nîşan daye yan jî berovajî wê ye.

Emektar: Kar û barên me berdewam in

Berfîn Emektar / Foto: Ferid Demirel

Endama Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar her çend ku nafikire komên şanoyê yên kurdî ne zêde aktîf in û berovajî wê ew aktîf in lê dibêje, dibe ku nikarin zêde dengê xwe bidin bihîstin:

“Gelo bi rastî jî di van çend salên dawiyê de şanoya kurdî ne zêde aktîf e? Bi qasî ez dibînim ji hêla berhemdariyê ve tiştek neguheriye. Ez dikarim li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê û şanoyên Êlih û Mêrdînê vî tiştî bibêjim. Repertûara me heman e, hê karên baştir, ez nebêjim baştir lê profesyoneltir berdewam dikin. Yanî festîvalên xwe çêdikin. Lê ez dibêjim digel ewqas karî şanoyên kurdî nikarin dengê xwe zêde derxin û karên xwe bidin bihîstin. Dibe ji ber vê rewşê, wisa tê ku şanoyên kurdî zêde kar nakin.”

Metîn: Şanoya Kurdî ne tenê karê şanogeran e

Mîrza Metîn / Instagram

Şanoger û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn jî balê dikişîne ser şert û mercên ku şanogerên Kurd tê de ne û sedema van sert û mercan û her weha pêşniyarên derketina ji van sert û mercan diyar dike:

“Divê em fêhm bikin ku şanoya kurdî ne tenê karê şanogerên kurd e. Bê piştgirî, bê patronajî, bê sponsorî û bê polîtîkayeke çandî-hunerî ya neteweyî ne pêkan e û ne realîst e ku kom û şanogerên kurd ezmûneke domdar û demdirêj; her wiha estetîk, form û modelên mayînde biafirînin. Berî her tiştî rêxistineke/komxebateke sivîl, pirreng û çalak ji bo şanoya kurdî lazim e ku pirsgirêk û pêdiviyên şanoya kurdî yên bingehîn diyar bike û li ser wan xalan bixebite, ji bo geşedaneke demdirêj. Şanoya kurdî ne tenê huner e; her wiha berxwedaneke avaker a neteweya kurd e. Baş dibe, heke her cure şanoya kurdî qîmet bibîne û cudahiyên estetîkî, îdeolojîk û partîzanî nebin pirsgirêk. Baş dibe geşedaneke çêbe di qada nivîskî û rexneyî de ji bo ku em bikaribin başî û kêmasiyên xwe bibînin. Baş dibe qada perwerdehiya şanoyê xurt bibe da ku canik û camêrên taze werin hewariya yên westiyayî û vîzyonên nû biafirînin. Baş dibe şaredarî, sazî, dezgeh û karsazên kurdan şanogerên me îstihdam bikin da ku hewldanên şexsî û îdealîst neşkên. Baş dibe şanogerên xwedî îmtiyaz ji bo yên bêîmtiyaz jî di nav hewldanekê de bin. Tu tişt nebû? Nexwe, baş dibe em ji bo aborî-polîtîkaya vî karî rê û rêbazan bibînin. Heke na, em ê 35 salên din jî, geh rabin û geh bikevin, geh çalak bin û geh bitengijin û wisa jî xwe dubare bikin. Erê, bi min, em xwe dubare dikin. Qet nebe, ez xwe dubare dikim. Ev 32 sal in ez di nav şanoya kurdî de me, hêj jî difikirim meha pêşiya me ez ê kirêya mala xwe çawa bidim. Gelo ev serkeftinek e an binkeftinek e?”

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.