Her çend santralên enerjiyê yên jeotermal, ji bo dabînkirina enerjiyê bin jî, lê bandoreke wan a neyênî li ser jiyana ekolojîk heye.
Dîmena Santraleke Enerjiya Jeotermal (SEJ).
Santralên Enerjiya Jeotermal (SEJ) û Bandorên Wan Ên Ekolojîk
Enerjiya Jeotermal Çi Ye?
Enerjiya jeotermal, derxistina av û buhara germ a di kûrahiya qatên erdê de ye ku ji bo hilberîna enerjiyê tê bikaranîn.
Enerjî Çawa Tê Hilberîn?
Herikbara germ a ku bi bîrên sondajê yên kûr tê derxistin, turbînan dizivirîne û hilberîna elektrîkê pêk tîne.
Rîska Ekolojîk
Herikbara jeotermal dikare arsenîk, bor û cureyên metalên giran di nav xwe de bihewîne. Ger ev herikbar tevlî xwezayê bibe, bandoreke xerab li ser çavkaniyên avê û axê dike. Her wiha metalên giran û gazên di vê herikbarê de dibin sedema qirêjiya hewayê.
Rîska erdhejê: Qadên jeotermal piranî li nêzî xetên fayê yên aktîf tên avakirin. Xebatên sondajê û veguhastina herikbarê ya ji bo binê erdê, di hin rewşan de dikare mîkro-erdhejan derpêş bike. Ev rewş wekî “sîsmîsiteya hatiye handan” tê binavkirin.
Maddeyên ku di Herikbarên SEJê de Hene
Zincîra Bandora Projeyên SEJê
Qadên SEJê yên li ser Xetên Fayê
Qadên enerjiya jeotermal piranî li ser xetên fayê pêk tên. Ev şikestek derketina ava germ a bin erdê hêsan dikin. Piraniya projeyên SEJê li herêmên ku rîska erdhejê lê bilind e hatine avakirin.
Li herêmên bi rîsk, dibe ku tesîs û borî biteqin. Di dema erdhejan de dibe ku ava bermayî ya jeotermal bi rengekî bêkontrol derkeve derve.
SEJ → Ax → Berhemdarî → Têkiliya Koçberiyê
Li herêmên gundewarî, ev projeyên enerjiyê ne tenê bandorê li hawirdorê, lê li aboriya herêmî jî dikin. Nexasim li herêmên Kurdistanê, guherînên aborî û civakî wekî berdewamiya polîtîkayên dagirkeriyê têne dîtin.
Bîrên sondajê û qadên santralê li ser herêmên berfireh belav dibin.
Guherînên di pergalên ava bin erdê de bandorê li zeviyên çandiniyê û xwarinê dikin.
Li Aydinê hejîr û zeytun di rîskê de ne. Li bajarên Kurdistanê jî mêrg û ajaldarî zirarê dibînin.
Lawazbûna debarê (çandinî û ajaldarî) koçberiyê lezdartir dike.
Projeyên SEJê Çawa Pêş Dikevin?
SEJ li Tirkiyeyê li Kîjan Herêman Zêde Ne?
- Herêma Egeyê: Aydîn, Denîzlî û Manîsa navendên sereke ne.
- Anatoliya Navîn: Konya û Nevşehîr di nav qadên lêgerînê de ne.
- Bajarên Kurdistanê: Li derdora Mûş û Bîngolê di van salên dawî de projeyên nû ketine rojevê.
Qada SEJ a Kızıldereyê Çiqas Mezin e?
Qada jeotermal a Kızıldereyê nêzî 528 hektar e. Ev qad wekî 739 qadên futbolê berfireh e.
Statîstîkên SEJê li Tirkiyeyê
- Li seranserê Tirkiyeyê nêzî 71 santralên jeotermal hene.
- 46 heb ji van li Aydînê ne.
- Qada lêgerînê ya li Tokatê nêzî 36 hezar hektar e.