Namzedê YNKê Nizar Amêdî bû Serokkomarê Îraqê yê nû. Her wiha PDK beşdarî dengdanê nebû û got ku ew Nizar Amêdî wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û dê pê re dan û standinan nekin.

Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin. Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî dengdanê nebû û şêwazê hilbijartinê red kir. Dengdan duh(11 Nîsana 2026an) li Meclîsa İraqê pêk hat.
Li gorî nûçeya Rûdawê, di dengdana ku li Parlamentoyê hatî kirin de, berbijêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî (58), di gera duyem a dengdanê de bi 227 dengan ji 329 kursiyên meclisê, wek Serokkomar hat hilbijartin. Bi giştî 229 parlamenteran dengê xwe bi kar anî.
Amêdî di gera duyem a hilbijartinên li parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist. Di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de ti namzedî nekarî dengên pêwîst ango 220 dengî bi dest bixe.
Li gorî encamên gera yekem, Nizar Amêdî û Musena Emîn ji bo gera duyem wekî namzedên serokkomariyê man. Nizar Amêdî di vê gerê de piraniya dengan bi dest xist û bû Serokkomarê Îraqê.
Dengên ku her du namzedan bi dest xistine bi vî rengî ne:
Nizar Amêdî: 227 deng
Musena Emîn: 15 deng
Dengên betal: 7 deng
Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya li parlamentoyê de 249 parlamenter amade bûn. Di gera yekem de 252 parlamenter ji bo dengdanê amade bûn. Namzedê YNKyê Nizar Amêdî îro bi fermî wekî serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
PDK: Pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê neqanûnî ye û em red dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew kesê bêyî razîbûna piranîya hêzên Kurdî bûye Serokkomarê Iraqê wekî nûnerê gelê Kurdistanê nayê nasîn. Tekez jî kir ku, ev post pişka hemî gelê Kurdistanê ye ne tenê ya partiyekê.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê duhî (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de helwesta xwe li beramberî pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Iraqê li Parlamentoya Iraqê diyar kir û ragihand ku, ew pêvajo bi “binpêkirina qanûn û peyrewa navxwe” bi rê ve çûye û ew îtîrafê bi rewatiya berbijarê hatiye hilbijartin nakin.
Mekteba Siyasî ya PDKê amaje bi wê yekê kiriye ku, Serokatiya Parlamentoya Iraqê bêyî guhdana peyrewa navxwe bernameya civîna xwe diyar kiriye, ev yek jî wekî “binpêkirineke ron a qanûnî” wesif kir.
Tekez jî kiriye ku, posta Serokkomarê Iraqê “îstîhqaqa gelê Kurdistanê ye, ne ya aliyekî diyarkirî”, lê berbijarê serkeftî li derveyî mîkanîzma nîştimanî ya Kurdistanê û tenê ji aliyê partiyekê ve û bi piştevaniya çend aliyên pêkhateyên din ên Iraqê hatiye diyarkirin.
PDK di daxuyaniya xwe de bi eşkereyî dibêje: “Em wî awayê hilbijartinê red dikin û wî kesê ku bi wî awayî hatiye diyarkirin jî wekî nûnerê piranîya Kurdistanê nas nakin û em dê serederiyê ligel wî nekin.”
Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, piştî baykotkirina wê civînê ji aliyê Fraksiyona PDKê ve, diviyabû navê berbijarê wan jî ji pêvajoya hilbijartinê hatiba derxistin.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye ku, ji bo nirxandina rewşê û şêwirmendiya li ser pêngavên bê, PDKê biryar daye ku her du fraksiyonên xwe yên parlamentoyê û hikûmeta federal a Iraqê bangî Herêma Kurdistanê bike.
Nizar Amêdî kî ye?

Nizar Mihemed Seîd Mihemed di qada siyasî de wekî “Nizar Amêdî” tê naskirin, di sala 1968’an de li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Nizar Amêdî di nava saziyên Îraqê de xwedî ezmûneke dirêj û dewlemend e.
Nizar Amêdî endezyarê mekanîkê ye û beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Mûsilê qedandiye.
Serokomarê Îraqê yê nû di nava du dehsalên borî de di postên herî bilind ên dewleta Îraqê de cih girtiye.
Di kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de ji sala 2022’an heta dawiya 2024’an wekî Wezîrê Jîngehê kar kiriye.
Di navbera salên 2005 û 2022’an de şêwirmendê sê serokkomarên berê (Celal Talebanî, Fuad Masûm û Berhem Salih) bûye. Beriya niha jî Nizar Amêdî endamê Polîtburoya YNK’ê û berpirsê Ofîsa Polîtburoyê ya partiya xwe li Bexdayê bû.
Nizar Amêdî di gelek qadên navneteweyî de nûnertiya Îraqê û Herêma Kurdistanê kiriye. Li ser asta navneteweyî, Nizar Amêdî endamê şandeya Îraqê bû ji bo lûtkeyên Lîga Erebî li Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî û Kuweytê.
Di warê jîngehê de, ew di sala 2015’an de beşdarî lûtkeya COP 21 li Parîsê bû.
Hêjayî gotinê ye ku li gor destûra Îraqê ya ku 2005an de hate nivîsandin kursiyê Serokkomarê Îraqê divê para Kurdan be.