Berfîn Emektarê bal kişand ser xuyakirina şanoya kurdî, Mîrza Metînî jî sedemên şert û mercên şanoyên Kurdî tê de kar dikin û pêşniyarên xwe anî ziman.

Don Kîxot / Şanoya Bajêr a Amedê
Îro 27ê Adarê Roja Şanoyan a Cîhanî ye. Li hemû deverên cîhanê, komên şanoyan û şanoger vê rojê pîroz dikin û balê dikişînin ser girîngiya rola şanoyê ya di civakan de. Şanogerên kurd jî weke her şanogerên cîhanê hewl didin her sal û her demsalê bi lîstikên nû yên şanoyan derkevin pêşberî temaşevanan. Ji ber gelek sert û mercên zahmet li Bakur û Tirkiyeyê, şanogerên kurd bi salan e karên xwe bi reng û şêweyên cuda dimeşînin. Bi taybet jî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û Bakur bandorê li karên wan dikin. Sansur herî zêde tişta ku ew li beramberî wê têdikoşin. Ji ber ku bi kurdî dilîzin, lîstikên wan gelek caran tên qedexekirin û astengkirin.
Şanoya Bajêr a Amedê ku niha di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de weke Şanoya Bajêr kar dike, Yeni Sahne, Şermola Performans, Tiyatro Rîtuel, Teatra Ba, Şaneşîn Performans, Teatr Sî, Teatra Jiyana Nû, ŞanoGel, Şa Performans, û çendên din li Tirkiyeyê û Bakur hewl didin şanoyê bi Kurdî bikin. Beriya çend salan ev komên şanoyê bi lîstikên cuda cuda derdiketin pêşberî temaşevanan. Lê du sê salên dawiyê de weke performansa van koman hinekî ketiye. Hinek kom ev demeke ne zêde aktîf in. Hinek ji wan jî digel aktîf in kar û barên wan zêde nayên dîtin. Me ji du şanogerên kurd, Endama Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar û şanoger û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn pirsî bê ka gelo rewş weke ku me li jor nîşan daye yan jî berovajî wê ye.
Emektar: Kar û barên me berdewam in

Endama Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar her çend ku nafikire komên şanoyê yên kurdî ne zêde aktîf in û berovajî wê ew aktîf in lê dibêje, dibe ku nikarin zêde dengê xwe bidin bihîstin:
“Gelo bi rastî jî di van çend salên dawiyê de şanoya kurdî ne zêde aktîf e? Bi qasî ez dibînim ji hêla berhemdariyê ve tiştek neguheriye. Ez dikarim li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê û şanoyên Êlih û Mêrdînê vî tiştî bibêjim. Repertûara me heman e, hê karên baştir, ez nebêjim baştir lê profesyoneltir berdewam dikin. Yanî festîvalên xwe çêdikin. Lê ez dibêjim digel ewqas karî şanoyên kurdî nikarin dengê xwe zêde derxin û karên xwe bidin bihîstin. Dibe ji ber vê rewşê, wisa tê ku şanoyên kurdî zêde kar nakin.”
Metîn: Şanoya Kurdî ne tenê karê şanogeran e

Şanoger û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn jî balê dikişîne ser şert û mercên ku şanogerên Kurd tê de ne û sedema van sert û mercan û her weha pêşniyarên derketina ji van sert û mercan diyar dike:
“Divê em fêhm bikin ku şanoya kurdî ne tenê karê şanogerên kurd e. Bê piştgirî, bê patronajî, bê sponsorî û bê polîtîkayeke çandî-hunerî ya neteweyî ne pêkan e û ne realîst e ku kom û şanogerên kurd ezmûneke domdar û demdirêj; her wiha estetîk, form û modelên mayînde biafirînin. Berî her tiştî rêxistineke/komxebateke sivîl, pirreng û çalak ji bo şanoya kurdî lazim e ku pirsgirêk û pêdiviyên şanoya kurdî yên bingehîn diyar bike û li ser wan xalan bixebite, ji bo geşedaneke demdirêj. Şanoya kurdî ne tenê huner e; her wiha berxwedaneke avaker a neteweya kurd e. Baş dibe, heke her cure şanoya kurdî qîmet bibîne û cudahiyên estetîkî, îdeolojîk û partîzanî nebin pirsgirêk. Baş dibe geşedaneke çêbe di qada nivîskî û rexneyî de ji bo ku em bikaribin başî û kêmasiyên xwe bibînin. Baş dibe qada perwerdehiya şanoyê xurt bibe da ku canik û camêrên taze werin hewariya yên westiyayî û vîzyonên nû biafirînin. Baş dibe şaredarî, sazî, dezgeh û karsazên kurdan şanogerên me îstihdam bikin da ku hewldanên şexsî û îdealîst neşkên. Baş dibe şanogerên xwedî îmtiyaz ji bo yên bêîmtiyaz jî di nav hewldanekê de bin. Tu tişt nebû? Nexwe, baş dibe em ji bo aborî-polîtîkaya vî karî rê û rêbazan bibînin. Heke na, em ê 35 salên din jî, geh rabin û geh bikevin, geh çalak bin û geh bitengijin û wisa jî xwe dubare bikin. Erê, bi min, em xwe dubare dikin. Qet nebe, ez xwe dubare dikim. Ev 32 sal in ez di nav şanoya kurdî de me, hêj jî difikirim meha pêşiya me ez ê kirêya mala xwe çawa bidim. Gelo ev serkeftinek e an binkeftinek e?”

