Îro Cejna Akîtoyê ango sersala nû ya Babilî(6776) ye ku tê wateya hatina biharê. Asûr, Suryan û Keldan di her 1ê Nîsanê de cejna Akîtû pîroz dikin.

Bila Cejna Akîtû a gelên Asûr, Keldan û Sûryaniyan pîroz be!
Di salnameya Aşûriyan de cejna Akîtû di 1ê Nîsanê de tê pîrozkirin û merasîmên pîrozbahiyan çend rojan berdewam dikin. Di şaristaniyên kevnar de pîrozbahiyên cejna Akîtû 12 rojan didomin. Di her rojekê de merasîmên taybet ku sembola jiyaneke nû û serkeftina li hember tarîtiyê ne, têne lidarxistin.

Roja 1ê Nîsanê gelên Asûr, Suryan û Keldan li herêmên ku lê dijîn, cejna Akîtû pêşwazî dikin. Li stargehên Mezopotamyayê merasîmên olî li dar dixin. Di merasîman de diyar dikin ku qencî li hember kaos û şer bi ser dikeve. Suryan, Keldan û Asûrî bi rêya cejna Akîtû çanda xwe diparêzin.

Di cejnê de malbat xwarinên xwe yên kevnar amade dikin û li hev kom dibin û bi hev re xwarinê dixwin.

Cejna Akîtû ku weke yek ji cejnên herî kevn ên cîhanê tê qebûlkirin, li xaka berhemdar a Mezopotamyayê destpê kir, hezaran salî ji aliyê şaristaniyên cuda ve hate pîrozkirin û bi vî rengî gihîşt vê serdemê.

Ev cejna ku tê wateya hatina biharê, geşbûna xwezayê û destpêkirina sala nû, bi taybetî ji bo civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî nîşaneya nasnameyeke çandî ye.
Mezopotamya û Akîto

Cejna Ekîto digihêje heta Sumeran ku yek ji şaristaniyên herî kevn ên dîrokê ye. Ekîto ji festîvala Zagmûkê destpê kir ku bi Sumerî tê wateya destpêka salê. Piştre di nava şaristaniyên Akad, Babîl û Asûran de hate pêşvebirin û veguherî kevneşopiyeke welê ku weke ekînoya biharê (dawiya adar, destpêka nîsanê) tê pîrozkirin. Ev cejna ku girêdayî jiyana civakên çandinî yên Mezopotamyayê destpê kir, bi armanca pîrozkirina destpêka çandiniya zad û jinûve geşbûna xwezayê dihate lidarxistin.
Li Babîlê Ekîto festîvalek bû ku 12 rojan dewam dikir û di roja destpêkê ya meha Nîsanê de jî digihîşt asta herî bilind. Di vê demê de ‘Destana Enûma Elîş’ ya xwedayê sereke yê Babîlê Mardûk li perestgehan dihate xwendin, bi rîtuelan pergala gerdûnê ji nû ve dihate zindîkirin. Qral li pêşberî xwedayan lêborîn bi navê gel dixwestin, li perestgehan dua dihate kirin û peykerên xweda li perestgeha Ekîto (Bît Akîtî) ya li kêleka çem dihate bicihkirin. Ev merasîm nîşaneya wê yekê bûn ku xweda ji alema binê erdê derdiket û bi biharê re vedigeriya ser rûyê erdê.
Li nava Asûran jî festîval ji bo rûmeta xwedayê şer Aşûr dihate pîrozkirin. Li derveyî sûrên bajêr li ‘Malên Ekîto’ yên taybet merasîm dihatin lidarxistin.
Cejna Ekîto piştî hilweşîna şaristaniyên Mezopotamyayê jî dewam kir. Di serdemên Împaratoriya Seleukos (BZ 312-63) û Împaratoriya Roma pîrozbahiyan dewam kirin. Mînak Împaratorê Romayê Elagabalus ê bi eslê xwe ji Sûriyeyê (PZ 218-222) ev cejn gihand Îtalyayê û bi navê Xweda Elagabal pîrozbahî lidar xist. Lê belê belavbûna Xiristiyaniyê û tevlîheviya siyasî ya li Mezopotamyayê belavbûna Ekîto hinekî rawestand. Li gel vê yekê jî civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî ev kevneşopiya qedîm ji bîr nekirin. Ev civakên ku ji gelên xwecihî yên Mezopotamyayê ne, Ekîto weke cejna biharê û sala nû parastin.
Lê belê di sedsala 20’î de bi taybetî jî ji ber Qirkirina Seyfo ya 1915 û şerê li Rojhilata Navîn Asûrî, Keldanî û Suryanî neçar man ku bi giranî ji vê xakê koç bikin. Vê dîasporayê sînorên cografî yê Ekîto berfireh kir û ruhê cejnê gihand asteke gerdûnî. Li Tirkiyeyê Cejna Ekîto li nava civaka Suryanî weke kevneşopiyekê ma ku salên dûr û dirêj bi bêdengî bê pîrozkirin. Di sedsala 20’î de bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr nehate dayin ku bi rengekî fermî bê pîrozkirin û ev cejn bi giranî li nava malan, yan jî li nava civatên biçûk bi rengekî veşartî hate pîrozkirin.
Akîto, Sembola hêviyê ye
Di serdema heyî de Cejna Ekîto ji aliyê gelên Asûrî, Keldanî û Suryanî ve li çar aliyên cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman coşê tê pêşwazîkirin. Pîrozbahî berevajî festîvalên ji 12 rojan ên dema antîk, bi giranî rojekê tê kirin. Di vê cejnê de mirov 1’ê Nîsanê li hev kom dibin û geşbûna xwezayê silav dikin. Kincên neteweyî yên kevneşop li xwe dikin, bi zimanê xwe yê dayikê distirên, govendê digerînin û li qadên xwezayî şahiyan lidar dixin.
Li hin herêman jî jin ji kulîlkan çelengê çêdikin û bi deriyê mala xwe ve dikin. Ev kevneşopiya ku weke ‘Deqna Nîssan’ (Riyê Nîsanê) jî tê naskirin, nîşaneya berhemdariya biharê ye. Ekîto nîşaneya hêvî û piştevaniya civakî ye. Li gel şerê li Rojhilata Navîn jî hêzeke ku gelan dike yek.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Ekîto weke betlaneya fermî nas dike. Beriya cejnê amadekarî ji aliyê Partiya Yekîtiya Suryanî ve tê birêxistinkirin. Di nava van amadekariyan de diyarkirina bernameyên çalakiyan, xemilandina qadan, birêxistinkirina qadên pîrozbahiyê yên giştî hene. Ekîto wê îsal di 1ê Nîsanê de li gundê Girşêran ê Tirbespiyê, gundê Werdiyat ê Til Temirê û gundê Hekmiyê yê Dêrikê bê pîrozkirin.
*Fotograf: ANHA


