Niha+ê daneyên êrişên Îranê ên li dijî Herêma Kurdistana Iraqê ji bo we berhev kirin. 28ê Sibatê heta 10ê Nîsanê li xwe digire.

Foto: Rûdaw
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê şer ragihandin û dest bi êrişan kirin.
Li hember êrişên DYAyê û Îsraîlê, weke bersiva van êrişan Îranê jî êrişî baregehên DYAyê yên li welatên Kendavê û Herêma Kurdistana İraqê ne, kir.
Di roja yekem a êrîşan de, Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek berpirsên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê wekî “Operasyona Hêrsa Dîrokî” û Îsraîlê jî êrişên xwe wekî “Operasyona Gurandina Şêr” bi nav kir. Îranê jî di bin navê “Operasyona Soza Rastîn-4” de êrişên bersivdayînê da dest pê kirin.
Ji 28ê Sibatê ve ji destpêka şerê DYA û Îsraîlê yê bi Îranê re heta beriya agirbestê bi sedan êriş li dijî Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Di 8ê Nîsana 2026an de Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re bi şertê ku Tengava Hurmuzê bi tevahî jinûve were vekirin, agirbesteke ji bo du hefteyan qebûl kiriye.
Her weha ji 28ê Sibata 2026an heta niha Îran û rêxistinên di bin banê wê de bi zêdetirî 700 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistana Iraqê kirin.
Di encama êrişan de gelek sivîl û pêşmerge mirin e, bi dehan kes birîndar bûn û gelek avahî hilweşiyan.
Me weke Niha+ê ji 28ê Sibatê heta niha êrişên ji aliyê Îranê û komên ser bi Îranê ve li dijî Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin berhev kirin.
28ê Sibatê: Bi 27 dron û mûşekan êrişî Hewlêrê kirin

Fotograf: Rudaw / Hewlêr
Di 28ê Sibatê de piştî êrişa Îsraîl û Amerîkayê, Îranê bi 27 dron û mûşekan êrişî Konsulxaneya Giştî ya DYAyê ya li Hewlêrê û Balafirgeha Hewlêrê kir. Sîstema parastinê ya asmanî ya Koalîsyonê piraniya êrişan têk birin.
Her weha di heman rojê de ji ber êrişan li Herêma Kurdistanê ji bo 4 rojan hemû dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê.
1ê Adarê: Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê xwar

Fotograf: Rûdaw / Hewlêr, Paytexta Herêma Kurdistana Iraqê
Di roja duyemîn a şerê DYA û Îranê de, Îranê ango komên girêdayî wê du caran êrişî Balafirgeha Herîrê ya bajarê Hewlêrê kirin. Her weha di heman rojê de li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê du dron ji aliyê sîstemên parastina asmanî ve hatin îmhakirin. Piştî êrişan komeke çekdar a Şîe ragihand ku wan bi dronan êrişî baregehên DYAyê yên li Hewlêrê kirine.
Koma bi navê “Seraya Ewliya Dem”ê ku xwe wekî beşeke “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” dide nasîn daxuyaniyek belav kir. Komê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan îro (1ê Adara 2026an) bi rêya dronan êrişî baregehên leşkerî yên DYAyê yên li bajarê Hewlêrê kiriye.
Di 1ê Adarê roja duyem a şerî de Baregeha Hemze Seyîduşşuhada ya girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê, hêz û partiyên Kurdî ên Rojhilatê bi tundî hişyar kir. Baregehê partiyên Rojhilat weke “biyanî û cudaxwaz” bi nav kiribû û gotibû: “Di egera tevgera herî biçûk a nokerên zordaran de, Supaya Pasdaran biryara tunekirina wan a bi temamî xistiye rojeva xwe.”
Her weha Baregeha Hemze Seyîduşşuhada girêdayî Supaya Pasdaran e û navenda wê li Urmiyeyê ye.
2ê Adarê: Bi dronê êrişî baregeha pêşmergeyan kir

Di 2ê Adarê de Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihandiye ku êrişî baregeheke wan hatiye kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku bi droneke bombebarkirî êrişî baregeha Firqeya 11an a Hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin. Hat diyarkirin ku ew baregeha Pêşmergeyan li nêzîkî Dêgeleyê ye.
3ê Adarê: Erişî kampa PDK-Îyê û Balafirgeha Hewlêrê kirin

Di destê sibeha 3ê Adarê de careke din bi dronan êrişî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin. Piştî êrişê sîstema parastina asmanî ketin dewrê û dron beriya ku bigihin armanca xwe hatin teqandin.
Her weha yek ji dronan ji aliyê navçeya Xebatê ve hatiye û ji aliyê Mûsilê ve hatiye arastekirin. Li aliyê din, bi dronekê êrişî oteleke li taxeke derveyî Hewlêrê jî hat kirin.
Koma bi navê “Seraya Ewliya Dem”ê ya girêdayî Heşdî Şebiyê berpirsyariya van êrişan girt ser xwe.
Erişî kampa PDK-Î, Silêmanî û Çiyayê Korekê kirin

Heman rojê bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê kirin. Kampa Azadiyê taybet e bi malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î).
Her weha ji bilî sê dronan, mûşekekê jî li kampê daye û ti sîstemên asmanî nekarî rê li ber êrişê bigire. Yek ji dronan li nexweşxaneya kampê ketiye û karmendekî tenduristiyê yê nexweşxaneyê birîndar bû.
Di heman rojê de bi dronan êrişî Çiyayê Korekê jî kirin e û di encama wan êrişan de ti zerereke canî û madî çênebûye.
Her weha bi mûşekan êrişî li Taxa Berananê ya Silêmaniyê jî kirin.
4ê Adarê: 4 zarok û 3 pêşmerge birîndar bûn

Di 48 saetan de cara sêyem baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê yên li Koyeyê hatin armanckirin. Li Hewlêrê zêdetirî 5 dronan hatin têkbirin, dronek li Dihokê ket xwarê û baregeheke berê ya Neteweyên Yekbûyî jî li Silêmaniyê hat armanckirin.
Her weha dronek li Kesnezana Hewlêrê ket xwarê û li dikan û xaniyê welatiyekî ketiye. Di encamê de çar zarok birîndar bûne. Droneke din jî piştî ku pergala parastinê ew xist, li Behirkeyê li nêzîkî dîwarê malekê ketiye xwarê.
Komên çekdar ên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî jî “Seraya Ewliya Dem” ku beşek e ji koma “Berxwedana Îslamî”, berpirsyariya piraniya wan êrişan li xwe digire.
Sibeha 4ê Adarê bi mûşekan carekedin êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li nêzîkî Dêgeleyê ya navçeya Koyeyê ya bajarê Hewlêrê kirin. Di encama êrişê de, pêşmergeyek PAKê yê bi navê Celal Reşîdî mir û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
5ê Adarê: Êrişî kampên partiyên Rojhilatê kirin

Di saetên sibê de bi dron û mûşekan êrişî fêrgeya kevn a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) a li Koyeyê hat kirin. Ti ziyanên wê çênebûn.
Her weha bi çend dronan êrişî kampa malbatên endamên Sazmana Xebata Kurdistanê ya Îranê ya li Topzawaya Hewlêrê jî hat kirin. Di encamê de du Pêşmerge birîndar bûn.
Li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya bajarê Hewlêrê dronek ket xwarê û zerer li avahiyan ketin. Her weha li nahiyeya Çemankê ya Dihokê 2 dronên ku berê wan li qadên petrolê yên herêmê bû ketin xwarê lê ti zerer û ziyan çênebûn.
6ê Adarê: Li Duhokê êrişî qada petrolê kirin

Derengiya şeva Pêncşema 6ê Adarê de bi du dronan êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li bajarê Dihokê kirin ku ji aliyê kompanyaya HKN Energy ya Amerîkî ve tê birêvebirin.
Şêwirmendê Asayîşa Şîrketên Petrolê yê li Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Karwan Baban ragihandibû ku êriş di saet 21:23 û 21:30î de çêbûye û di wê demê de du dronan li Qada Petrolê ya Sersingê ketine.
Baban di berdewamiyê de weha gotibû, “Di êrişê de ti zererên canî çênebûn” û destnîşan kir ku zererên madî gihîştine qada petrolê.”
Qada Petrolê ya Sersingê li bajarê Dihokê ye û yek ji wan pêgehên enerjiyê ye ku ji aliyê HKN Energyyê ve li Herêma Kurdistanê tê birêvebirin. Bi du dronan heman rojê êrişî Çiyayê Korekê kirin.

Komeke çekdar a kêm naskirî ya bi navê Berxwedana Îslamî – Eshabulkehf (Ketayibên Hawara Qudsê) diyar kir ku, wan bi dronan êrişî “berjewendiyên Amerîkayê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê” kiriye.
Careke din li dijî Kampa Azadiyê ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) bi 4 mûşek û 2 dronan êriş hate kirin.
Nêzîkî saet 23:00ê dronek li nêzîkî Rotana Arjaan Hotel û Sky Towerê ketiye xwarê. Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir ku dronek berî ku bigihîje armanca xwe “hat pûçkirin.” Piştrast kir ku di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyana kêm a madî heye.
7ê Adarê : Koma îslamî “Seraya Ewliya Dem”ê berpirsiyariya êrişan girt ser xwe

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, saet 22:41ê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî 4 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê xistin û pûç kirin.
Dijîterorê diyar kir ku li gorî zanyariyan, parçeyên yek ji wan dronan li qadeke vala ya nêzîkî hoteleke bajêr ketiye û di encamê de ti ziyana canî çênebûye.
Li Silêmaniyê êrişek hat têk birin

Li Silêmaniyê droneke bombebarkirî bi guleyan hatiye xistin.
Li bajarokê Çomanê yê Hewlêrê 2 dron ketin, yek ji wan li nêzîkî Saziya Çavdêriya Civakî ketiye û xisar gihandiye avahiyê. Şeva pêncşemê dronek li bajarê Soranê jî ketibû xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn. Heman rojê dronek li nêzîkî Girdcotiyar li nêzîkî Enkawayê ketiye xwarê û ti ziyan çênebûye.
Koma Şîe ya bi navê “Seraya Ewliya Dem” berpirsyariya van êrişan xist stûyê xwe. Seraya Ewliya Demê ya girêdayî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de weha gotine:
“Micahidên me yên azad îro (7ê Adara 2026an) bi dronekê êrişek pêk anî û li Silêmaniyê hedefeke hestiyar kir armanc.”
Komê li ser sedema êrişê destnîşan kir ku ev yek ji bo “tolhildana kuştina Elî Xamineyî” hatiye kirin. Wan ragihand ku ev êriş bersivek e ji bo wan êrişên ku bûne sedema kuştina hinek çekdarên Îraqî.
8ê Adarê: Bi giranî êrişî Hewlêr û Silêmaniyê kirin

Di 8ê mehê de navenda bajarê Silêmaniyê hat armancgirtin. Du caran êriş li nêzîkî Titanic Hotelê pêk hatine, her wiha êrişî Fermandariya li Silêmaniyê jî kirin.
Her weha li ser hev 6 caran êrişî Silêmaniyê kirin, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kirin û di encamê de Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.
Dronek jî li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê geriya lê li Taxa Raperînê ku nêzîkî Balafirgeha Silêmaniyê ye ket xwarê. Her weha pêşmergeyekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê (Komele) yê bi navê Ako Rehîmî canê xwe ji dest da. Ako Rehîmî xelkê bajarê Seqizê bû.
Heman rojê Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku di encama êrişên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de karmendekî Asayîşa Balafirgehê miriye û 3 karmendên din jî birîndar bûne. Umêd Xoşnaw di berdewamiyê de gotiye ku navê wî karmendê Asayîşê yê ku miriye Welat Tahir e. Her weha Xoşnaw eşkere kir ku şev bi 10 dronan êrişî bajarê Hewlêrê hatiye kirin.
9ê Adarê: di 10 rojan de 176 mûşek û dron avêtine
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku di 10 rojên borî de 176 mûşek û dron avêtina Hewlêrê lê piraniya wan hatine têkbirin. Li gelek deverên cuda bûne sedema zererên madî û canî.
10ê Adarê: 2 karmendên asayîşê birîndar bûn

Li nêzîkî navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê bi dronan êrişî “Hêzên Zagrosê” yên Rojhilatê kirin. Êriş derdora saet 13:00an pêk hatiye.
Diyar bûye ku bi 4 dronan ew devera ku Hêzên Zagrosê lê ne kirine armanc. Hat ragihandin ku di dema êrişê de 2 karmendên Asayîşa Herêma Kurdistanê yên li nêzîkî cihê bûyerê bûn, birîndar bûne.
11ê Adarê: Bi 9 dronan êriş kirin

Her weha destê sibeha 11ê mehê li gundê Sêbîranê yê Hewlêrê dronek ket. Ev dron ji aliyê pergala parastinê ya Koalîsyonê ve hatibû têkbirin. Dron li ser banê mala gundiyekî Sêbîranê ket xwarê û ti zererên canî çênebûne.
Heman rojê bi dronên bombebarkirî êrişî baregehên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirgêwezeleyê kirin e. Di encama êrişê de Pêşmergeyek miriye û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne. Navê pêşmergeyê mirî Umêd Weysî ye û ji Rewansera Rojhilatê ye.
12ê Adarê: Hewlêr dîsa kirin armanc

Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê careke din bi dronan hat armanckirin, lê hemû dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin têkbirin.
Derdora saet 18:00ê îro êvarê, bi çend dronan êrişî Hewlêrê hat kirin. Dronan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku baregeha hêzên Koalîsyonê lê ye, kiriye armanc, lê hemû ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin têkbirin.
Her weha Êrişî Kampa Zewî Sipî ya PDK-Îyê ya li Koyeya bajarê Hewlêrê kirin.
13ê Adarê: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûn

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, bi du dronan êrişî baregeheke hevpar a Pêşmerge û artêşa Fransayê ya li Hewlêrê kirin û di encamê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne.
Xoşnaw diyar kiriye ku di êrişa li Eniya Mela Qereyê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne lê ti Pêşmergeyî zerer nedîtiye.
Leşkerên Fransayî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de li wê baregeha hevpar perwerdeyê didan hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.
Eniya Mela Qereyê li navçeya Mexmûrê ya Hewlêrê ye.
Li aliyê din, Sererkaniya Fransayê ragihand ku 6 leşkerên wan birîndar bûne. Li gorî nûçeyên çapemeniya Fransayê, Sererkaniya Fransayê piştrast kir ku 6 leşkerên Fransayî di encama êrişeke dronekê de birîndar bûne.
Ji 4 herêmên sînorî yên di bin kontrola 3 komên çekdar ên Heşdî Şebiyê de, bi 3 cure dronên xwemalî êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin. Devera herî dûr kêmtirî 80 kîlometreyan e.
Ji 28ê Sibatê ve komên çekdar jî rojane êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Wan koman û hêzên Komara Îslamî ya Îranê di nava 13 rojan de bi 280 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê kirine.
Her weha piştî nîvroyê 5 bi dron û 2 mûşekan dîsa êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê kirin. Dron li nav kampê ketine û mûşek jî li cihên vale ketine.”
Di heman rojê de Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê ragihand ku bi dronan êrişî baregehên wan ên Pêşmergeyan hatiye kirin û ziyanên canî hene.

Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê belav kir ku îro piştî nîvro, Komara Îslamî ya Îranê bi dronan êrişî baregeheke hêza wan a Pêşmergeyan a li bilindahiyên Başîkê yên li parêzgeha Nînowayê kiriye.
Di encama êrişê de du Pêşmergeyên bi navên Îqbal Salihî yê xelkê Seqizê û Fexredîn Muradî yê xelkê Sneyê (yên Rojhilatê Kurdistanê) canê xwe ji dest daye. 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
14ê Adarê: Zêdetirî 300 mûşek û dron hatine avêtin

Di sibeha 14ê Adarê de careke din bi dronan êrişî Hewlêrê kirin û dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatin têkşikandin. Yek ji dronan li çoltereke nêzîkî komelgeha Sêbîranê ya Hewlêrê ketiye xwarê. Di encamê de zerer gihîştiye xaniyekî û otomobîleke welatiyekî.
Bi 10 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin; 6 dron ber bi Hewlêrê û dronek jî ber bi Silêmaniyê ve hatin şandin. Serê sibehê saet 10:00an li asmanê Hewlêrê 6 dron hatin têkşikandin.
Di encama yek ji wan êrişan de li Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê 2 kes birîndar bûn.
Di êrişeke bi dronan de 2 karmendên Nepalî yên ku li Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê dixebitin birîndar bûne. Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku bi dronan êrişî konsulxaneya wan a li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û zerera madî çêbûye.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kir û heta 14ê Adarê, bi zêdetirî 300 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
15ê Adarê: Dîsa êrişî Silêmanî û Hewlêrê kirin

Li gorî agahiyên ji Hewlêrê, dron li taxeke li nava dilê bajêr li banê maleke sivîlan ketiye. Di bûyerê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye û ti kes birîndar nebûye lê ziyanên madî çêbûne.
Her wiha bi 3 mûşekan jî êrişî Koyeyê kirin. Li Hewlêrê ji ber ketina dronekê 4 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Bi du dron û çend mûşekan êrişî Silêmaniyê kirin. 2 dron ji aliyê Fermandariya Herêma Duyem a Pêşmergeyan ve hatin xistin. Her weha di êrişê de zererên canî nebûne.
Di heman demê de sibeha îro careke din sînorê navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin.
16ê Adarê: Komên serbi Îranê berpirsiyariya êrişan girt ser xwe

Li Koyeya Başûrê Kurdistanê careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyeke agahdar da zanîn ku êriş demjimêr saet 13:15an pêk hatiye û ti xisarên canî çênebûne. Dronê li navçeya Koyeyê kampên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) kirin hedef.
Îşev bi çar dronan êrişê navenda bajarê Hewlêrê hat kirin. Yek ji wan dronan li nava birêvebiriyeke Wezareta Bazirganiyê ket xwarê. Ew dron di navbera demjimêr 19:00ê êvarî heta 21:00ê şeva duşemê de hatin avêtin.
Li gorî zanyariyên sê ji wan dronan li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê pergala parastinê ve hatin xistin. Yek ji dronan li nava Birêvebiriya Bazirganî û Kel û Pelên Xwarinê ya Hewlêrê ya li Taxa Azadiyê ket xwarê. Her weha dronek jî li nêzîkî Çiyayê Korekê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.

Koma Eshabul Kehfê ya ku girêdayî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye” di 16 rojan de berpirsyariya 10 êrişên ku ji sedî 60ê wan Herêma Kurdistanê kiribûn armanc li xwe girt. Ev kom berî nêzîkî şeş salan hatiye avakirin û nêzîkî yek ji hêzên Şîe yên Îraqê ye ku ew jî nêzîkî Îranê ye.
Sibehê 15ê Adara 2026an, koma Eshabul Kehfê berpirsyariya êrişa dawî ya bi dronê girt ser xwe ku li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatibû kirin. Vê komê li gel komeke din a bi navê “Ewliyaûdem” berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye ser xwe ku ji 28ê Adarê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di 16 rojên borî yên şerê Îranê yê li gel Îsraîl û Amerîkayê de 316 êriş bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Li gorî zanyariyên koma Eshabul Kehfê, komê di wê maweyê de berpirsyariya 6 êrişan girtiye ser xwe ku bi dronan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Rêxistin kengî hat damezirandin?
Kom sala 2020an li Bexdayê hat damezirandin. Damezirandina wê piştî kuştina Alîkarê Serokê Desteya Heşda Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs û Fermandarê Supaya Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.
Ji wê demê ve vê komê berpirsyariya wan êrişan girtiye ser xwe ku koma “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” ku nêzîkî Îranê ye li dijî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê pêk tîne.
Koma Eshabul Kehfê piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê, çend caran gef li artêşa Amerîkayê, leşkerên Fransayê yên li Îraqê û welatiyên wan ên li Herêma Kurdistanê xwarine û gotiye ku ew dê êrişî wan bikin.
Wê rêxistinê her wiha hişyarî daye berpirsên Wezareta Parastinê ya Îraqê jî ku alîkariya wan hêzên “biyanî” nekin. Li gorî daxuyaniyên wan, êrişên vê komê welatên derdora Îraqê jî li xwe girtine. Komê di 16 rojên borî de berpirsyariya 4 êrişan ragihandiye ku dihat îdiakirin bi dronan li ser Kuweyt, Behrên û Urdunê hatine kirin.
18ê Adarê: Li asmanê Herêma Kurdistanê gelek dron hatin xistin

Di navbera saet 09:00 û 11:00an de li Hewlêrê gelek teqîn hatin tomarkirin.Li gorî agahiyên êriş bi dronan hatin kirin û bi dehan dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatin xistin.
Hat zanîn ku dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.
Daneyên êrişên dawî
Li gorî daneyan di nava 24 saetên dawî de zêdetirî 10 dronan ber bi herêma Hewlêrê û zêdetirî 5 dronan jî ber bi herêma Silêmaniyê ve hatine avêtin.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrişî 2 baregehên wan hatiye kirin. Di encama van êrişan de 3 Pêşmerge birîndar bûne.
Wezaretê diyar kir ku wan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kiriye.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan
“Îro Çarşemê 18ê Adara 2026an, li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê 2 baregehên yekeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve bûn armanca êrişên dronî. Mixabin di encama van êrişan de 3 Pêşmergeyên qehreman birîndar bûn. Ev destdirêjiya neberpirsyarane di demekê de ye ku beriya niha jî çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rûbirûyî bombebaranan bûne.”
19ê Adarê: Êrişî baregeha Komeleyê kirin

Saet di 17:30ê 19ê Adarê de barêgehên Komelayê yên li devera Zirgiwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê bûn armanca çend êrişên li dû hev. Birêvebirê Peywendiyan ê Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) Eli Rencberî diyar kir ku baregehên wan ên li Zirgiwêzeleyê bi dronan hatine armanckirin.
Li gorî gotina Eli Rencberî êrişî barêgehên partiyê yên li parêzgeha Silêmaniyê hatine kirin. Her weha li navçeya Soranê ya Hewlêrê jî heman rojê dengê gelek teqînan hatine bihîstin.
23ê Adarê: Êriş li ser herêmên sivîl û leşkerî belav bûn

Du dron li ser asmanê bajarê Hewlêrê ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin xistin.
Li gorî agahiyên di nava rojê de bi giştî 10 dron hatine avêtin û hedefa sereke ya êrişan Hewlêr bûye.
Droneke din ku di saetên serê sibehê de hatibû xistin, li ser malekê li Hewlêrê ket û bû sedema derketina şewatê. Li devera Girdeçalê ya nêzîkî Hewlêrê, kampeke ku malbatên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê lê diman, rasterast bi dronekê hat armanckirin. Droneke din jî li devera Kesnezanê ya li bilindahiyên bajêr ket xwarê û ti ziyanên canî çênebûn.
Di saetên êvarê de dronek li Geliyê Alanayê yê navçeya Xelîfanê ket xwarê. Di heman demê de li Germiyanê jî çar dron ketin xwarê lê hêj ne diyar e ka ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketine yan ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.
24ê Adarê: 6 Peşmerge mirin û 30 jî birîndar bûn

Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragihand ku baregehên Fîrqeya 7an di du demên cuda de bûne armanca mûşekan.
Li gorî daxuyaniyê saet 01:50î bi 5 mûşekan êrişî baregeha fîrqeyê hatiye kirin. Her wiha demjimêr 02:50î jî careke din êrişî nêzîkî baregeha fîrqeyê hatiye kirin. Ev êrişa ku bi mûşekekê pêk hat, li nêzîkî gundê Kelekînê bû.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir û tê de got:
“Îro serê sibehê di du êrişên cuda de, baregeha Fîrqeya 7an a Peyade ya Herêma 1ê û hêzeke Fîrqeya 5an a Peyade ya Hêza Pêşmergeyan a li sînorê Soranê bûn armanca êrişan. Ev êriş bi kiryareke dijminane, bi xedr û xiyanet û dûrî hemû pîvanên mirovahî û cîrantiyê, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê hatin kirin. Di encama van êrişan de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.”
Li gorî zanyariyan Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de bi 25 dron û mûşekan hat bombebarankirin. Her wiha 2 kampên penaberan jî bûn armanca êrişan.
Piraniya êrişan li Hewlêrê ne
Ji wan mûşek û dronên ku di 24 demjimêrên borî de avêtina Herêma Kurdistanê, 20 ji wan li Hewlêrê ketine û 5ên din jî li parêzgeha Silêmaniyê ketine.
25ê Adarê: Êrişî Kerkukê kirin

Li bajarê Kerkûkê yê Herêma Kurdistana Iraqê di encama teqîna bombeyekê de polîsekî canê xwe ji dest da.
Teqîn li ber mala fermandarekî Heşdî Şebiyê di dema rakirina bombeyekê de pêk hat û 3 kes jî birîndar bûn. Bombe li ber mala fermandarekî Heşdî Şebiyê yê bi navê Elî Ceifer hatiye danîn û dema polîsan xwestiye rakin teqiyaye.”
28ê Adarê: Bi dronê êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin

Li bajarê Dihokê bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin û dironek jî hat xistin.
Di saetên piştî nîvroya 28ê Adara 2026an de bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê kirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî dan zanîn ku dronek li nêzî mala Nêçîrvan Barzanî ket, teqînek çêkir û pergala parastina asîmanî jî dronek din jî beriya ku bigihîne armanca xwe xistine.
Piştî êrişê li herêmê û li gelek welatan bertek hatin nîşandan.
Êrişan piştî nîvê şevê jî domand. Saet 00:10ê 4 teqîn li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê çêbûn Piştî saet 00:00an li Mexmûrê êrişî baregeheke Pêşmergeyan hat kirin û ziyanên canî çênebûn.
Her wiha saet 12:30î li herêma Topizawayê ya Hewlêrê bi 2 dronan êrişî baregeha Rêxistina Xebatê ya Kurdistana Îranê hat kirin. Di heman saetê de li Qûştepeyê jî 2 dron hatin xistin. Heta destê sibehê saet 02:30î dengê teqînan li Koyeyê û deverên din dihat bihîstin. Tenê destê sibehê zêdetirî 15 dronan li bajarê Hewlêrê û derdora wê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.”
Sivîl birîndar bûn û zererên madî çêbûn
Çavkaniyeke ji birêvebiriya nahiyeya Rizgariyê (Topizawa) ya navçeya Xebatê ya Hewlêrê ragihandibû ku ji ber êrişan du xwendekar û polîsek birîndar bûne.
Birînên wan sivik in û piştî tedawiyê şandine malên wan.
Li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dibistan hatin girtin

Ji ber êrişên dijwar ên li Hewlêr, Dihok û Soranê, îro di saziyên perwerdeyê de bêhnvedana fermî hat ragihandin.
Odeya Operasyonan a Hewlêrê ragihand ku ji ber rewşa nexwestî îro dibistan girtî ne. Waliyê Dihokê Elî Teter û Îdareya Serbixwe ya Soranê jî biryarên wekhev dan. Her wiha Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir û Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî ragihand ku ji bo parastina silametiya xwendekaran îro li hemû saziyên perwerdeyê bêhnvedan e.
Peyama Barzanî: 5 caran êrişî baregeha min kirin

Serokê Giştî ê PDKê Mesûd Barzanî li ser êrişan peyamek belav kir û got, “Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan alozî û şerên li herêmê.”
Serok Barzanî eşkere kir ku ji destpêka vî şerî ve zêdetirî 450 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan hatiye kirin. Her wiha da zanîn ku di vê demê de 5 caran êrişî baregeha wî jî hatiye kirin.
30ê Adarê: Bê navber êrişî Hewlêr û Silêmaniyê dikin

Êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin. Bi du dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û dronek jî li Silêmaniyê hatiye xistin.
Êrişa yekem a li ser Hewlêrê, bi dronekê saet 21:48ê hate kirin. Dron li ser taxa Newrozê ya li rojavayê Hewlêrê hate teqandin. Êrişa duyem a li ser Hewlêrê saet 22:05ê bû. Aliyê ewlehiyê heta niha li ser encama vê êrişê ti zanyarî belav nekirine.
31ê Adarê: Hewlêr û Silêmanî kirin armanc

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku berê sibeha îro bi mûşek û dronan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Her weha bi 2 dronan êrişî Hewlêrê kirin û bi 5 dron û mûşekan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin. Her wiha îro nêzîkî saet 09:30î, dronek li asmanê Hewlêrê teqiya. Li gorî Asayîşa Silêmaniyê, êriş bi 3 dron û 2 mûşekan pêk hatine. Piraniya wan êrişan Fermandariya Pêşmergeyan kirine armanc ku hêzên 70yî yên Pêşmergeyan lê ne.
1ê Nîsanê: Li Hewlêrê gelek dron hatin xistin

Li Hewlêrê bi dronan êrişî depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin û şewateke mezin heye.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê êrişî daxuyanî da û da zanîn ku di encama van êrişan de agirekî mezin derketiye. Umêd Xoşnaw li ser êrişan got, “Êrişa yekem demjimêr 07:30yî sibehê pêk hat. Tîmên Parastina Sivîlan ji bo kontrolkirina rewşê çûn cihê bûyerê.”
Umêd Xoşnaw diyar kir ku dema tîm dixebitîn, demjimêr 08:40î jî drona duyem li heman cihî xist. Bi gotina Umêd Xoşnaw zincîreya êrişan nesekinî û demjimêr 10:20î drona sêyem jî li depoyê da.
Waliyê Hewlêrê her wiha got, “Bi giştî 3 dron li depoyê ketin. Droneke din jî berî ku bigihêje armanca xwe, li asmanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat teqandin.”
Derengiya şeva borî li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê bi du dronan êrişî kargeheke hilberîna xelûzê hat kirin. Xwediyê kargehê diyar kiriye ku kargeha wan bi temamî bi ser hev de rûxiyaye û zerereke mezin a madî gihîştiye wan.
Êriş li gundê Rimawêjê yê li Geliyê Melekanê ya navçeya Xelîfanê pêk hat ku ev dever ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve ye.
2ê Nîsanê: Hilberîna petrolê rawestiya

Di 2ê mehê de asmanê Hewlêrê careke din bûye hedefa dronên “komên derveyî qanûnê yên Îraqê.”
Saet 12:00ê şeva borî, dronekê banê kafeteryayeke li kolana Îskanê qul kir û li nav kafeteryayê ket. Zererên madî çêbûn lê ji ber ku dron neteqiya hemû kesên ku wê demê li kafeteryayê bûn bi silametî jê derketin.
Her weha Şirketa ShaMaran Petroleumê ragihand ku di yekê ji depoyên Parzûngeha Petrolê ya Sersingê ya li Herêma Kurdistanê de teqînekê rû daye û ji ber vê yekê hilberîna petrolê ya li Sersing û Etrûşê hatiye rawestandin.
ShaMaran Petroleuma ku şireketeke Kanadayê ye di daxuyaniyekê de belav kir ku şirketa HKN Energyê ya ku Parzûngeha Sersingê bi rê ve dibe, ew agahdar kirine ku di yekê ji depoyên wê parzûngehê de teqînek çêbûye.
Di daxuyaniya Shameranê de hatiye gotin ku niha karên Parzûngeha Sersingê hatine rawestandin. Her wiha wekî tedbîreke xweparastinê, h,lberîna petrolê ya li Parzûngeha Etrûşê jî hatiye sekinandin.
Şirketê daxuyand ku ew pêbendî standardên herî bilind ên silametî û parastina jîngehê ne. Hatiye diyarkirin ku piştî ku agahiyên zêdetir bigihin destê wan, dê hûrgiliyên nû bi raya giştî re parve bikin. Ev cara duyem e ku di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de êrişî Parzûngeha Petrolê ya Sersingê tê kirin.
Berê jî 5ê Adarê bi dronan depoyên petrolê hatibûn hedefgirtin û zerereke mezin gihiştibû parzûngehê.
Partiyên Rojhilatê

Berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku îro bi 3 “mûşekên balîstîk” êrişî baregeheke wan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyan ê PAKê Edîb Xalîdiyan got, “Îro bi 3 mûşekên balîstîk êrişî baregeha me ya PAKŞARê ya li nêzîkî Balîsanê hate kirin.”
Li gorî gotina Xalîdiyan, di vê êrişê de Pêşmergeyekî wan birîndar bûye.
Koma çekdar a Eshabul Kehfê ya ku xwe wekî beşek ji “Berxwedana Îslamî” pênase dike, berpirsyariya çend êrişên li Herêma Kurdistanê girt ser xwe. Eshabul Kehfê her wiha hişyarî da sivîlan ku ji wan cihên nêzîkî baregehên Amerîkayê ne dûr bikevin.
Li gorî daxuyaniya wê grûpa çekdar, çekdarên Eshabul Kehfê berjewendiyên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Operasyonên me dê bi gurbûneke zêdetir bidomin.”
Di çend saetên borî de, tenê li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 12 êrişên dronan hatine kirin.
3ê Nisanê: Ziranên malî

Di sibehê 3ê Nîsanê de dronek li mala welatiyekê ya li taxa Karêzanê ya bajarê Hewlêrê ket û teqiya. Dema teqînê kes li malê nebûye. Di encama teqîna dronê de banê malê û hemû beşên din zerereke zêde ya madî dîtine. Her wiha cam û deriyên malên derdorê jî şikestine û li gelek cihan zerer çêbûye.
4ê Nîsanê: Koye, Hewlêr û Silêmanî

Di 4ê Nîsanê de bi dronan êrişî bajarên Koye, Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Her weha bi 4 dronên bombebarkirî êrişî bajarê Koyeyê kirin. Hemû dron teqiyan lê ti zererên canî çênebûn.
Her wiha, li navenda bajarê Silêmaniyê dronek li nêzîkî projeyeke xaniyan ket xwarê û ti zererên wê tune bûn. Nêzîkî saet 18:00an jî, 2 dron li asmanê bajarê Hewlêrê ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin pûçkirin. Di vî êrişî de jî ti zerer nehatin çênebûn.
6ê Nîsanê: Baregehên partiyên Rojhilatê hatin bombebarankirin

Şeva borî û xulekên destpêkê yên 6ê Nîsanê bi dron û mûşekan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hat kirin. Dengê teqînan li Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyeyê hat bihîstin.
Di van êrişan de baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên malbatên wan hatin bombebarankirin.
Êrişên li ser Koyeyê
Destpêkê saet 20:00ê şeva borî bi dronek û mûşekekê, kampeke penaberan a malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li qezaya Koyeyê (Hewlêr) hat bombebarankirin.
Malpera PDK-Îyê ragihand ku êrişê tenê zerera madî gihandiye kampê.
Her li gorî heman malperê, saet 22:20ê şeva borî kampeke din a xizmên Pêşmergeyan a li Koyeyê bi mûşek û dronekê hatiye bombebarankirin. Hat diyarkirin ku di wê êrişê de jî tenê zerera madî çêbûye.
Rewşa li Hewlêr û Silêmaniyê
Li gorî agahiyan, ji saet 22:20 heta 23:00yê şeva borî li asmanê Hewlêrê û derdora wê 7 dron hatine teqandin.
Di gel destpêkirina rojeke nû, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kir. Wan êrişan bi taybetî baregeh û kampên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc.
Saet 12:20ê şevê li asmanê bajarê Silêmaniyê dengê teqînekê hat bihîstin. Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê ragihand:
“Baregeha pêwendiyan a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ket ber êrişeke asmanî lê ti ziyana canî nebûye çimkî baregeh vala bû.”
Di heman demê de careke din bi 2 dronan êrişî kampên penaberan ên li Koyeyê hat kirin. Yek ji dronan hat têkbirin û ya din jî ket xwarê. Saet 12:40î careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê yên li Koyeyê hat kirin. Bi çend xulekan pişt re careke din bi dronan êrişî heman kampê hat kirin. Di van êrişan de tenê zerera madî heye.
Dron li ser balafirgehê hatin teqandin
Beriya saet 01:00ê şevê careke din bi dronan êrişî baregeha Komeleyê ya li Silêmaniyê hat kirin. Saet 02:37an dronek li sînorê nahiyeya Şemamkê ya Hewlêrê hat teqandin. Du xulekan pişt re, 2 dronên din li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin teqandin.
Daxuyaniya Trump û zêdebûna êrişan

Êrişên şeva borî û berê sibeha îro zêdetir li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên penaberan ên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê bûn. Ev êriş piştî daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk hatin.
Trump di daxuyaniyekê de ji bo kanala Fox Newsê ragihandibû ku Washingtonê bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên nav Îranê şandine. Lê wî guman kir ku çek gihiştibin destê xwenîşanderan û gotibû, “Bi dîtina min Kurdan ew çek ji bo xwe hilgirtin.”
Wezareta Pêşmergeyan
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku “şeva borî komên terorîst bi 4 dronan êrişî baregeheke Pêşmergeyan kiriye.”
Wezaret ji Bexdayê daxwaz dike ku helwesta wan hebe, eger na ew dê bê deng nemînin û dê helwesteke wan a din hebe.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Pêşmergeyan got, “Komên terorîst ên ji qanûnê derketî bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Ev êriş di demekê de ye ku di çend rojên borî de jî li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek êrişên bi vî rengî li baregehên Pêşmergeyan hatine kirin.”
7ê Nîsanê: 2 welatiyên sivîl mirin

Waliyê Hewlêrê ragihand ku dronek li gundekî nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye û jin û mêrekî sivîl canê xwe ji dest dane.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku dronek li gundê Zergezewiyê yê herêma Ziraretiyê ketiye xwarê.
Li gorî gotina Umêd Xoşnaw, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encamê de welatiyê bi navê “Mûsa Zirarî” û hevjîna wî Mijde mirine
Dijîteror: Dron ji Îranê ve hatibû avêtin
Dijîterora Kurdistanê ragihand: “Ew drona ku li gundê Zergezewiyê li xaniyê welatiyekî ket û bû sedema şehîdketina jin û mêrekî, ji Îranê ve hatibû avêtin.”
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, (7ê Nîsana 2026an) saet 00:15an droneke bombebarkirî ya ku ji nav xaka Îranê ve hatibû avêtin, li xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye.
Koma çekdar a bi navê ‘Ceyşul Xezeb’
Koma çekdar a bi navê ‘Ceyşul Xezeb’ a ku xwe wekî beşeke “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” pênase dike, berpirsyariya êrişeke bi dronan a li ser Herêma Kurdistanê xist stûyê xwe.
Ceyşul Xezebê îro di kanala xwe ya Telegramê de daxuyaniyek belav kir.
Wan ragihand ku wan bi dronan êrişî “berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê” yên li Herêma Kurdistanê kiriye.
Tolhildana ji bo Xamineyî û Nesrulah
Di daxuyaniya wê koma çekdar de hat gotin ku êriş wekî “tolhildanekê” ji bo xwîna Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah û çekdarên artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê hatiye kirin.
Vê koma çekdar a ku ji Îran piştgiriyê didiyê, ji 24ê Sibatê ve (berî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê bi 4 rojan) bi rêya daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Îranê ragihandibû.
Ew kom îdia dike ku wan ji 28ê Sibatê ve dest bi êrişên li ser “berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê” yên li herêmê kiriye.
11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirin
Li gorî îdiayên wê, komê bi dronan êrişî Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê kiriye.
Koma çekdar her wiha ragihand ku wan heta niha 11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Hinek komên çekdar ên wekî “Seraya Ewliya Dem, Eshabul Kehf, Ceyşul Xezeb û Ewliyaulah” ên ku ti pêgeh û navnîşana wan a fermî nîne, berpirsyariya piraniya wan êrişan digirin ser xwe ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.
Di 8ê Nîsana 2026an de di navbera DYA û Îranê de ji bo du hefteya agirbest hat ragihandin.
Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, bi dronê êrişî herêma Herîrê hat kirin. Ev yek nîşan dide ku li ser erdê rewş hîn aramî tune bû.
Li Hewlêrê êrişek pêk hat ku tê nirxandin herî kêm dronek tê de hatiye bikaranîn. Hûrguliyên din hîn nehatine zelalkirin.
Li devera Xelîfanê ya Hewlêrê teqînek çêbû. Sedema teqînê hîn nehat zelalkirin.
Li navçeya Herîrê ya Hewlêrê teqîneke bihêz çêbû. Nehat zelalkirin ka teqîn ji ber mûşekekê bûye yan jî ji ber dronekê.
- 7 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (Xelîfan, Hewlêr)
- 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê (Hewlêr, Silêmaniyê, Başîqê)
- 1 karmendê asayîşê — Balafirgeha Hewlêrê
- 2 hevjîn li mala xwe di êrişeke bi dronê de
- 1 leşkerê Fransayî (12ê Adarê, Hewlêr)
- 30 Pêşmergeyên Ferm. Herêma Yekê (Soran)
- 18 sivîl (di nava wan de kuryeyekî ser moto)
- 5 leşkerên Fransî li Hewlêrê
- 3 karmendên asayîşê — Balafirgeha Hewlêrê
- 3 Pêşmerge
- 2 parêzvanên taybet (baregeha berê ya NY, Silêmaniyê)
- 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê
- 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî
- 1 polîs · 1 parêzvanê Hotela Titanicê
- 1 kes — Kampa Bacid Kendalê, Zaxo
- 1 perestek — Kampa Azadiyê, Koyê
- 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê — Kampa Zewî Spî, Koyê
- 1 zarok — taxa Qelawayê, Silêmaniyê
- 2 welatî — Kampa Cejnîkanê, Hewlêr
- 4 welatî — taxek li Hewlêrê
- 2 xwendekar — navçeya Xebatê, Hewlêr
- 3 ciwanên din — Hewlêr (31ê Adarê)
- Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê