Di atmosfera krîzê de ya ku Îran tê de derbas dibe, hêzên siyasî yên Kurdên Rojhilatê di Sibata 2026an de li hev civiyan. Ev tevgerên ku bi deh salan perçebûyî man, cûdahiyên xwe yên îdeolojîk danîn aliyekî û platformeke hevbeş ava kir. Ev partî kî ne, çi dixwazin?

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komela Xebatkarên Kurdistana Îranê û Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Xebat) di 22ê Sibata 2026an de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê damezrandin.
Hevpeymanî armanc dike ku ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê têbikoşe, mafê çarenivîsê yê gelê Kurd bi cih bîne û li Rojhilatê avahiyeke demokratîk û neteweyî saz bike ku xwe dispêre îradeya siyasî ya netewa Kurd.
Hevpeymanî di demeke wisa de ava bû ku Îranê navendên partiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi fûze û dronan dikir armanc. Hevpeymanî, hewldana dîrokî ya yekîtiyê ya tevgera siyasî ya Rojhilatê ku bi dehsalan perçebûyî ma, xurt û berbiçav dike. Partiya Komela ya di bin serokatiya Abdullah Mohtadî de, destpêkê neket nava hevpeymaniyê. Lê di 4ê Adara 2026an de beşdarî hevpeymaniyê bû.
Partî û daxwazên wan
KDP-Î (1945)
Partiya herî kevn a Rojhilat e. KDP-Î li Mehabad hate avakirin, di heman demê de şaneya Komara Kurdistanê ya di sala 1946an de ava bû.
Partî endamê Enternasyonala Sosyalîst e. Di çarçoveya Îraneke federal û demokratîk de mafên neteweyî yên Kurd diparêze. Gelên Azerbeycanî, Belocî, Tirkmen û Ereb wek hevalbendên stratejîk dibîne. Nûnerê fermî yê Rojhilatê li UNPOyê ye.
Di sala 1989an de Sekreterê Giştî yê KDP-Îyê Ebdulrehman Qasimlo bi sûîkastekê hate kuştin. Qasimlo dema li Vîyanayê bi rêvebirên Îranê re li ser maseya aştiyê rûniştibû hat kuştin. Yê ku li şûna wî hat, Sadiq Şerefkendî jî di sala 1992an de li Berlînê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin. Her du kuştin wek operasyonên dewleta Îranê hatin belgekirin. Sekreterê Giştî yê niha Mistefa Hicrî di sala 2016an de piştî bêdengiyeke dirêj ragihand ku rêxistin dê vegere têkoşîna çekdarî.
Komela — Partiya Komela ya Kurdistana Îranê (Mohtadî, 1969/2000)
Komela di sala 1969an de li Tehranê ji aliyê komeke xwendekarên Kurd û rewşenbîran ve hate avakirin û beriya Şoreşa Îranê rêxistinkarê xwenîşandanên girseyî yên Kurdistanê bû. Di sala 1983an de beşdarî nava Partiya Komunîst a Îranê bû. Piştî ku Abdullah Mohtadî di sala 2000an de ji Partiya Komunîst veqetiya, xeta sosyal demokrasiyê parast.
Îraneke federal û laîk a demokratîk dixwaze. Ji bo Kurd û hindikahiyên din mafên wekhev û serxwebûnê diparêze û dixwaze dawî li rejîma teokratîk were. Di destpêkê de beşdarî hevpeymaniya partiyên Kurdistanî nebû. Nezelalbûna dema derbasbûnê ya avakirina hevpeymaniyê wek hincet nîşan da. Di 4ê Adara 2026an de beşdarî nava hevpeymaniyê bû.
Komela — Rêxistina Kurdistana Partiya Komunîst a Îranê (Alizadeh, 1969/1983)
Ew rêxistine ku di sala 1983an de beşdarî nava Partiya Komunîst a Îranê (CPI) bû û piştî perçebûna 2000an wek beşa Kurdistanê ya CPI’yê ma. Bernameyeke li ser bingeha çîna karker dimeşîne. Azadiya jinan û rizgariya civakî dike navendê rojevaya siyasî ya Kurdî.
PJAK (2004)
Di çarçoveya îdeolojîk a PKKyê de, ji bo bicihkirina modela konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan li Rojhilatê hate avakirin. Paradigmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û zayendparêz ji bo wan bingehîn e. Nêzîkî nîvê endamên wê jin in.
Dixwaze teokrasiya Îranê hilweşe û li şûna wê sîstemeke federal û demokratîk ava bibe ku ji bo hindikahiyên etnîk xweserî qebûl bike. Ji aliyê Îran û DYEyê ve wek rêxistina terorê tê naskirin.
PAK (1991)
Partiya Azadiya Kurdistanê, piştî Şerê Kendavê di valahiya wê demê li bakurê Iraqê hate avakarin. de hate avakirin, Danûstandinê bi rejîma Îranê re qebûl nake û vê daxwazê red dike. Ji bo bidawîhatina rejîmê an kêmkirina desthilatiya wê li Tehranê bi rêya serhildana gel dixwaze. Di xwenîşandanên Kanûna Paşiyê ya 2026an de ragihand ku êrîşên li dijî Pasdaran pêk anîne; Îran navendên PAKê yên Başûr bi moşekan dike armanc.
Xebat (1980)
Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê ku bi navê Xebat jî tê zanîn, di sala 1980an de hate avakirin. Avabûna sîstema demokratîk li Îranê û mafê xwediyê çarenivîsê yê Kurdan diparêze. Yek ji avakarên damezrêner ên hevpeymaniyê ye.
Armancên bingehîn ên hevpeymaniyê
Daxuyaniya hevpeymaniyê li ser şeş armancên bingehîn radiweste: Têkoşîna hevbeş ji bo hilweşandina Komara Îslamî; bicihkirina mafê çarenivîsê yê gelê Kurd; damezrandina saziyeke neteweyî û demokratîk li Rojhilatê li ser îradeya siyasî ya netewa Kurd; naskirina mafê xweparastina Kurd; redkirina tundiya hundirîn; damezrandina komîteya dîplomatîk a hevbeş ji bo koordînasyona têkiliyên navneteweyî. Di rojevayê de damezrandina navendeke fermandariyê ya hevbeş ji bo peşmerge û gerîlayan jî heye.
Reza Pehlevî, ku bi fiilî serokê dijberiya monarşîst e, li hemberî avakirina ittifaqê bi tundî reaksiyona xwe nîşan da; partiyên Kurd bi cûdaxwaziyê tawanbar kir û piştî hilweşandina rejîmê gefa mudaxeleya leşkerî kir. Hevpeymanî di bersivê de pabendiya xwe ya mafên Kurdan dîsa ragihand û bang li “hêzên azadîxwaz” kir ku li hemberî otorîterîzmê rabin.
Paşxane
Rêxistinbûna siyasî ya Kurdên Rojhilatê, li ser bingeha Komara Kurdistanê ya ku di sala 1946an de li Mehabadê hat ragihandin û tenê 11 mehan domî radiweste. Komara ku di bin serokatiya Qazî Muhemmed de hate avakirin, piştî vekişîna Sovyetan ji aliyê artêşa Îranê ve hat pelçiqandin; Qazî Muhemmed, Hacî Baba Şêx û Seyfî Qazî li meydana ku tê de komara hatibû ragihandin, hatin daleqandin.
Di sala 2022an de kuştina Jîna Aminî ya keça Kurd ya ji aliyê Polîsê Exlaqê Îranê ve pêk hatibû, pêleke serhildanê di bin navê Jin Jiyan Azadiyê de da destpêkirin. Û tevgera siyasî ya Kurd ji nû ve xist navenda rojeva navneteweyî. Di vê pêvajoyê de bi sedan Kurd hatin kuştin..
Di krîza Îranê ya 2025-2026an de jî pênc partî di Sibata 2026an de hevpeymaniya fermî damezrandin. Îran, piştî avakirinê, yekser navendên partiyên Kurdê li Hewlêrê bi fûze û dronan kir armanc.


