Peymana Veşartîtiyê

Kolektîfa Nihaplus (bi kurtasî “Niha+”), parastina nepeniya agahiyên ku xwendevan û çavkaniyên agahiyan ên serdanvanên malperê parve kirine an jî bi awayên dîjîtal hatine bidestxistin, wekî prensîba xwe ya herî bingehîn qebûl dike. Ji ber vê yekê, ev “Polîtîkaya Veşartîtî û Çerezan” bi mebesta ku we agahdar bike ka kîjan agahiyên we bi kîjan rêbazan tên hîmkarîkirin, ev agahî li gorî hiqûqê ji bo kîjan armancan tên bikaranîn û ji aliyê Niha+ ve bi çi awayî tên parastin, hatiye amadekirin. Her wiha li jêr hatiye diyarkirin ku hûn dikarin çawa daxwaza jêbirina van agahiyan bikin.

Berpirsê Daneyan

Daneyên we yên kesane; di bin banê Niha+ de ku înîsiyatîfeke rojnamegeriyê ya serbixwe ye û xwedî tu nasnameyeke hiqûqî ya saziyî nîne, bi sifeta “Berpirsê Daneyan” ji aliyê weşangeran Doğa Tekneci û Ferid Demirel ve, di çarçoveya Zagona Parastina Daneyên Kesane (KVKK) ya bi hejmara 6698an, mewzûatên têkildar û vê Polîtîkaya Veşartîtiyê de tên hîmkarîkirin. Niha+, li gorî rêgezên rojnamevaniya serbixwe, rêzê li mahremiyeta dîjîtal a xwendevanên xwe digire û ji bo parastina ewle ya daneyên we hemû tedbîrên teknîkî digire.

Çarçoveya Polîtîkaya Veşartîtiyê û Daneyên Tên Berhevkirin

Dema hûn serdana malpera me dikin, hinek agahiyên bikaranînê yên anonîm (navnîşana IP, cureyê gerokê, rûpelên serdankirî û hwd.) ku nasnameya weya kesane rasterast eşkere nakin, di pêşkêşkerên (server) me de tên hêsandin. Ji ber ku di malpera me de pergala endamtiyê nîn e, heta hûn rasterast e-postayê ji me re neşînin an jî îxbara nûçeyan nekin, nav, paşnav an jî agahiyên we yên têkiliyê di pergalên me de nayên qeydkirin. Daneyên anonîm ên hatine berhevkirin ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya baştir û ewletir pêşkêşî we bikin tên hîmkarîkirin û di rewşên veguhastina daneyan ji bo peydakerên xizmetê (fîrmaya server/hosting û hwd.) de, rêzikên qanûnî yên der barê ewlehiya daneyan de bi temamî tên sepandin.

Bikaranîna Çerezan (Cookie) û Armancên Wê

Malpera me ji bo başkirina ezmûna bikarhêneran, pelên ragihandinê yên teknîkî (Çerez/Cookie) bi kar tîne. Ev pelên nivîskî yên piçûk di bîra sereke de tên hêsandin û bikaranîna malperê hêsan dikin. Çerez di Niha+ de ji bo van armancan tên bikaranîn:

  • Xebata Pirzimanî: Ji bo bibîranîna zimanê xwendinê yê ku we hilbijartiye (Tirkî, Kurmancî, English).
  • Analîz û Ewlehî: Ji bo amarkirina hejmara xwendevanan bi awayekî anonîm û ji bo dabînkirina ewlehiya li dijî êrişên sîber.

Çerez qet ji bo kişandina daneyên we yên taybet ji e-postayan an jî ji amûrên we nayên bikaranîn. Hûn dikarin ji mîhengên geroka xwe çerezan red bikin an jî jê bibin; lê di vê rewşê de dibe ku hinek taybetmendiyên malperê (wekî vebijarkên ziman) kêm bixebitin.

Veşartîtiya Zarokan

Nûçeyên mafên mirovan û dosyayên li ser malpera me, ji ber xwezaya xwe carinan dikarin naverokên hesas bihewînin. Polîtîkaya me ya berhevkirina daneyên kesên bin 18 salî bi zanabûn nîn e; li gorî mewzûata qanûnî, berhevkirina daneyên zarokan bi erêkirina dêûbav/wasî ve girêdayî ye.

Girêdanên ji bo Malperên Din û Medyaya Civakî

Niha+ di nûçe an jî analîzên xwe de, bi mebesta referans û nîşandana çavkaniyan, dikare lînkên malperên kesên sêyem an jî torên medyaya civakî (X, Instagram û hwd.) bihewîne. Parvekirina daneyan a van malperên derveyî ku hûn ber bi wan ve tên arastekirin, bi polîtîkayên wan ên veşartîtiyê ve girêdayî ye û kolektîfa me ji naverok an jî polîtîkayên veşartîtiyê yên van malperan ne berpirsiyar e.

Kesên Sêyem ên ku Daneyên Kesane Dikarin Ji Wan re Bên Veguhastin

Li gorî rêgeza serbixwebûna editoryal a Niha+’yê, daneyên xwendevanan bi tu awayî bi reklamkeran an jî aliyên sêyem ên bazirganî re NAYÊN FIROTIN û NAYÊN PARVEKIRIN. Daneyên we tenê; ji bo meşandina çalakiyan ji hevkarên teknolojiyê (peydakerên binesaziyê/server) re û di çarçoveya ewlehiya me ya editoryal/hiqûqî de, di rewşên awarte de li ser daxwazên girêdar ên dadgehan, li gorî berpirsiyariyên me yên qanûnî ji saziyên resmî re dikarin bên veguhastin.

Dema Hêsandina Daneyan û Nûkirina Agahiyan

Daneyên dema bikaranîna malperê hatine bidestxistin, li gorî demên borîna hiqûqî û berjewendiyên me yên rewa (çalakiyên rojnamegeriyê) tên hêsandin. Niha+ ji bo lihevhatina bi mewzûatê re dikare her gav naveroka vê Polîtîkaya Veşartîtiyê nû bike. Hûn dikarin her gav ji ser nihaplus.com bigihîjin metna herî nû.

Mafên Xwediyê Daneyan û Têkilî

Li gorî Maddeya 11an a KVKK’yê, mafê we heye ku hûn hîn bibin ka daneyên we hatine hîmkarîkirin an na, daxwaza jêbirin an sererastkirina wan bikin û li dijî hîmkarîkirinê derkevin. Hûn dikarin her daxwaz û giliyên xwe yên di çarçoveya vê qanûnê de, bi daxwazname an jî metneke ku nasnameya we diyar dike, rasterast ji navnîşana e-postaya me ya resmî re bişînin.

Agahiyên Têkiliya Me:

  • E-postaya Saziyê: info@nihaplus.com
  • Berpirsên Daneyan: Doğa Tekneci û Ferid Demirel (Weşangerên Niha+)
  • Navenda Weşanê: Stenbol, Tirkiye
Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.