Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê

Serdanvanên Hêja,

Wekî rojnamegerên serbixwe yên di bin banê Kolektîfa Nihaplus (bi kurtasî “Niha+”) de hatine ba hev, em ji bo parastina nepenî û ewlehiya daneyên kesane yên hemû xwîner û çavkaniyên xwe hestiyariyeke mezin nîşan didin. Ev karûbar li gorî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, Zagona Parastina Daneyên Kesane ya bi hejmara 6698an û mewzûatên din ên têkildar tê meşandin.

Em wekî “Berpirsê Daneyan”, li gorî Zagona bi hejmara 6698an, daneyên we di çarçoveya ku li jêr hatiye diyarkirin û li gorî xwezaya çalakiyên rojnamegeriyê de hîmkarî dikin.

1. Ji Ewlehî û Hîmkarîkirina Daneyên We Kî Berpirsiyar e?

Ji ber ku Kolektîfa Nihaplus înîsiyatîfeke weşangeriyê ya serbixwe ye û xwedî tu nasnameyeke hiqûqî ya saziyî nîne; li gorî Zagona bi hejmara 6698an, ev kesên rasteqîn (weşanger) wekî “Berpirsên Daneyan” ji ewlehiya hemû daneyên ku we dane me berpirsiyar in:

  • Berpirsên Daneyan: Doğa Tekneci û Ferid Demirel (Weşangerên Niha+)
  • Navenda Weşanê: Stenbol, Tirkiye
  • E-postaya Saziyê: info@nihaplus.com

2. Daneyên We Ji Bo Çi Armancan Tên Hîmkarîkirin?

Dema ku hûn bi rêya kanalên têkiliyê yên li ser malpera me rasterast bi me re dikevin têkiliyê (şandina e-postayê, îxbara nûçeyan û hwd.), daneyên we yên kesane (nav, paşnav, navnîşana e-postayê û hwd.) ku hûn bi me re parve dikin; ji bo şopandina daxwaz, îhbar û giliyan; wergirtina pêşniyarên der barê başkirina pêvajoyên editoryal û weşanê de; meşandina çalakiyên rojnamegeriya rewa û di rewşên hewce de ji bo danîna têkiliyê bi we re tên hîmkarîkirin.

3. Daneyên We Ji Bo Çi Armancan û Ji Bo Kîjan Aliyan re Dikarin Bên Veguhastin?

Li gorî prensîba me ya serxwebûna editoryal û nepeniya çavkaniyan, daneyên we tu carî bi armancên bazirganî bi aliyên sêyemîn re nayên parvekirin. Ji bo parastina mafên we, weşangeran an jî kolektîfê, an jî ji bo bicihanîna erkên qanûnî; ev veguhastin tenê di rewşên mecbûrî de ji bo şêwirmendên hiqûqî û darayî, peydakerên teknolojiyê yên ku em xizmeta binesaziyê (hosting) jê digirin û ji bo saziyên cemaweriyê yên rayedar re tê kirin.

4. Daneyên We Bi Kîjan Rêbazan û Li Ser Kîjan Sedemên Hiqûqî Tên Berhevkirin?

Daneyên we bi rêya peyamên ku hûn ji navnîşanên e-postaya me re dişînin, di dema îxbarên nûçeyan de û bi rêya qeydên logê (rojane) yên standard û çerezên analîtîk ên dema serdana malperê de, bi awayên dîjîtal tên berhevkirin.

Sedemên hiqûqî yên berhevkirina daneyan ev in: Mecbûriyeta hîmkarîkirina daneyan ji bo avakirin, bikaranîn an parastina mafekî; û mecbûriyeta ji bo berjewendiyên rewa yên berpirsên daneyan (çalakiyên rojnamegeriya serbixwe) bi şerta ku zirarê nede maf û azadiyên we yên bingehîn.

5. Mafên We Yên Li Ser Daneyên Kesane Çi ne?

Li gorî Zagona Parastina Daneyên Kesane ya bi hejmara 6698an, hûn dikarin her gav serî li Niha+ bidin û van mafên xwe bi kar bînin:

  • Hînbûna vê yekê ku gelo daneyên we hatine hîmkarîkirin an na, û heke hatibin hîmkarîkirin daxwazkirina agahiyan,
  • Hînbûna armanca hîmkarîkirinê û gelo li gorî armancê hatine bikaranîn an na,
  • Nasîna kesên sêyem ên ku li navxwe an jî li derveyî welat daneyên we ji wan re hatine veguhastin,
  • Heke daneyên we kêm an jî şaş hatibin hîmkarîkirin, daxwaza sererastkirina wan û heke sedemên hîmkarîkirinê nemabin daxwaza jêbirin an jî tunekirina daneyan,
  • Daxwaza ragihandina karên sererastkirin û jêbirinê ji bo kesên sêyem ên ku dane ji wan re hatine veguhastin,
  • Îtirazkirina li dijî encamên neyînî yên ku bi rêya analîzkirina daneyan a tenê bi pergalên otomatîk derketine holê,
  • Heke ji ber hîmkarîkirina li dijî qanûnê zirar gihîştibe we, daxwaza qerebokirina zirarê.

Ji bo bikaranîna van mafan, hûn dikarin daxwaza xwe, bi diyarkirina agahiyên nasnameya xwe û mafê ku hûn dixwazin bi kar bînin, rasterast bi rêya e-postayê ji navnîşana info@nihaplus.com re bişînin. Daxwazên ku digihîjin me, li gorî cureyê daxwazê herî dereng di nava 30 (sî) rojan de bi awayekî bêpala (bêperre) dê werin encamdan.

Nêrîna giştî ya veşartîtiyê

Niha+, di çarçoveya rêgezên rojnamevaniya serbixwe û mahremiyeta xwendevanan de rêzê li şopa we ya dîjîtal digire. Dema hûn di malpera me de digerin, ji bo ku em ezmûneke xwendinê ya bênavber pêşkêşî we bikin û binesaziya teknîkî ya platforma me ewle bikin, çerez tên bikaranîn. Hûn dikarin bi bikaranîna menuya li aliyê çepê, tercîhên xwe yên çerezan wekî ku hûn dixwazin birêve bibin. Ji bo agahdariya berfireh der barê hîmkarîkirina daneyên we yên kesane de, ji kerema xwe Peymana me ya Veşartîtiyê û Metna Agahdarkirinê ya KVKK’yê binirxînin.